rojane
-

Li Tûnisê paşketina di warê azadî aborî û mafên jinan de zêdetir dibe
Ji sala 2021’ê vir ve li Tûnisê zextên li ser çapemeniyê, qeyrana aborî û bêkarî zêde dibin. Di heman demê de mafên jinan û azadiya di hemû warên bingehîn de bi xeterek mezin re rûbirû ne.
-

Tevgera ‘Pencereya Hêviyê’ ji bo jinên Efgan kampanyayek da destpêkirin
Tevgera jinan a ‘Pencereya Hêviyê’ kampanyayek ji bo piştevaniya jinên Efgan da destpêkirin û banga têkoşîna li dijî binpêkirinên mafên mirovan û cudakariya zayendî kir.
-

Li dijî krîza aborî ya Yemenê toreke nû ya piştevaniya jinên karsaz
Foruma ‘Bazra’ li Taîzê platformek aborî ye ku zêdetirî 200 jinên karsaz tîne ba hev, piştgirî, fînanse û perwerdeya taybet dide, di bazara kar de wan xurt dike û ji bo zindîkirina aboriyê herêmê qadek domdar diafirîne.
-

Di Kovara "Jin" de nîqaşên li ser ziman hiqûq û aboriya demokratîk
Di hejmara vê heftiyê ya kovara ”Jin” de nirxandinên der barê pêşveçûna zimanê Kurdî û rola jinan a sereke di avakirina pêvajoya aborî û siyasî de hatin kirin.
-

Ji fermana 74’an ber bi doza nasname û dadweriyê ve -1
Dayê Sarê di 3’ê Tebaxa 2014’an de bi hemû malbata xwe ve dikeve destê DAIŞ’ê. Ji malbata wê 11 kes bi destê DAIŞ’ê tên kuştin, nêzî 20 windahiyên wan hene. Dayê Sarê hê jî li benda hestiyên miriyên xwe ye.
-

Hunermend û jinên karsaz li Bexdayê di pêşangehekê de hatin bahev
Di pêşangeha "Nameyên Evînê" ya li Bexdayê de berhemên jinan hatin nîşandan. Beşdaran bal kişandin ser rolê van çalakiyan ê di civakbûyîn, afirînerî û bihêzkirina aborî ya jinan de.
-

Li Mexmûrê çalakiya nobetê dewrî koma 212’an hat kirin
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê çalakiya nobetê bi tevlîbûna koma 212’an di roja xwe ya hezar û 102’an de berdewam dike.
-

Li Nûristanê karesata xwezayî û koçberî
Li parêzgeha Nûristan a Efganistanê di encama lehiyê de bi dehan kesî jiyana xwe winda kir û bi sedan malbat koçber bûn. Farîma Nûristanî ku neçar ma mala xwe biterikîne bal kişand ser rewşa jin û zarokan û got: "Alîkarî diçe berîka Talîbanê."
-

Li Îranê berfirehbûna cezayên dadgehan û berxwedana girtiyan di greva birçîbûnê de
Ji çalakvanên sivîl û jinan heta kolberên li ser sînoran, daraza Îranê girtin û darvekirinê wekî amûrekî kontrolê bi kar tîne. Li dijî van cezayên hovane girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne û xwendekar jî derketin qadan.
-

UNESCO’yê bajarê kevnar ê Sebastîa xiste lîsteya mîrata cîhanê
Bajarê kevnar ê Sebastîa yê ku li Filistînê ye û xwedî dîrokeke nêzî sê hezar salî ye, ji aliyê UNESCO’yê ve li ser Lîsteya Mîrata Cîhanê û her wiha ji ber gefên dagirkeriyê li ser Lîsteya Mîrata Cîhanê ya di Xetereyê de hat tomar kirin.
-

NY: Nijadperestî û zayendperestî rê li ber mirina jinên Efrîqî vedike
NY’ê diyar kir ku jinên ji eslê xwe Efrîqî di tenduristî, perwerde û kar de rastî newekheviyên mezin tên û ji ber rêjeya bilind a mirina dayikan banga gavên lezgîn kir.
-

Dayîkên Şemiyê pirsîn: Abdulbakî Kemal Zubeyîr û Zekî li ku ne?
Dayîkên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya hezar û 113’emîn de li Qada Galatasarayê hatin cem hev. Çalakiya vê hefteyê ku ji bo bîranîna Emîne Ocak hate lidarxistin, bal kişand ser windabûna 4 kesên ji heman malbatê û xizmên wan.
-

7 meh e çalakvana Yemenî Sehar El-Xolanî winda ye
Keça çalakvana Yemenî Sehar el-Xolanî, ku heft meh in di bin kontrola Hûsiyan de bi darê zorê hatiye windakirin, hişyarî da ku jiyana dayîka wê di xetereyeke mezin de ye û ji bo berdana wê banga lezgîn li rêxistinên mafên mirovan kir.
-

Ji Xwendekarên Yekbûyî berteka li hember biryara derbarê perwerdê de
Serokê Rêxistina Karûbarên Xwendekaran a li Îranê, ragihand ku biryara li ser gelo dersên lîsansê dê di dema pêş de bi awayek rûbirû bê dayîn an na, dê aydê Konseya Bilind a Ewlekariya Neteweyî be.
-

Li başûrê Kurdistanê 39 jin hatin kuştin
Di nava 7 mehên borî de, li başûrê Kurdistanê 39 jin bi awayên curbicur yan jî di rewşên nediyar hatine kuştin û rêxistinên çavdêriyê jî tekez dikin ku diyardeya kuştina jinan û tundiya li ser wan hîn jî pirsgirêkeke civakî ya cidî ye.
-

Ciwanên Suweydayê di atolyeya hunerên destan de pêşeroja xwe ji nû ve ava dikin
Li hember zehmetiyên jiyanê û bandora telefonên destan, ciwanên Suweydayê di atolyeya hunerên destan de sebir, aştiya navxweyî û hişmendiya jîngehê fêr dibin.
-

Tevgera Jinên Kabûlê ji bo mafên jinan banga lezgîn li civaka navnetewî kir
Tevgera Jinên Kabûla Xorasana Novîn rewşa jin û zarokên keç ên Efganistanê wek ‘cudakariya zayendî’ û sûcek li dijî mirovahiyê bi nav kir û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo bidawîkirina qedexeyên li dijî jinan tevbigerin.
-

Xwendekarên Zanîngeha Allamehê: Bi tirs û çewsandinê em bêzar nabin
Komek xwendekarên zanîngehê li Îranê bal kişandin ser darvekirina herî kêm 370 kesan a di 6 mehan de û cezakirina du ciwanên di dosyeya 'Meydana Elîxanî' de, şermezar kirin.
-

‘Em ê êşa 12 salan veguherînin têkoşîna azadî û edaletê’
Nêzî salvegera 12’an a fermanê, rêxistinên jinên Êzidî yên li çar aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş pêngaveke nû dan destpêkirin. Armanca pêngavê ew e ku bigihîjin hemû jin û kesên Êzîdî.
-

Ji 43 saziyan banga lezgîn: Darvekirinan rawestînin û piştgiriya greva birçîbûnê bikin
43 sazî û zêdetirî 300 çalakvanan bi daxuyaniyeke hevbeş piştgiriya xwe ji bo greva birçîbûnê ya girtiyên girtîgeha Qizil Hesarê ragihandin. Îmzekaran bang li civaka navneteweyî kirin ku ji bo parastina jiyana girtiyan bi lez bikevin nav tevgerê.