‘Çapemeniya Başûr berpirsyariya xwe ya li hemberî gel pêk nayne’

Rojnameger Niyan Mehmûd diyar kir ku divê karê sereke yê çapemeniya Başûrê Kurdistanê pirsgirêk û çareseriyên civaka Kurd be.

ŞÎNYAR BAYÎZ

Silêmanî- Li Başûrê Kurdistanê ji derveyî pirsgirêkên aborî, her diçe pirsgirêk zêde dibin. Dezgehên çapemeniya fermî û yên di bin siya partiyan de bê berpirsyarî tevdigerin behsa rewşa gel nakin. Lê belê di pirsgirêka neteweyî, bi taybetî siyasî de yan bêdeng in an jî nabin dengê gelê xwe.  

‘Tu zagonên ragihandina desthilatdariya Başûrê Kurdistanê nîn e’

Rojnameger Niyan Mehmûd der barê karê ragihandinê de wiha got: “Li Başûrê Kurdistanê tu zagon, prensîb û destwerdaneke ragihandinê nîn e kar li gorî wê bê kirin. Xala hevbeş û tenê prensîbek di nava ragihandinan de nîn e ku li gorî wê kar bikin. Zagonên ku ji parlamentoyê derketibin, kar li ser wan nayê kirin. Li Başûrê Kurdistanê prensîba xebatê nîn e, çapemenî li gorî daxwazên kesên xwe kar dikin. Ragihandin divê rewşa neteweyî û gel di her demê de girîng bibîne. Li Rojavayê Kurdistanê şer û pirsgirêkên mezin hene ku Kurd tê de dijîn lê belê ragihandina qaşo Kurdî ya başûrê Kurdistanê ya girêdayî desthilatdariyê li ser hestên ayînî, bawerî kar dike û behsa şerê li Xezayê dike. Ji ber wê jî ev bûye sedem ku hemû  prensîb ji holê rabin.”

‘Bûyerên li Xezayê rûdidin ji dîrokê ve heta niha li Kurdistanê jî diqewimin’

Niyan Mihmûd destnîşan kir ku ne tenê divê berpirsên partiyan di xema gel de bin, berpirsyariya ragihandin û wezareta rewşenbîrî û wezareta perwerdeyê ye jî û got, "Ji ber ew parvekirin bandorê li ser nifşên pêşerojê û civaka niha dikin. Lê belê pirsgirêk ew e ku tu alî bi berpirsyarî nêz babin. Behskirina pirsgirêkên gelê Kurd û çareseriyan divê rojeva yekem a ragihandina Kurd be, ne behsa Îsraîl û Filistînê be. Ji ber ku ya li Xezayê rû dide rojane li çar aliyên Kurdistanê diqewimin. Divê helwesta Kurdan li hemberî tiştên ku tên kirin hebe û li dijî dijmin xwedî helwest bin. Ger partî û desthilatdar nikarin ragihandinek bi tendirust ava bikin divê kesên ku bi karê ragihandinê re mijûl in kom bibin û torek ava bikin. Bi taybetî ji bo karê ragihandinê, diyar bikin ji bo vê rewşa divê ragihandin çawa kar bike. Weke xebatkareke ragihandinê daxwaza min ew e ku her kesa ku di ragihandina dîtbarî yan jî beşên din de dixebite karê rast ê ragihandinê bike, bibe sedemek ji bo çareseriya asta ragihandinê. Rêveberên ragihandinê jî xwe wek berpirsyar bibînin di asta rewşa ku ragihandin tê de ye û hewldana pêşxistinê bidin.”