Kurde Bapîr: Ji ber pergala heyî aloziya civakî û şîdeta li dijî jinan zêde dibe

Kurde Bapîr ku li Helepçeyê xebatên şêwirmendiya civakê dike, balê dikşîne ser nebûna zagonan ku dibe sedema rêjeya tundîtûjiyê zêde dibe.

 
MIHRÎBAN SELAM KAKEYÎ
Silêmanî - Bûyerên kuştin û xwekuştina jinan li Başûrê Kurdistanê her roja diçe zêdetir dibin. Rewşa hemwelatiyan û sîstema hikûmeta Herêma Kurdistanê bandorek mezin li ser zêdebûna rêjeya xwekuştinê çêdike. Aliyên pêwendîdar ji bo sererastkirina vê rewşê tiştek erênî nakin. Kurde Bapîr a li Helepçeyê şêwirmenda civakî ye, ji ajansa me re li ser mijarê wiha axivî; “Rewşa derûnî ya civakî di rewşek gelek xirab de ye. Heta ku rewşa jiyana civakî ya di qeyranê de baş nebe wê ev rewş bidome.”
Kurde Bapîr der barê rewşa niha ya jinan û kêmkirina amûrên kuştina jinan de wiha got: “Em mirov in, wekî Dostoyevskî dibêje; ‘Mirov heyîneke ku xeletiyan dike.’ Di dîroka hemû civakan de kuştin û xwekuştin her heye. Lê belê ew bûyerên ku ev çend roj in rû didin ji bûyeran derdikeve dibe rewşeke rojane ku her diçe zêde dibe. Her roj xwîna mirovek bi destên mirovek din tê rijandin.”
“Divê civak di warê hişmendiyê de xwe pêş bixe”
Kurde balê dikşîne ser kêmkirina amûrên kuştin û xirabûna perwerdeyê li Başûrê Kurdistanê û wiha didomîne: “Amûrên kuştin, xwekuştin û bûyerên qezayê ji mirina bi nexweşiya koronayê zêdetir bûne. Li gorî min divê em helwesta xwe li ser vê yekê nîşan bidin. Em her yek ji aliyekî ve tiştekî bikin da ku bikarin pêşî li vê tundîtûjiyê bigrin. Ji bo vê yekê perwerdeyek bi tendirust şert e çi li dibistana, peymangeh an jî zanîngehan, çi jî perwerdeya malbatê û ya takekesî be divê perwerdeyek bi tendirust were dayîn. Ji bo nebûna perwerdeya bi tendirust a malbatê û gelek cureyên din ên perwerdeyên ku tên dayîn, civakê ber bi rûxandinê ve dibin û di encamê de civakek bê ser û ber derdikeve holê.”
“Nebûna zagonek ji bo pêşîlêgirtina tundiyê, pirsgirêkê bê çareserî dihêle”
Kurde dide diyarkirin ku ji ber nebûna zagonê û cezanedayîna tewanbaran hin zêdetir rê li ber tundî tujiyê hatiye vekirin û wiha got: “Nebûna zagonê û li her malê hebûna çekan sedemek din e ji bo zêdebûna tundûtûjiyê. Dema zagon ne serwer be piraniya pirsgirêkan wisa bêçareserî dimînin her yek li gorî xwe tiştek din dike ev jî rê li ber pirsgirêkên hîn mezintir di nava malbatê de vedike.”
“Medya dikare ji bo kêmkirina tundiyê roleke mezin bilîze”
Kurde der barê rola medyayê ya li ser civakê de jî wiha dibêje: “Roleke mezin a medyayê di tundîtûjiyê de heye. Bi zanîn an jî bê zanîn, kujeran wekî qehreman didin nîşandan. Medya di roja me ya îro de li hemû malan e, dikare ji bo kêmkirina tundiyê roleke mezin bilîze dikare bi rapor û nûçeyên xwe civakê di vê hêlê de agahdar bike, wê rêjeya tundiyê berbiçav kêm bibe. Ger ne wisa be wê ev yek bandorek gelek xirab li ser civakê çêbike.”
“Em dikarin bi perwerdeyek baş û têgihîştî nifşeke baş bigihîjînin”
Şêwirmend Kurde Bapîr di dawiya axaftina xwe de dide zanîn ku bê hişyarî û zanîn, bikaranîna torên civakî jî tundîtûjiyê zêde dikin û wiha pêde çû: “Sedemek din a zêdebûna pirsgirêkên civakî jî torên medyaya civakî ne. Nebûna soza malbatê û ya dayik û bav û bi taybetî bikaranîna torên civakî rêjeya tundîtûjiyê zêde kiriye. Der barê vê yekê de medya xwedî erka hişyarkirin û girîngîdayîna perwerdeyê û rênîşandanê ye. Bi perwerdeyek bi tendirust em dikarin di cîhana îro ya teknolojiyê de nifşeke bi tendirust ji bo civakê ava bikin. Aramanca me ew e ku em aramiyê saz bikin û derûniya civakê jî têkçûna malbatê jî sererast bikin.”