Li parlementoya Suriyeyê gotinên li dijî mamosteyên jin bûn sedema bertekan
Li Sûriyeyê nîqaşên li ser rola jinan a di perwerdeyê de careke din geş bûn; gotinên parlementerekî ku zêdebûna hejmara mamosteyên jin wekî kêmasî nîşan dabûn, di raya giştî de bûn sedema bertekan û wekî nêrîneke paşverû û kevneşopî hatin nirxandin.
Navenda Nûçeyan – Daxuyaniyên ku li Suriyeyê li dijî jinan tên dayîn an jî polîtîkayên ku wan dikin armanc, rasterast bi kêmzêdekirina rola jinan a li mekanîzmên biryardayînê ve girêdayî ne. Li Sûriyê û herêmên wê yên cuda, di qadên biryargirtinê de paşveçûneke berbiçav heye. Ev jî destnîşan dike ku pergala serdest hewl dide jinan ji qada siyasî, perwerde û rêveberiyê tasfiye bike.
Nîqaşên bi vî rengî yên di asta parlamentoyê de nîşan didin ku zîhniyeta paşverû û desthilatdar çawa dixwaze piştî gelek qonaxan dîsa mafên bingehîn ên jinan teng bike û wan ji qada kar û xebatê dûr bixe.
Gotin rastî bertekan hat
Endamê Meclîsa Gel a Sûriyeyê Mihemed Îbrahîm El-Zubî, bi balkişandina ser newekheviya di rêjeya mamosteyên jin û mêr li dibistanan de nîqaşek berfireh derxist holê. El-Zubî îdia kir ku ev nehevsengî bandorê li ‘prestîja dibistanê’ û pêşkeftina kesî ya xwendekaran dike. Ev axaftina mijara gotinê di dema rûniştina bi Wezîrê Perwerdeyê Mihemed Ebdulrehman Turku re ku tê de nehevsengiya di nav karmendên mamoste de hate rexnekirin hate kirin.
Ev nîqaş, pirsên li ser têgihiştina rola jinan di saziyên perwerdeyê de dîsa kir rojev. Rexnegiran diyar kirin ku girêdana hebûna hejmarek zêde a mamosteyên jin bi daketina asta dîsîplînê re nêrînek kevneşopî ya rola jinan nîşan dide. Destnîşan kirin ku hebûna pîşeyî ya kûr a jinan di qada perwerdeyê de û beşdariya wan a bingehîn di pêvajoya perwerdeyê de di civaka Sûriyê de tê paşguhkirin.
Di tora dijîtal de gelek kesan bertek nîşan da
Gotinên parlementerê Sûriyeyê, bi taybet di nava jinan de rê li ber bertekên berfireh û bilez vekir. Gelek kesan fikarên xwe yê ku pêşniyarên bi vî rengî dê cûdatiya zayendî di qada perwerdeyê de kûrtir bikin û zemîn ji sînorkirinên nû li ser beşdariya jinan di hêza kar de amade bike de, anîn ziman.
Rexnegir dibêjin ku hebûna mamosteyên jin bi windakirina desthilatdariyê an jî bandorek neyînî li ser karakterê xwendekaran re têkildarkirin, dê qalibek ku statûya jinan û rola wê ya di perwerdeyê de kêm dike, xurt dike.
Ev şîrove di tora dijîtal de jî bûn mijara nîqaşên berfireh; bikarhêneran nerazîbûna xwe anîn ziman, hin ji wan nêrînên parlementeran wek paşguhkirina rola bingehîn a jinan di perwerdeyê de dîtin.
Bikarhênerek ê Facebookê, bal kişand ser rola girîng a jinan di mezinkirina zarokan de û pirsî, “Ma ew kesê ku we mezin kir û xwedî kir ne jin bû?” Yeke din rasterast bihêzkirina mêran rexne kir û got: “Kesayetiyek bihêz çi têkiliya wê bi mêrbûnê re heye?”
Kesên ku li dijî van gotinan derdikevin, dibêjin ku rêjeya bilind a jinan di pîşeya mamostetiyê de divê wekî pirsgirêk neyê dîtin. Hem mamosteyên mêr û hem jî yên jin di bin heman pîvanên pîşeyî û pedagojîk de ne û performansa wan li gorî pîvanên hevpar, bêyî ku zayendê wan bigire, tê nirxandin.
Ev nêrînên kevneperestin
Ev kes tekez dikin ku nirxandinên saziyên perwerdeyê divê li ser bingeha kalîteya pêvajoya perwerdeyê, dîsîplîn û jîngeha dibistanê bin, ne li ser bingeha zayenda karmendan.
Ew dibêjin ku balkişandina ser vê aliyê mijarê têgihiştinên kevneşopî yên ku bi rolên pîşeyî yên damezrandî yên jinan di qada perwerdeyê de ne lihevhatî ne, xurt dike. Ev nîqaş, di ronahiya daneyên heyî yên li ser temsîliyeta jinan di saziyên giştî de, tabloyek berfirehtir a kêmbûna hebûna jinan di gelek qadên fermî û mekanîzmayên biryardanê de nîşan dide. Ev kêmbûn bi taybetî di Meclîsa Gelê Sûriyeyê de eşkere ye ku ji 210 kursiyên meclîsê, tenê 21 kursî yê jinane. Ev yek li gorî hebûna wan a civakî û pîşeyî di bazara kar de beşdariya sînorkirî ya jinan di meclîsa yasadanînê de nîşan dide.
Nebûna temsîliyetê di desthilata cîbicîkar de xwe dide der. Di hikûmeta ku ji 23 wezaretan pêk tê de, tenê jinek xwediyê peywire wezîrtiyê ye. Ev rewş li Sûriyeyê belgeyek din a li ser valahiya di navbera beşdariya rast a jinan di civakê de û hebûna wan di meqameyên biryardanê de ye.