Zêdebûna penceşêra pêsîrê gef li jiyana jinan dixwe

Penceşêra pêsîrê ya zêde dibe gef li jiyana jinan dixwe. Bijîjkên Tûnisî yên bal kişandin li ser metirsiya zêdebûna pênceşêra pêsîrê û bang li jinan kirin ku li hemberî wê hişyar tevbigerin.

NAZÎHA BOUSSAÎDÎ

Tûnis – Penceşêra pêsîrê yek ji wan cureyên vê nexweşiyê ye ku jin pê dikevin. Di sala 2022’an de 3 hezar û 884 bûyerên nû hatine tomarkirin, an jî ji her 100 hezar jinan nêzî 53,3 bûyer hatine tomarkirin. Heke pêşîlêgirtin û çavdêrîkirina nexweşiyê di qonaxên destpêkê de nayên kirin, rewş nîşan dide ku îhtîmala tomarkirina zêdebûna nîşaneyan bigihîje 5 hezar û 939 bûyeran. Ger wiha biçe dê di sala 2030’an de ji sedî 73 jin bi vê nexweşiyê bikevin.

Xwarin yek ji sedemên sereke ye

Gelek sedem hene ku bûne sedema belavbûna penceşêra pêsîrê di nav jinan de, ya sereke jî xwarina nebaş e. Der barê vê yekê de pispora xurekê Meryem Kişk got: “Xwarin di rewşên penceşêra pêsîrê de pêwîst e, baş be ji ber ku bandoreke wê ya mezin heye mîna xwarinên ku hema li derve bi cureyên tiştên nayên zanîn tên amadekirin û konserveyên amade. Reng, çêj û madeyên ku ji mirîşkên ku zû di çewlikan de tên mezinkirin tên çêkirin, ji bo tenduristiyê gelek kesan xeternak in û dibin sedema penceşêra pêsîrê.”

Meryem Kişk diyar kir ku jinên li bajaran dijîn li gorî jinên li herêmên gundewar zêdetir bi penceşêra pêsîrê dikevin. Ev yek jî ji ber xwarinên xwezayî hewa û derdorê ye.

Çalakiyên hişyariyê tên lidarxistin

Dr. Sharaz Baji anî ziman ku ji bo kêmkirina penceşêra pêsîrê, pêwîstiya jinan bi gelek hişyarî û hestiyariyê heye ku divê şêwaza xwarina tendurist bişopînin û got: “Li ser vê yekê ji bo lidarxistina kampanyayên hişyarî û hestiyariyê li ser pêwîstiya xwedîderketina li şêwaza xwarina rast me gelek kampanyayan ji bo jinan li cihên cuda li dar xistin. Di çalakiyê de poster û broşur hatin belavkirin ku li ser çawaniya pêşîlêgirtina nexweşiyê û pêwîstiya şopandina rêgezên tendurustiyê hatin belavkirin.”  

Dermankirin gengaz e

Dr. Fewzia Janeh got: “Pisporên jin li Al-Diwanê kar dikin ji bo pêkanîna kampanyayên hişyarî û hişyarkirinê, bi taybetî di meha Cotmeha Pembe de, da ku bigihîjin hejmara herî mezin a jinan. Di berdewamiya kampanyayên hişyarî û hestiyariyê de, giranî tê dayîn ku xwe muayenekirina pêsîrê bikin û ji jinên hedef re rave bikin ku wê çawa bikin, di qonaxa yekem de wê tesbît bikin.

Pêşîlêgirtin, di başbûna ji vê nexweşiyê de roleke bingehîn dilîze û hejmara bûyerên enfeksiyonê dikare were kêmkirin. Heke nexweşî zû were tesbîtkirin bi riya xwe bi xwe mayenekirina pêsîrê mehê carekê û mamografiya demkî ji bo jinên ji pêncî salî mezintir, ji bilî muayeneyê di dema pêvajoya muayeneyê de ji hêla bijîjk ve.”

‘Divê jin hişyar bin’

Sekreterê Giştî yê Komeleya Nexweşên Penceşêrê ya Tûnisê Malak Ben Arfa diyar kir ku nexweşiya penceşêra pêsîrê gihîştiye asta metirsîdar û wiha domand: “Divê jin xwe bi xwe muayene bikin û testên destpêkê bikin. Ji ber ku ew nexweşiyek bêdeng e û belav dibe lê îmkanên dermankirinê mimkun in û çi zûtirîn çêtir e. Rewşa genetîk di enfeksiyonê de rolek girîng dilîze.”

Malak Ben Arfa diyar kir ku Komeleya Giştî ya Tûnisê ji bo Nexweşên Penceşêrê hemû xizmetan pêşkêşî nexweşan dike û ji bo peydakirina hemû hewcedariyên wan dixebite.