“Heta nizanibim çi hatiye serê wan namirim”

Malbatên Şukru Demîr, Abdulkadir Demîr, Mehmet Emîn Atug û Hiznî Bîrmen ên ku piştî hatin binçavkirin êdî agahî ji wan nehat girtin têkoşîna xwe ya edaletê berdewam dikin. Fatma Atug a du bira û hevjînê wê di nava windayan de ne diyar kir ku heta tiştê ku hatiye serê wan nizanibe ew ê nemire û got: “Heta nefesa xwe ya dawiyê ez ê hesabê vê bipirsim.”

 

Mêrdîn – Li Tirkiyeyê salên 1990’an di bin çavan de windakirin, cînayetên kiriyar nediyar, tundî, îşkence û şewitandina gundan pir zêde çêbûn. Tê zanîn ku di navbera salên 1990’an û 2011’an de li welat di 21 salan de hezar û 901 cînayetên kiryar nediyar çêbûn. Malbatên ku ji wê demê heta niha têkoşîna xwe didomînin bi salan e hê jî daxwazên wan nehatine cih. 
Yek ji jinên vê têkoşînê didomîne jî Fatma Atug a 80 salî ye. Wê du bira û hevjînê xwe di cîhayetên kiryar nediyar de winda kirine. Fatma da zanîn ku tenê daxwaza wê ew e berî bimre bizanibe ka çi hatiye serê xizmên wê yên windayî.
Careke din agahî ji wan nehat girtin
14’ê Nîsana 1995’an li gundê Kerşafe yê Midyada Mêrdînê leşker û cerdevanan bi ser malên Şukru Demîr, Abdulkadir Demîr, Mehmet Emîn Atug û Hiznî Bîrmen ên ji heman malbatê, bi îşkenceyê girtin binçavan û êdî agahî ji wan nehat girtin. Cerdevanan bi gotina; “Em ê ji vê derê bi qamyonan cenaze derxin” malbat tehdîd kirin, ew li erdê dirêj kirin, di ser pişta wan de çûn û hatin û bi wî awayî girtin binçavan. Fermandarê qereqolê bi gotina; “Tevli PKK’ê bûne, ne li gel me ne” girtin û îşkencekirina wan nepejirand. Malbatên ku bi salan e li benda agahiya wan man di sala 2003’an de serî li dozgeriyê dan.
Dadgehê bi gotina “Ew sax in” dosya winda kirin!  
Endamên malbatê yên serî li Dozgeriya Komarê ya Midyadê dan pirsa xizmên xwe yên winda kirin. Dozgeriya Komarê ya Midyadê jî piştî 5 salan 3’yê Adara 2008’an girêdayî windayan ev biryar da: “Girêdayî lêpirsîna Şukru Demîr, Adulkadir Demîr, Mehmet Emîn Atug û Hiznî Bîrmen ên ku tê îdiakirin winda ne tiştek nehat dîtin. Ji bo lêpirsînek din divê delîlên şênber hebin, bi vî awayî biryar hatiye dayîn êdî lêpirsînek nû nayê kirin.” 
Dadgehê ji ber nebûna cenaze û gorên kesên mijara gotinê ne û nebûna delîlan pêwîstî bi lêkolînê nedît, Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê jî ev biryar erê kiriye.
“Bi erde ve kaş kirin xistin wesayîdekê û birin” 
Fatma Atug bi bîr xist ku çend roj beriya bûyerê, careke din ji qereqolê gazî birayên wê û hevjînê wê kirine, çar kesên ku ji bo îfadê çûbûn di saetên şevê de careke din vegeriyane. Fatma bi lêv kir ku derengiya şevê hatine berdan û serê sibê jî bi ser malên wan de girtin û wiha domand: “Ez 80 salî me heta niha bûyera ku ji serê min derneketiye û dernakeve ew roj e. Dema bi ser malê de girtin min derî ji wan re vekir. Cerdevanek ket hundirê malê û got: ‘Em ê ji vê derê bi qamyonan cenaze derxin.’  Leşkerên ketin hundirê malê, hevjîn û birayên min li erdê dirêj kirin û li ser pişta wan çûn û hatin dûre girtin binçavan. Wê demê her kes pir ditirsiya, mirovên ku diçûn careke din venedigeriyan. Roja beriya wê jî dema hatibûn binçavkirin ji bo bên berdan min dua dikir. Wê rojê dema birin êdî min ew  nedîtin. Ew bi erdê ve kaş kirin, xistin hundirê wesayîdekê û birin.”
Fatma destnîşan kir ku daxwaza wê tenê ew e berî bimre der barê hevjîn û birayên xwe de tiştek bizanibe û wiha pêde çu: “Ez bûme 80 salî, bi hêviya dîtina hestiyên wan dijîm. Beriya ku agahiyek ji wan bigrim naxwazim bimirim. Heta nefesa xwe ya dawiyê ez ê hesab ji wan bixwazim. Zarokên min bê bav mezin bûn. Ez niha wan rojan ji neviyên xwe re dibêjim. Çi anîn serê wan divê ji me re binêjin.”