Li Tûnisê bi hezaran kes ji bo azadî û demokrasiyê daketin qadan
Li Tûnisê di nava hefteyekê de, Tûnisiyan sê caran xwepêşandanên girseyî li dar xistin, li dijî girtinên kêfî û şertên xirab ên jiyanê bi daxwaza ‘azadî, edalet û demokrasî’ dengên xwe bilind kirin.
Tûnis – Bi hezaran Tûnisî, şevê din li Tûnisê hatin ba hev, daxwaz kirin ku hikumet dawî li bê edaletiyê bîne, vegerin demokrasiyê û azadiya kesî û civakî bi parêzin. Xwepêşandan wek parçeyek ji tevgerên ku ev demek li welat didome hate li darxistin.
Di nava hefteteyekê de ev xwepêşandana sêyeme tê li darxistin. Tûnisî ji bo hêrsa xwe ya li hemberî rewşa xirab, îfade bikin cilên reş li xwe kirin û ketin şînê û dirûşmên wek ‘Ji zext û otorîteyê re êdî bese’, ‘Gel dixwaze rejîm hilweşe’, ‘Azadî ji bo jin û mêrên girtî’ berz kirin. Her wiha di çalakiyê de diyar kirin ku welat veguheriye girtîgehek ser vekirî û bertekên xwe nîşan dan.
‘Dê rojekê Tûnis azad bibe’
Îslam Şamhî ku hevjîna girtiyek siyasî ye, ji ajansa me re axivî, diyar kir ku xala hevpar ku bi hezaran Tûnisî anî ba hev dilsoziya bi Tûnisê û dirûşmeya ‘Girtiyan berdin, em welatên xwe bi hevre ava bikin’ e û wiha got: “Hevjînê min ev du sal û nive hetiye girtin û divê demê de zarokên xwe qet ne dîtiye. Kurê min dema çar salî bû hate girtin, niha dibe 7 salî. Ruyê wî jî nas nake. Ji derveyî nêzîkatiyên xirab ên li dijî girtiyan, şertên girtîgehê li dijî peymanên navnetewî û zagonên netewî ne. Şert û merc gelek zor in. Hevjînê min nexweş bû, pişta hevjînê min têşe, pirgirêk di lingê wî yê rastê de heye, nayê tedawîkirin. Tevî hewldanên Komeleya Mafê Mirovan a Tûnisê nehate tedawîkirin.” Îslam Şamhî da zanîn ku mafê hevjînê wê yê di nava gertîgehê de geran jî tê astengkirin. Ji ber şertên xirab ên derûnî û tenduristiyê banga mudaxeleya lezgîn kir û got: “Tevî ev zilma ku li me tê kirin, wê rojekê Tûnis azad bibe.”
‘Tûnis bûye girtîgehek girtî’
Parêzvana mafan Naciye Acmî anî ziman ku ji ber şertên giran ên welat proteso hemû muxalîf aniye ba hev û wiha got: “Tûnis weke girtîgehek girtî ye. Mirovên bê guneh ji ber gotinekê tên girtin. Şertên aborî gelek xirab bûye. Tûnisî nikarin pêwîstiyên bingehîn ên jiyanê jî pêk bînin. Buhayên zêde û hilweşîna yekîneyên pere, di aliyê azadiya çapemenî û xebatên siyasî de em di rêzên herî dawî yên welatan de cih digrin.”
Naciya Acmî destnîşan kir ku divê bi taybet ji bo yên di greva birçîbûnê de û rûbirûyî xeteriya mirinê ne demildest gav bên avêtin û got: “Ji vê kaos û zextê re êdî bes e, êdî em bêdeng nabin.”
Zextên sîstematîk didome
Desthilat ji 2019’an ve muxalîfên xwe bi hewl didin dewletê hilweşînin, têkiliyên bi hêzên derve re û li dijî ewlehiya welat komkirinê sûcdar dike. Li dijî vê muxalefet û rêxistinên civaka sivîl, diyar dikin ku serokkomar Kays Saîd siyasetek ku muxalîfan dike hedef dişopîne, zextê li azadiya îfadeyê dike û çavê xwe ji binpêkirinên li girtîgehan re digre. Wezareta Edaletê jî van sûcdariyan red dike. Lê belê Sendîkaya Rojnamevanên Tûnis û Komeleya Mafê Mirovan a Tûnisê diyar kirin ku desthilat pêkanînên xwe yên sîstematîk didomîne.