Xelata Lale ya Mafên Mirovan ji Hulya Gulbahar re hat dayîn

Xelata Lale ya Mafên Mirovan a ji aliyê Hikûmeta Hollandayê ve tê dayîn, îsal hêjayî dilxwaza EŞÎK'ê Hulya Gulbahar hat dîtin.

Navenda Nûçeyan- Xelata Lale ya Mafên Mirovan a ku ji aliyê Hikûmeta Hollandayê ve ji bo kesên ku li seranserê cîhanê mafên mirovan bi riyên aştiyane û nûjen didin naskirin û piştgiriyê dikin tê dayîn, îsal ji parêzvana mafên mirovan, parêzera femînîst, dilxwaza EŞÎK’ê (Platforma Jinan a Ji bo Wekheviyê) Hulya Gulbahar re hat dayîn.

Bi vexwendina Balyozê Hollandayê Joep Wijnands re, nûnerên saziyên sivîl ên ji çar aliyên Tirkiyeyê ji bo merasîma Xelata Mafên Mirovan li Enqereyê li hev civiyan. Balyoz Joep Wijnands ê di merasîmê de axivî, bal kişand ser girîngiya bihêzkirina jinan di nava civakê de û got ku divê nûnerên saziyên sivîl ên di vî warî de dixebitin jî bên piştgirîkirin.

Joep Wijnands, bi bîr xist ku Xelata Lale ya Mafên Mirovan a Hikûmeta Hollandayê ji sala 2008'an û vir ve ji bo xelatkirina kesên ku ji bo parastin û teşwîqkirina mafên mirovan werêktî nîşan didin tê lidarxistin û got ku pêvajoya namzediyê ji bo parêzvanên mafên mirovan ên li hemû cîhanê tê meşandin. Joep Wijnands, da zanîn ji ber îsal xelatê li Tirkiyeyê didin Hulya Gulbahar kêfxweş in û wiha got: "Rola we ya balkêş a di yekgirtin û xurtkirina tevgera mafên jinan a li Tirkiyeyê de, we hêjayî vê xelatê dibîne!”

'Ji bo min rûmetek mezin e'

Hulya Gulbahar, di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal de wiha got: “Xelata Lale ya Mafên Mirovan a Wezareta Karên Derve ya Hollandayê, xelateke girîng e û ev xelat ji bo na min rûmetek mezin e. Di ragihandina xelatê de, gotina ‘Rola we ya balkêş a di yekgirtin û xurtkirina tevgera mafên jinan a li Tirkiyeyê de’ cihê rûmetek cuda ye, ji hemûyan re sspas dikim.”