Nivîskar Dilşa Kocakaya hat girtin

Nivîskar Dilşa Kocakaya ku ji ber nivîsa ji bo piştevaniya bi Rojnameya Ozgur Gundemê re nivîsandibû sal û 3 meh cezayê girtîgehê lê hatibû hatin hat girtin. Ji bo rojnameger Nazlîcan Nûjîn Yildiz de jî di doza ku dihat darizandin ceza hat xwestin.

Navenda Nûçeyan- Ji ber nivîsa Dilşah Kocakaya ya di Ozgur Gundemê ya bi KHK'ê hat girtin de bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê" salek û 3 meh ceza lê hatibû birîn.

Piştî ku ceza hat dayîn ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin û Dilşah Kocakaya duh li Edîrneyê hat binçavkirin. Piştî biryara erêkirinê ya Dadgeha Bilind li Muduriyeta Emniyetê ya Edîrneyê hat xwendin Dilşah Kocakaya şandin girtîgehê. Der barê girtîgeha ku Dilşa Kocakaya şandine de heta niha tu agahî ji malbata wê re nehatiye dayîn.

Ji bo Nazlican Nûjîn Yildiz jî ceza hat xwestin

Doza ku der barê nûçegihana JINNEWS'ê Nazlican Nûjîn Yildiz de bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hat vekirin berdewam kir. Di 4'emîn danişîna ku li 21'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Edliyeya Bayraklî ya Îzmîrê hat dîtin de Nazlican Nûjîn Yildiz û parêzerên wê amade bûn. Danişînê piştî tesbîta nasnameyan dest pê kir.

Parêzerên Nazlîican Nûjîn Yildiz, belgeyên ku nîşan didin kesên di hevdîtina telefonê de ferdên malbata wê ne, li JINNEWS'ê stajerî dike û xwendekara Zanîngeha Egeyê ye, pêşkêşî dadgehê kirin. Parêzerên ku dosyaya Ayhan Bakir ê di çarçoveya heman dosyayê de beraat kir de jî pêşkêşî dadgehê kirin, xwestin şertê kontrola edlî ji ser Nazlican Nûjîn Yildiz rabe û materyalên dîjîtal ên aydî Nazlican Nûjîn Yildiz bên teslîmkirin. 

Danişîn hat taloqkirin

Dozger di mutalaaya xwe de anî ziman ku komele bi fermana rêxistinê hatiye avakirin û xwe spart îfadeyên şahid Buse Aslan û şahidê veşartî Dokuz û ceza xwest. Parêzerên Nazlican Nûjîn Yildiz jî ji bo parastinê daxwaza demê kirin. Şandeya dadgehê biryara berdewamiya qedexeya derketina derve û rakirina şertê kontrola edlî da û danişîn taloqî 7'ê Kanûnê hat kirin.