Xelkê Mexmûrê li dijî lihevkirina Iraq û PDK’ê meşiyan

Xelkê Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî Mexmûrê li dijî lihevkirina hikumeta Iraqê û PDK’ê yên li ser xalên konrolê yên çiyayê Qereçoxê meşek girseyî li darxistin.

Mexmûr - Di 19’ê Cotmehê de Fermandariya Biryargeha Navendî ya Parastina Gel bi daxuyaniyekê da diyar kirin ku hemû hêzên xwe ji Mexmûrê vekişandine. Piştî vekişîna HPG’ê, di 22’ê Cotmehê de li Çiyayê Qereçoxê ji ber xalên berê yên HPG’ê, di navbera hêzên PDK û artêşa Iraqê de şer û pevçûn derketin. Di encama pevçûnê de ji herdu aliyan mirî û birîndar çêbûn.

Hat zanîn ku duh li firqeya 14’an a Mexmûrê di navbera şandeya PDK’ê û Iraqê de hevdîtin çêbûye. Di encama hevdîtinê de 3 xalên li çiyayê Qereçox wê bê dayîna hêzên PDK’ê û 3 xal jî wê di destê hêzên Iraqê de bin.

Li dijî vê biryarê xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê meşek girseyî li darxistin. Meş ji ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan destpêkir heya ber seytereya hikûmeta Iraqê. Di meşê de bê navber dirûşmeyên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Bimre Îxanet’ hatin berzkirin. Piştî ku gel li ber seytereyê rawesta rêveberiya wargehê hevdîtin bi şandeyek a Iraqê re kir. Piştî hevdîtinê ji gel re daxuyaniyek hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê Endamê Komîteya Peywendiyên Derve ya Mexmûrê Mamosta Seîd Çomlek ve hat dayîn.

Seîd Çomlek diyar kir ku ew wek xelkê wargeha Mexmûrê bicihbûna PDK’ê ya li xalên derdora wargehê tu caran qebûl nakin û got: “Em her carî dubare dikin emê cardin dubare bikin bila hemu cîhan bizane, em hebûna hêzên PDK’ê ya li Qereçox qebûl nakin. Ji sala 94’an ya koçberiya me heya roja îro zextên PDK’ê û dewleta Tirk li ser me kêm ne bune. Sedemê hatina me ya Mexmûrê êrişên PDK û hevkariya wî ya bi dewleta Tirk re ye. Em bi tu awayî hatina hêzên PDK’ê li ser çiyayê Qereçox qebûl nakin.”

‘Qereçox radestî PDK’ê ne hatiye kirin’

“Seîd Çomlek encama hevdîtinê wiha bilêv kir: “Me derbarê mijarê de hevdîtin bi wan re kir û me cardin daxwazên xwe pêşkêşî wan. Me ji wan re got em qebul nakin PDK li wir bicih bibe. Wan jî ji mere got ku nûçeyên hatine belav kirin şaş hatine fêm kirin û wek hatî diyarkirin em Qereçox radestî hêzên PDK’ê nakin. Em garantiyê didin, em dixwazin hun ji me bawerbikin û em jî ji we bawerbikin. Wê di hemu xalan de hêzên herêmê hebin û emê parastina Mexmûr û herêmê bikin. Hêzên PDK’ê bicih nebune Iraq bicih bune û ger hun bawernekin werin qontrolê bikin.”