"Berxwedana me li beramberî êrîşan didome"

Hevseroka Meclisa kantona Girê Spî û jinên navçeya Eyn Îsayê, êrîşên li ser Eyn Îsayê şermezar kirin û anîn ziman ku ruxmê hemû êrîşan sazî û dezgehên wan li ser erka xwe ne, kar û xebatên xwe dimeşînin.

 
DILUCAN BOZÎ
Eyn Îsa - Navçeya Eyn Îsa dikeve bakurê bajarê Reqayê û girêdayî kantona Girê Spî ya dagirkirî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Girîngî û stratejiya navçeya Eyn Îsayê ew e ku hemû herêman digihîjîne hev, Lewre dewleta tirk û hevkarên wê hewl didin riya M4 bigire. Her çendî êrîş li ser vê riyê hebin, li gel xetereyê jî çûyîn û hatin berdewam dike. Dewleta tirk û hevkarên wê bi riya êrîşan dixwazin dagirkeriya xwe berfireh bikin. Di encamê de şêniyên herêmê tên hedefgirtin û her roj rastî topbaranê tên. Di nava du heyvan de 3 jin, 3 zarok û 4 mêr jiyana xwe ji dest dan. Li gel ziyana can malên wan jî tê xirakirin û jiyana wan a civakî xiradikin û zarok ji dibistanê bêpar dimînin. Ruxmê tevahî êrîşan jî welatiyên herêmê dev ji axa xwe bernadin, kar û xebatên xwe rojane dimeşînin. 
Der barê êrîşên ser navçeya Eyn Îsayê de Hevseroka Meclisa kantona Girê Spî û jinên haman navçeyê zehemtiyên rojane pêr ru bi tu tên anîn ziman.  
"Heya kêliya dawî jî em li ser axa xwe ne"
Hevseroka Meclisa kantona Girê Spî Leyla Mişo armanca êrîşên li ser navçeya Eyn Îsayê wiha dinirxîne: "Ji roja dagirkirina kantona Girê Spî heya roja îro dewleta tirk hevpeymanan binpê dike, bi dagirkirina Girê Spî re dixwaze navçeya Eyn Îsayê û riya M4 bi dest bixe. Bi van êrîşan re rojane jiyana gelê navçeyê di nava metirsiyê de ye û dixwazin di aliyê derûnî de gel bitirsînin û bandoreke neyînî li ser wan bidin avakirin. Riya M4 yek ji riya sereke ya li herêmê ye û cihekê stratejîk e. Bi van êrîşên dagirkeriyê dixwazin parçebûnê di nava herêman de pêk bînin. Qaşo hêzên Rûsyayê ji bo parastina gelê herêmê sê noqteyên xwe ava kirin, rojane êrîş li ser navçeyê bênavber didomin û gel hedef digrin. Ev noqteyên Rûsyayê dibin sedem ku şêniyên herêmê li ser riya M4 û di malên xwe de bên hedefgirtin û  jiyana xwe ji dest bidin, ji ber Rûsya li ber çavên hemûyan jî alîkariyê dide dewleta tirk û çeteyên wê. Nêzî du salin li ser hev êrîş didomin di encama van êrîşan de hejmarek ji şêniyên navçeyê û bi taybetî jin û zarokan jiyana xwe ji dest dan. Ruxmî evqas êrîşan jî em li ser erkên xwe ne, hemû sazî û dezgehên me di nava liv û tevgerê de ne û em wekî şêniyên Eyn Îsayê bi taybetî jin ji dewleta tirk re dibêjin em ê li ser axa xwe bijîn û piştgiriya şervanên xwe bikin."
"Hebûn û nebûna Rûsyayê wekî hev e"
Jina bi navê Meryem Elî jî êrîşên hevkarên dewleta tirk şermezar kir û nêrîna xwe wiha anî ziman: "Êrîşên ku li ser navçeya Eyn Îsayê dibin em bi awayekî tund şermezar dikin û di serî de hêzên garantor wek Rusyayê. Êrîşên ku bi ser navçeyê  tên, yekem şêniyên herêmê hedef digrin ev yek jî xeterê dide avakirin. Dewleta tirk û çeteyên wî li ber çavên hemû dewletan kiryarên dijmirovî û bêexlaq dikin. Kîjan dewlet dibêje ez mafên mirovan diparêzim ew rast nabêje, yên ku mafan diparêzin ka bila bên van êrîşan li ser herêmên me bidin rawestandin. Her dewlet li gorî berjiwendiyên xwe tevdigere û çavên xwe ji kiryarên dewleta tirk û çeteyên girêdayî wê re digrin. Em ji hêzên Rusyayê re dibêjin an tu yê li gorî hevpeyamana ku we îmze kiriye tevbigerin, an jî hûn ê xwe ji herêmên me vekşînin. Ji bilî vê em hebûna wan li vê derê qebûl nakin."
"Dewleta tirk dixwaze serdema osmaniyan vegerîne"
Şemse Xelef jî wiha behsa kiryarên dewleta tirk ên borî û niha kir: "Dema mirov behsa dîroka Osmaniyan bike yan jî dîroka wan veke wê bibîne ku di hemû  êrîşên xwe de mal û milkên şêniyan talan û wêran kirine. Jin revandine û zarok kuştine dîroka wan hemû qirêjî û bêbextî ye. Niha jî dewleta tirk dixwaze serdema Osmaniyan vegerîne wekî ku niha li herêmên dagirkirî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi darê zorê zimanê tirkî li wan ferz dike û navên gund, bajar û navçeyan diguherîne û dike tirkî. Dema bixwaze gel lewaz bike destpêkê di milê çandê de êrîşî gel dike. Dewleta tirk bi hişmendiya şovenîst dixwaze nexşeya Osmaniyan berfireh bike ev yek jî wê bibe sedema karesatê ji dewletên derdorê re."