Rojîn Abdilbaqî: Divê mekanîzma û garantiyên qanûnî di destûra Sûriyeyê de hebin
Endama Komîteya Hiqûqî ya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Rojîn Abdilbaqî, da zanîn ku tenê nivîsandina “wekheviya jin û mêr” di destûrê de têr nake û got ku “Ji bo wekhevî bibe rastiyek di jiyana rojane de, divê mekanîzma û garantiyên qanûnî hebin.”
Hesekê – Meclîsa Jinan a Sûriyeyê semînera “Mafên jinan di destûra dewleta nûjen de” li parka Xwendinê li dar xist. Di semînerê de parêzer, endamên Kongra Star, endamên Yekîtiya Jinên Suryan û endam û rêveberên Meclîsa Jinan a Sûriyeyê amade bûn.
‘Tenê nivîsandina wekheviya jin û mêr di destûrê de têr nake’
Endama Komîteya Hiqûqî ya Meclîsa Jinan a Sûriyeyê Rojîn Abdilbaqî li ser mafên jinan, prensîba wekheviyê û cihê jinê yê di avakirina dewleta nûjen de axivî. Rojîn Abdilbaqî destnîşan kir ku mafên jinan ne mafên taybet ên beşek ji civakê ne, her wiha mafên jinan beşek bingehîn a mafên mirovan in. Li gorî wê, dewleta nûjen divê li ser bingehên serweriya qanûnê, rêzgirtina maf û azadiyên bingehîn, wekheviya li ber qanûnê û beşdariya siyasî were avakirin. Rojîn da zanîn ku tenê nivîsandina “wekheviya jin û mêr” di destûrê de têr nake û wiha got: “Ji bo ku wekhevî bibe rastiyek di jiyana rojane de, divê mekanîzma û garantiyên qanûnî hebin ku rê li ber cûdabûna jinan bigirin û astengên li pêşiya wan ji holê rakin.”
Mafên siyasî û beşdariya jinan
Rojîn Abdilbaqî bal kişand ku beşdariya siyasî ya jinan divê tenê bi dengdanê ve neyê sînorkirin, her wiha divê bighîje navendên biryardanê û di pêvajoya biryargirtinê de roleke çalak hebe. Rojîn Abdilbaqî nirxandinên xwe wiha domand: “Dive jin ji ber zayendê, ji postên fermî û karên giştî neyê dûrxistin û divê di hemû qadên siyasî û rêveberiyê de derfetên wekhev hebin.”
Mafên aborî û mafê perwerdehiyê
Rojîn tekez kir ku serxwebûna aborî ya jinê yek ji bingehên sereke yên hêzdarkirina wê ye û ragihand ku jinên ku ji çavkaniyên aborî bêpar dimînin, dikarin bêtir rastî îstîsmar û tundiyê werin. Di mijara perwerdê de jî Rojîn destnîşan kir ku perwerdehî tenê mafek civakî nîne û wiha pê de çû: “Di heman demê de ji bo ku jin bikaribe mafên xwe bizane û bi awayekî aktîf di jiyana civakî, siyasî û aborî de beşdar bibe, amûrek bingehîn e.”
Parastina jinê ya li hember tundiyê
Yek ji mijarên sereke yên semînerê parastina jinê li hember tundiyê bû. Di vê çarçoveyê de tundiya malbatî, fizîkî, derûnî û zayendî, tacîz, zewaca bi darê zorê, bazirganiya jinan û îstîsmara aborî hatin nîqaşkirin. Di semînerê de hate destnîşankirin ku erkê dewletê tenê bi cezakirina kesê sûcdar a piştî bûyera tundiyê bi dawî nabe. Hat diyarkirin ku dewlet divê ji bo pêşîlêgirtina tundiyê, parastina mexdûran, lêkolîn, hesabpirsîna ji sûcdaran û dabînkirina piştgiriya derûnî û civakî, mekanîzmayên pêwîst ava bike.
‘Divê ji bo pêkanîna van mafan garantiyên destûrî, qanûnî û pratîkî bên danîn’
Di dawiya semînerê de beşdaran nîqaş kirin û hate destnîşankirin ku di avakirina Sûriyeya nû de mafên jinan divê bibe beşek bingehîn a destûrê û divê ji bo pêkanîna van mafan garantiyên destûrî, qanûnî û pratîkî bên danîn. Her wiha beşdariya jinan a di nivîsandina destûra nû û avakirina saziyên dewletê de, wek yek ji şertên sereke yên avakirina civakeke demokratîk û dewleteke ku li ser bingehê wekheviyê hatiye avakirin, hat destnîşankirin.