rojane
-
Rapora 2024: 394 jin hatin qetilkirin, 259 jinan bi guman jiyana xwe ji dest dan
KCDP'ê rapora xwe ya sala 2024'an eşkere kir. Li gorî raporê mêran di salekê de 394 jin qetil kirine. 259 jin bi guman mirine. Di raporê de hat destnîşankirin ku ji bo 20 jinên hatine qetilkirin "biryara parastinê” hebû.
-
Li Tirkiyeyê di 24 saetan de 3 jin hatin qetilkirin
Li 3 bajarên Tirkiyeyê di nava 24 saetên dawî de 3 jin hatin qetilkirin. Yek ji wan tevî biryara dûrxistinê jî nehat parastin, kiryarê yek ji wan jinan jî hê nehatiye girtin.
-
Dewleta Tirk avahiya şaredariyê topbaran kir
Dewleta Tirk a dagirker avahiya şaredariyê ya bajaroka Hurriye ya dikeve bakurrojavayê Tebqayê bi SÎHA’yê bomberdûman kir.
-
Di êrişên Îsraîlê de 13 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan
Di êrişên Îsraîlê yên hewayî, li Zîvala Xezayê li dijî du malên li kampan de 13 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan gelek kes jî birîndar bûn. Her wiha hat diyarkirin ku di êrişan de gelek kes birîndar bûne û xebatên lêgerînê didomin.
-
Di sala 2024’an de şîdeta li dijî jinên Belûc zêdetir bû
Li gorî rapora 2024’an a Kampanya Çalakvanên Belûc; hate ragihandin ku jinên Belûc di sala 2024’an de rastî tundî û zordariya saziyên malbatî û dewletê hatin û di encamê de gelek jin hatin qetilkirin û birîndarkirin.
-
Gaziyên jin: Ti hêz nikare berhema şoreşa jinê têk bibe
Gaziyên jin ên Federasyona Gaziyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyek nivîskî balkişandin ser gotinên Eyşe El Dibis a li Şamê ji bo Ofîsa Karên Jinan hatiye tayînkirin û gotin ku ti hêz nikare berhema şoreşa jinê têk bibe.
-
Ji kurtajên veşartî ber bi zirarên mezin ve
Kurtaj, yek ji mafên bingehên ê jinan e lê li Îranê ji derveyî rewşên mecbûrî qedexe ye. Ev yek, bûye sedem ku “kurtajên veşartî” zêde bibin. Jin di dema “kurtaja veşartî” de bi gelek xeteran re rûbirû dimînin.
-
Li Tûnisê şîdeta aborî: Çareseriyên mayînde divê
Ji Komeleya Dengê Jinan Yasmîne El-Malitî diyar kir ku li Tûnisê şîdeta aborî zêdetir li ser jinên ku di fabrîkayên çandiniyê de dixebitin bandorê dike û xwest hikumet di vî warî de çareseriyên mayînde bibîne.
-
Ji şer û pevçûnên diqewimin herî zêde jin bandor dibin
Çalakvana Hiqûqî a Mexribi Neîme Eqdad behsa şer û pevçûnên li welatên Rojhilata Navîn kir û diyar kir ku ji şerê tê jiyîn herî zêde jin bandor dibin lê tevî hemû zehmetiyan jî li ber xwe didin.
-
‘Şerê li Xezayê bandora neyînî li têkiliyên civakî kir’
Ehlam El Zên a ji Xezayê desnîşan kir ku têkiliyên civakî beriya şerê li Xezayê xurt bûye û lê belê ji ber şerê berdewam û zêdebûna buhayê tiştan ev têkilî êdî lawaz bûne.
-
Doza Narîn Guran: Divê Nevzat Bahtiyar jî heman cezayî bigre
Parêzara Baroya Amedê Canan Atabay ku doza Narîn Guran nirxand got ku “Kiryar neyê zanîn jî, di TCK’ê de ev nayê wê maneyê ku ew kes nikare bê cezakirin. Nevzat jî bi qasî kiryarên kuştinê sûcdar e. divê ‘cezayê muebeta girankirî’ bidana wî.”
-
Di şeran de eniya jinan
Di şerê yekem ê parvekirina emperyalîst de rewşa jinan – 1
-
‘Hişmendiya baviksalar olê ji cewherê wê yê rast dûr xistin’
Ezîza Hiso tekez kir ku bi hişmendiya baviksalar ol ji cewherê xwe hatiye dûrxistin û got: “13 sal in bi pergala neteweya demokratîk tu ol, bawerî û pêkhate nehatine binpêkirin. Di Sûriyeya nû de divê sûd ji pergala Rêveberiya Xweser were girtin.”
-
Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 105’emîn didome
Çalakvanên Wargeha Mexmûrê, bi biryardariyek xurt zêdetirê saleke di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 105’emîn didome.
-
Di êrîşên dawî yên li Xezayê de 36 Filistînî jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên herî dawî yên ku Îsraîlê li Xezeyê pêk anî de jin û zarok jî di nav de 36 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.
-
RONÛS: Hewlên bêdengkirina dengê azad, dengê jinan red dikin
Federasyona Nivîskar û Rojnamevanên Serbixwe (RONÛS) li dijî girtina Şîrketa Gizingî Berbeyan nerazîbûn nişanda û ragihand, ku ew hewlên bêdengkirina dengê azad, dengê jinan red dikin dengê azad û dengê jinan dikin.
-
Dewleta Tirk nanpêjxaneyek bombe kir
Dewleta Tirk nanpêjxaneya bajaroka Ciriniyê ya dikeve başûrê Bendava Tişrînê bombebaran kir.
-
Rojnamevanên jin: Êriş li dijî hêza jinan e
Rojnamevanên jin ên Başûrê Kurdistanê têkildarî girtina şîrketa Gizingî Berbeyan ku ji bo JIN TV bernameyan çêdike gotin: “Girtina şirketa Gizingî, ji bo pêşîgirtina xebatên çapemeniya azad û ragihandina xwedî fikrên azad e.”
-
Karnameya azadiya çapemeniyê ya Tirkiyeyê: 5 rojnameger hat qetilkirin
Li gorî rapora “Karnameya Azadiya Çapemeniyê ya 2024’an: Anatomiya Bêdengkirina Rastiyê” 4 jê di encama êrişa dewleta tirk de bi giştî 5 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane, 112 rojnameger hatine binçavkirin û 26 rojnameger jî hatine girtin.
-
TAJÊ êrîşên li ser saziyên jinan şermezar kir
Li dijî êrîşa li ser sazî û rêxistinên jinan ên li Silêmaniyê TAJÊ daxuyaniyek da û diyar kir ku ew van êrîşan şermezar dikin.