Xendekara beşa dermansaziyê Fatima Şakir pirtûkek tenduristiyê ya elektronîkî çap kir

Xwendekara Beşa Dermansaziyê ya Zanîngeha Bexdayê Fatima Şakir xwest tiştekî cûda bike û pirtûkek tenduristiyê ya elektronîkî çap kir.

XUFRAN EL-RADÎ
Bexda – Xwendekara beşa nermansaziyê ya Zanîngeha Bexdayê Fatima Şakir tenê weke xwendekarek ji bo beşa xwe derbaskirinê naxwîne, di heman demê de lêhurbûnê xwe yên girêdayî beşê dermanan bi şêweyê pirtûkek elektronîk weşandiye. Fatima li ser xebat û lêhurbûnên xwe yên li ser beşa xwe ya dermansaziyê de wiha dibêje: "Bi agahdariya min a pir di warê bijîşkî de, min dît ku hewce ye ku mirov bi kurtahî van agahiyan bizanibe. Ji ber ku naveroka pirtûkê gihandina agahdariya bijîşkî ji hemî komên temenê re bi rengek hêsan e, bi riya xwe û pêşkeftina xweya domdar û bidestxistina bêtir agahiyê ji ya ku ez li zanîngehê fêr bûm, min dikaribû agahdarî û encamên wê yên zanistî li gorî xwendinê rêk û pêk bikim."
“Di pirtûkê de min rêbazên dermankirinê daye pêş”
Di derbarê armanca naveroka pirtûkê de, Fatima pêwîst dibîne ku agahdariya bijîşkî ya zanistî bi rengek hêsan belav bike û wiha domand: "Bijîşkî û dermanxane têkiliyek bi hejmarek mezin a hûrguliyên nexweşiyan re ye. Min di pirtûka xwe de nexweşî û rêbazên dermankirinê, nivîsandiye. Gava ku min bi cidî dest bi lêkolîna domdar di warê bijîşkî de kir, da ku ez wan di guhertoyek elektronîkî de saz bikim, ramana min fêrbûn û weşandina van agahiya bû da ku bigihîje kesên ku hewceyî wan hene bikarin sûdê jê werbigirin."
Piştî weşandina pirtûka wê gelek name jê re hatin
Fatima ji bo raman û projeya xwe ya çêkirina pirtûkê girîngiya piştgiriya malbatê radiwestîne û wiha dibêje: "Dayik û Hevalên min piştgirya min kirin, vê yekê bondoreke erênî li min kir û hişt ku ez ramana xwe di zûtirîn dem de bicîh bînim. Piştî ku pirtûka min bi elektronîkî hate weşandin, gelek name ji heval û kesên ku ez wan nas nakim, ji min re hatin û ji bo naveroka pirtûkê spasiya min kirin û girîngiya wê ji min re piştrast kirin. Piştî ku pirtûk bi elektronîkî hate weşandin, min gelek name ji heval û kesên ku ez wan nas nakim, stendin, ji bo naveroka pirtûkê spasiya min kirin û girîngiya wê ji min re piştrast kirin ji ber ku ew çandek bijîşkî û bikêr li her malbatê zêde dike."
“Tiştek bi qasî zanistê jinan di aliyê derunî û civakî de xurt nake”
Fatima destnîşan dike ku jina xwedan hêz û biryar dikare di her karî de bi ser keve û wiha dom kir: "Tiştek bi qas zanistê jinan di aliyê derûnî û civakî de xurt nake. Bi xwe bawerbûn piştgiriyê dide wan û  di kar de serkeftî dike. Li vir mebesta min ne pisporiyek taybete, lê belê wekî dîsîplînek çandî, gihîştina rewşenbîrî û çandek ku bersivê dide rewşên jiyanê ye. Hunermanedên jin, endezyarên jin, doktorên jin û mamosteyên jin bingeha guherînê ne di civakekê de ew hewil didin van zanisan ji bin serweriya mêr derxînin û bikim malê giştî civakê."
Fatima di dawiya axavtina xwe de tekez kir ku pêdivî ye ku jin bixwînin û wiha pê de çû: "Ger jin ji ber şert û mercên civakî ji xwendinê bêpar ma, lê divê nehêlin ku keçên wan bê xwendin bimînin."