Ji dayîkan banga sazûmaniya qanûnî: Gavên heyî têrê nakin
Dayîkên ku di şer de hezkiriyên xwe winda kirine, diyar kirin ku ew naxwazin êşa wan kişand nifşên pêşerojê jî bikşînin bi gotinên; “Divê aştî bêyî derengmayîn li ser zemîneke rast bê avakirin” ji bo çareseriyê bang kirin.
EKÎN STÊRK
Amed – Dayîkên li Amedê ku di pêvajoyên şer de hezkiriyên xwe winda kirine, xwedî li pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ derketin û daxwaz kirin ku sazûmaniyên qanûnî bi awayek ku rê li ber aştiyeke mayînde veke bê amadekirin. Dayîkan bi gotina ‘Bila êdî dayîk negirîn’ xwestin pêvajo bileztir bibe û hemû beşên civakê li dora daxwaza aştiyê bibin yek.
Her ku nîqaşên li ser sazûmaniya qanûnî ya di çarçoveya pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a li Tirkiyeyê de berdewam dikin, bangên ji bo xwedîderketina vê pêvajoyê ji aliyê beşên cuda yên civakê ve jî zêde dibin. Dayîkên ku zarokên xwe di pêvajoyên şer de winda kirine diyar dikin ku aştî ne tenê daxwaza siyasetmedaran e, daxwaza tevahiya civakê ye û divê xwedî li pêvajoyê derbikevin. Dayîk dixwazin ku qanûn bi sazûmaniyên rê li ber aştiyeke mayînde vedikin û pêşî li dubarebûna êşên ku di demên berê de hatine kişandin bigrin, bigre nava xwe bê amadekirin.
Dayîkên li Amedê ku di dema şer de hezkiriyên xwe winda kirine, der barê pêvajoya ku berdewam dike û sazûmaniyên qanûnî yên li bendê ne de, nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
‘Heta Rêbertî azad nebe em azad nabin’

Meqbule Açikgoz ku kurê xwe Xebat Açikgoz (Çevraş Amed), birayek û biraziyê xwe di şer de winda kir, diyar kir ku pêvajo wekî ku dihat hêvîkirin bi pêş neketiye û wiha got: “Dewlet hewl dide, vê pêvajoyê li gorî xwe birêve bibe lê Kurd êdî ne Kurdên berê ne; kes nikare wan bixapîne. Tenê yek ji me bimîne jî ew ê doza xwe bidomîne. Em Kurd dixwazin bi zimanê xwe bijîn û perwerdeyê bibînin. Em dixwazin bi zimanê xwe bixwînin û binivîsînin. Em biçin ku derê, nikarin bi zimanê xwe biaxivin. Em bawer dikin ku ev pêvajo dê bi têkoşînê bigihîje encamê. Em Kurd heta dilopa xwîna xwe ya dawî xwedî li vê pêvajoyê derbikevin. Ji ber bi salan e em li ser daxwaza aştiyê îsrar dikin û dixwazin ev pêvajo bi ser bikeve. Divê bi xiyanetê nêzî li me nebin. Qanûnek derketiye lê ne wekî ku em dixwazin e. Heta Rêbertiya me azad nebe, em Kurd azad nabin. Azadiya me bi azadiya Rêberê me ve girêdayî ye. Em beriya her tiştî azadiya wî dixwazin. Divê gavên pêşîn bên meclîsê, mîsogerkirina azadiya fîzîkî be. Bi bedewî, dostî û biratiyê em yekîtiya xwe bi dest bixin.”
‘Em bibin yek’

Hacîre Alkan da zanîn ku pêvajoya hatiye destpêkirin dîrokî û girîng e û diyar kir ku ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde divê sazûmaniyên pêwîst ên qanûnî bên çêkirin û wiha got: “Em dixwazin qadeke aştiyane ku her kes bikaribe bi hev re di nava biratiyê de bijî ava bikin. Îro dema em dinêrin, dibînin ku hinek kes di girtîgehan de ne, hinek kes li çiyayan in û hinek jî li sirgûnê ne. Ez dixwazim qanûnên pêwîst bên derxistin û her kes vegere welatê xwe. Em vî şerî ji bo ziman û nasnameya xwe dikin. Heta deriyên girtîgehan neyên vekirin û Rêberê me negihîje azadiya xwe ya fîzîkî, ez baweriya xwe bi hikûmetê naynim. Ji bo ku em baweriya xwe bi wan bînin divê ev tişt pêk bên.
Pêwîst e ev qanûn li Enqereyê bê guhertin. Qanûnên nû yên ku hatine derxistin têrê nakin. Bi salan e em tenê aştiyê dixwazin. Heta ku em hebin, em ê nasname û zimanê xwe biparêzin. Em dixwazin ev pêvajoya ku dest pê kiriye bi serkeftî bi encam bibe. Divê dayîkên ji ziman û gelên cuda îro bibin yek. Dilê dayîkan şikestiye. Ji bo me ne girîng e ku ew ji kîjan gelî ne yan bi kîjan zimanî diaxivin. Em hemû yek in. Ger em nebin yek, em ê ji vê pêvajoyê encam negirin.”
‘Bila daxwazên zarokên me pêk bên’

Emîne Al ku kurê xwe Mehmet Şiyar Al (Çiya Amed) di pêvajoya rêveberiyên xweser de li Cizîra Botan jiyana xwe ji dest da û keça wê Gulistan Al jî di heman pêvajoyê de hat girtin û cezayê heta hetayê ya girankirî lê hatiye birîn, diyar kir ku ew dixwaze daxwazên zarokên wê pêk bên û got ku divê hemû beşên civakê xwedî li daxwaza aştiyê derbikevin.
Emîne Al wiha got:“Rêbertiya me bi salan aştiyê dixwaze û ji bo vê her dem di nava lêgerînê de ye. Lê belê heta niha, Tirk derneketine û negotine, ‘Em jî aştiyê dixwazin.’ Vê pêvajoyê bi gavên ku ji aliyê Rêbertiya me ve hatine avêtin dest pê kir. Çawa ku em Kurd aştiyê dixwazin, em dixwazin Tirk jî aştiyê bixwazin. Me her dem aştî xwestiye û em ê vê daxwazê bidomînin. Em dixwazin xwedî statu bin. Daxwaza Rêbertiya çi be, daxwaza me jî ew e. Çawa ku em aştiyê dixwazin divê mirovên ji gel û nasnameyên din jî li ser aştiyê îsrar bikin. Divê bêyî Elewî, Çerkez, Suryan, Tirk, Kurd hemû kes rabin ser piyan. Ez dixwazim deriyên girtîgehan vebin. Divê zarokên me ji nav çar dîwaran derbikevin. Rêberê me jî divê bigihîje azadiya xwe ya fizîkî. Em dixwazin di nava gelê xwe de be. Bêyî azadiya Rêberê me aştî nabe. Baweriya me bi hikûmetê tune ye lê em heta dawiyê ji Rêberê xwe bawer dikin.”
‘Aştî çareseriya hemû pirsgirêkan e’

Songul Şeker diyar kir ku di nava xizmên wê de kesên ku jiyana xwe ji dest dane hene û got ku ji bo ku pêvajo bi pêş bikeve, pêwîstî bi sazûmaniyên qanûnî yên bihêztir heye. Songul Şeker, tekez kir ku divê aştî bêyî derengmayîn li ser zemîneke rast bê avakirin û got: “Em aştiyê dixwazin. Rêberê me divê azad bibe. Divê qanûnên ku rê li ber çareseriyek mayînde vedikin bên derxistin. Qanûnên heyî têrê nakin û ji çareseriyê dûr in. Bila kesek din nemire. Aştî çareseriya hemû pirsgirêkan e. Em dixwazin dewlet gavên rast bavêje. Ger gavên rast bên avêtin, aştî dê pêkan be. Divê aştî bêyî derengmayîn li ser zemînek rast bê avakirin. Divê hemû kes bibin yek. Divê ev polîtîka bi dawî bibin û yekîtî bê avakirin.”
‘Têkoşînek ku 50 sal in didome heye’

Menîce Yenî ya çar sal berê kurê xwe Zindan Yenî (Dijwar Şerzan) winda kir, diyar kir ku her çendî demek dirêj di ser destpêkirina pêvajoyê re derbas bûye jî gavên ku dihatin hêvîkirin hê nehatine avêtin. Menîce Yenî, pêşveçûna hêdî ya pêvajoyê rexne kir û da zanîn ku divê gavên berbiçav ji bo avakirina baweriya hevbeş bên avêtin û wiha got: “Pêvajoyeke ku nêzî sal û nîv e didome heye lê di vê pêvajoyê de gavên pêwîst û têrker nehatin avêtin. Niha em gihîştine qonaxeke girîng lê em hê jî gavên ku li bendê ne nabînin. Baweriya me bi me heye û me gav avêtine. Çek hatin şewitandin, kongreyek hat lidarxistin û biryara hilweşandinê hat dayîn. Min zarokê xwe jî winda kir, tevî vê yekê, ez dixwazim gavên pêwîst bên avêtin.
Desthilatdarî çima gavên hêdî diavêje? Çima pêvajo hêdî hêdî bi pêş dikeve? Têkoşîneke ku 50 sal in didome heye. Bêguman, her tişt di salek de çênabe lê divê pêvajo ewqas hêdî nebe. Dema ku ew gavên samîmî bavêjin dê baweriya me bi wan çêbibe.
Bila êdî hêsir ji çavên dayîkan neherikin. Qanûnên ku hatine derxistin têr nakin. Dema ku Rêberê me bigihîje azadiya xwe ya fîzîkî, deriyên girtîgehan vebin û yên li sirgûnê vegerin, em ê bibînin ku pêvajo bi rêkûpêk tê meşandin. Lê belê hî jî tiştek zelal tune ye. Pêvajo pir hêdî dimeşe.”
‘Ji bo Kurdistanê jiyana xwe ji dest dan’
Menîce Yenî diyar kir ku kesên jiyana xwe ji dest dane ne ji bo berjewendiyên xwe yên kesî, ji bo nasname, ziman û axa xwe têdikoşin û got ku ew naxwazin êşa wan kişandiye nifşên nû jî bikşînin û got: “Tu şehîdek ji bo xwe tiştek nexwest. Şehîdan ji bo nasnameya xwe, zimanê xwe, axa xwe û Kurdistanê canê xwe feda kirin. Me gelekî êş kişand û em naxwazin neviyên me jî heman êşê bikşînin. Em dixwazin li ser ax û welatê xwe bi rûmet bijîn. Em ê heta dawiyê li ser şopa zarokên xwe bimeşin.”
‘Em rengên xwe bikin yek’

Şefîka Beyazît jî destnîşan kir ku divê pêvajo li ser bingeheke demokratîk û aştiyane bimeşe, bang li gelên cuda kir ku helwestek hevpar bi pêş bixin û got: “Divê êdî dayîk negirîn. Em dixwazin ev pêvajo bi awayekî aştiyane û demokratîk bimeşe. Çima pêvajo wiha tê derengxistin? Divê pir zûtir dest pê bikira. Wê demê ewqas ciwan dê nehatana kuştin, evqas dayîk negiriyana. Divê hemû beşên civakê bên ba hev, bibin yek û vê pêvajoyê bi hev re bidin meşandin. Hemû gel xwedî rengên cuda ne. Werin em van rengan bikin yek.”