Li Xezayê de hejmara miriyan bû 9 hezar û 61

Wezareta tendirustiyê ya Xezayê aşkere kir ku hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane di nava 24 saetan de bûye 265 bûye û ji 9 hezaran derbas kiriye.

Navenda Nûçeyan- Piştî Operasyona Hemasê ya di 7’ê Cotmehê de bi navê ‘tûfana Eqsayê’ da destpêkirin, di êrîşên Îsraîlê de hejmara kesên ku li Zîvala Xezayê jiyana xwe ji dest didin zêde dibe. Li gorî daxuyaniya wezareta tendirustiyê ya Xezayê; di encama êrîşên Îsraîlê de hejmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dane di nava 24 saetan de bûye 265 û bi vê yekê hejmara giştî bûye 9 hezar û 61.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di nava kesên jiyana xwe ji dest dane de 3 hezar û 769 zarok in, 2 hezar û 327 jin hene.