DYE’yê êrîşî Îranê kir: Îranê ragihand ku dê bersiv bidin
Li gel êrîşên hewayî yên DYE’yê li dijî Îranê, li gelek welatên Rojhilata Navîn ji nû ve êrîşan dest pê kir. Fermandariya Navendî ya DYE’yê ragihand ku du amûrên fuzeyan ên Îranê li Girava Larak li Tengava Hurmuzê hedef girtine.
Navenda Nûçeyan – DYE’yê piştî mehekê carek din êrîşî Îranê kir. Fermandariya Navendî ya DYE’yê (CENTCOM) ragihand ku du amûrên fuzeyan ên Îranê li Girava Larak a li Tengava Hurmuzê hedef girtine. Artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê diyar kir ku di êrîşan de kuştî û birîndar hene û ragihand ku dê bersiva êrîşan bidin.
Berdevkê CENCTOM’ê Tim Hawkins diyar kir ku hêzên DYE’yê roja Yekşemê li du amûrên fuzeyan ên Îranê li Girava Larakê ya li Tengava Hurmuzê bûne, xistine.
Êrîş di demek ku şer kêm bûbû de pêk hat. Rêveberiya Trump hefteyên dawî li şûna operasyonên leşkerî, giranî dabû ser zexta aborî ya li dijî Îranê. CENTCOM’ê her wiha hefteya derbasbûyî ragihand ku trafîka keştiyan a navneteweyî ya li Tengava Hurmuzê temam bûye. Hawkins da zanîn ku hêzên DYE’yê bûyerên li herêmê ji nêz ve dişopînin û amade ne ku herikîna serbest a bazirganiya li rêgeha krîtîk a avê biparêzin.
Ji Îranê daxuyanî
Muhafizên Şoreşa Îranê jî diyar kir ku di êrîşên DYE’yê, yên li Girava Larakê de mirî û birîndar hene. Daxuyaniyê diyar kir ku dê ‘bersivê’ bidin êrîşan.
Tengava Hurmuzê ku beriya şer ji pênc paran parek ji çavkaniyên hîdrokarbon jê derbas dibû, piştî ku şerê di navbera Îran û DYE’yê de dest pê kir, bû yek ji xalên herî krîtîk ên rageşiya li herêmê.
Êrîşa li dijî Urdunê
Piştî ku şerê di navbera DYE û Îranê de dîsa dest pê kir, êrîşên li dijî gelek welatên li Rojhilata Navîn dîsa dest pê kirin. Li Urdunê gelek baregehên DYE’yê hedef hatin girtin. Hêzên Leşkerî yên Urdunê der barê êrîşan de daxuyaniyek nivîskî da û eşkere kir ku 8 fuzeyên ketine qada wan a hewayî hatine xistin. Daxuyaniyê diyar kir ku fuze beriya ku li welatî yan jî li hinek deran bikevin, bi serkeftî hatine îmhakirin.