Li Xezayê qeyrana mirovî kûrtir dibe û sektora çandiniyê li ber hilweşînê ye
Li Xezayê hejmara kesên jiyana xwe ji dest didin zêde dibe, mirî û birîndarên nû sewqî nexweşxaneyan tên kirin. NY’ê, diyar dike ku ji ber qedexeyên leşkerî wêranbûna erdên çandiniyê zêde bûye û dibe ku qeyrana mirovî hîn kûrtir bibe.
Navenda Nûçeyan – Şerê li Xezayê, rasterast bandorê li ser sivîlan dike. Ji bilî zêdebûna hejmara miriyan û kêmbûna kapasîteya nexweşxaneyan, zirara berfireh a li erdên çandiniyê û têkçûna torên av û elektrîkê, kapasîteya gel a ji bo dabînkirina pêdiviyên bingehîn sînordar dike.
Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê, îro di rapora xwe ya îstatîstîkî ya rojane de ragihand ku di şer de hejmara giştî ya miriyan gihîştiye 73 hezar û 407’an. Wezaretê, diyar kir ku di çend demjimêrên dawî de 7 cenaze û 23 birîndar anîne nexweşxaneyan û yek ji birîndaran ji ber birînên xwe mir. Her wiha hejmara kesên di êrîşa dawî ya li ser herêma pîşesaziyê de jiyana xwe ji dest dan, bû 7.
Wezaretê, piştrast kir ku ji dema destpêkirina agirbestê û vir ve hejmara giştî ya miriyan hezar û 273 e û 4 hezar û 223 kes jî birîndar in. Her wiha wezaretê, diyar kir ku 813 cenaze ji bin kavilan hatine derxistin. Hate destnîşankirin ji ber zehmetiyên ku tîmên tenduristî û parastina sivîl a gihîştina kesên di bin kavilan û li ser rêyan de, hêj gelek kes di bin kavilan de asê mane.
Li gorî daneyên meha Hezîranê, tenê ji sedî 3’ê erdê zeviyên çandinî ye û erdê çandiniyê yê bikêrhatî û nezirardar di 8 mehan de ji sedî 25 kêm bûye û ji 601 hektarî daketiye 448 hektarî.
Tenê ji sedî 27’ê erdê çandiniyê yên li seranserê Xezayê re gihiştin pêkan e
Neteweyên Yekbûyî, hişyarî da ku rewşa "xeternak" e û diyar kir ku li Xezayê tenê ji sedî 3’ê erdê çandiniyê saxlem maye û ji bo gihiştina cotkaran vekiriye.
Li gorî FAO û UNOSAT’ê, sedema sereke ya wêrankirina erdê çandiniyê sînordarkirinên zêde yên li ser gihîştinê ne. Ev rewş bi veguheztina ber bi rojava ve ya "xeta zer" a ku deverên di bin kontrola Hamas û hêzên Îsraîlê de ji hev vediqetîne, hêj zêdetir diyartir dibe.
Li gorî nirxandineke nû ya jeospaceyî ya li ser daneyên di dawiya Hezîranê de hatine berhevkirin hatiye çêkirin, qada erdên çandiniyê yên bikêrhatî û saxlem ji 601 hektarên Cotmeha 2025’an, di dawiya Hezîrana 2026’an de daketiye tenê 448 hektaran. Ev di heşt mehan de kêmbûnek ji sedî 25 nîşan dide.
Dema ku tevahiya Şerîda Xezayê tê nirxandin, tenê ji sedî 27’ê ji erdên çandiniyê derfeta xwe gihandinê heye. Lêbelê, piraniya vê erdê bi giranî zirar dîtiye û hewceyê xebatên tamîrkirinê yên berfireh e. Qadên serayê jî ji ber zirarê bandor bûne û tenê ji sedî 16,6% ji wan niha bikêrhatî ne.
Li Refahê cotkar nikarin bigihîjin ji sedî 97’ê erdên çandiniyê
Li Refahê, cotkar nikarin bigihîjin ji sedî 97’ê erdên çandiniyê. FAO’ê, hişyar dike ku ji bo cotkar bi ewlehî bigihîjin erdên xwe Û hilberîna xurekê ya herêmî vejînin, divê gavên lezgîn werin avêtin.
Berî ku şer di 7’ê Cotmeha 2025’an de li Xezayê dest pê bike, sektora çandiniyê bi qasî ji sedî 10 ji aboriya Xezayê pêk dianî û ji bo zêdetirê 560 hezar kesan debara jiyanê peyda dikir. Neteweyên Yekbûyî, hişyarî dide ku ji ber qedexeyên ji hêla hêzên Îsraîlê ve hatine danîn, pergalên xurekê ya li Xezayê di xetereya hilweşîna tevahî de ne.