Femînîstan bertek nîşanî êrîşa zayendî ya li dijî jinên di bin çavan de dan

Li Tirkiyeyê îdiayên tacîza zayendî û muameleya xerab a li dijî jinên di bin çavan de, bûye sedema xwepêşandanên çalakvanên femînîst. Çalakvanan, bertek nîşanî pêkanînên ku li dijî jinên koçber û çalakvanên siyasî yên di navendên binçavkirinê de dan.

Navenda Nûçeyan – Piştî ku çalakvana Alman Paula Mayer, îdia kir ku piştî serdana xwe ya Bakurê Kurdistanê li Tirkiyeyê hatiye binçavkirin û ji aliyê karmendekî yekîneya koçberiyê ve rastî destdirêjiya zayendî hatiye, çalakvanên femînîst li Stenbol û Îzmîrê xwepêşandan li dar xistin. Çalakvanan, daxwaza bidawîanîna tundiya zayendî ya li dijî jinan a li qereqol, girtîgeh û navendên dersînorkirinê kirin.

Hevpeymaniya "Jin bi hev re bi hêz in”, diyar kir bûyerên ku Paula Mayer û jinên din vegotin, ne ewil in, parçeyekî pêkanînek bipergalî ku bi taybetî çalakvanên siyasî û jinên koçber hedef digre ye.

Xwepêşandanên ku li Qada Tunelê ya Stenbolê kom bûn, li dijî îşkenceya zayendî pankartan hilgirtin û dirûşma "Jin Jiyan Azadî" berz kirin.

Çalakvana Alman Paula Mayer, îdia kiribû ku di dema binçavkirinê de li navenda koçberiyê rastî mudaxeleya xirab hatiye, di hucreya yekkesî de hatine girtin û li wir ji aliyê karmendekî ve rastî êrîşa zayendî hatiye.

Paula Mayer, diyar kir ku ew û 16 çalakvanên din di Çileya 2026’an de serdana Bakurê Kurdistanê kirin û di dema serdanê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin binçavkirin.