Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezaya dorpêçkirî berdewam dike

Îsraîlê li Xezayê li derdora Nexweşxaneya Qudsê êrîşeke hewayî pêk anî. Dema ku jeneratora sereke ya nexweşxaneya Endonezyayê kar nake, fealiyetên yekane navenda ku nexweşên penceşêrê lê tên derman kirin, rawestiya.

Navenda Nûçeyan – Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê ku sivîl û cihên jiyanê dike armanc, ji 7’ê Cotmehê ve berdewam dike. Balafirên şer ên Îsraîlê li bakûrê Beyt Hanûn, Beyt Lahiye û Taxa Kerametê êrîşên li pey hev pêk anîn.

Gefên li dijî nexweşxaneya Qudsê didome

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, başûr û rojhilatê bajêr bi hewa û topan tê bombebaran kirin, êrîşên li ser Şêx Ridvan, Taxa Nasr, Kampa Penaberan a Şatî û derdora wê dewam dikin. Artêşa Îsraîlê ku li derdora Nexweşxaneya Qudsê ya girêdayî Heyva Sor a Filistînê ku li Taxa Tel el-Heva ya li başûrê Xezayê kar dike êrîşên hewayî pêkanî, gefên lêdana nexweşxaneyê domand.

Êdî jeneratora sereke ya Nexweşxaneya Endonezyayê naxebite

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê hişyarî da ku ger bi rojan sotemenî neyê dayîn dibe ku karesetek nêz bibe û ragihand ku êdî jeneratora sereke ya Nexweşxaneya Endonezyayê naxebite. Hate diyar kirin ku nexweşxane neçar e jeneratora yedek bi kar bîne, hat dest nîşan kirin ku ev tê wateyê rawestandina stasyona oksîjenê ya nexweşxaneyê û cihê hewayê. Rayedaran diyar kirin sarincên ku cenaze tên bi cih kirin jî naxebite û ragihandin beriya ku nexweşxane bi tevahî were girtin, jeneratorên yedek dikare çend rojan bi kismî bixebitin.

Li Kampa Penaberan a Cibaliya hejmara qurbaniyan bû 195

Ofîsa Ragihandinê ya Hikûmetê ya li Xezayê ragihand di 2 êrîşên ku artêşa Îsraîlê li ser Kampa Penaberan a Cibaliya ya li bakurê Şerîda Xezayê pêk anîn de hejmara qurbaniyan derket 195’an, 777 kes birîndar bûn û herî kêm 120 filistînî jî winda bûn.

'Êrîşên li dijî kampê sûcên şer e'

Ofîsa Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî der barê vê êrîşê de li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal ev parvekirin kir: "Dema asta hilweşîn û wendahiya sîvîlan a piştî êrişa Îsraîlê ya li ser Wargeha Penaberan a Cîbaliya rû da berçav tê girtin, fikarên me yên cidî çêdibe ku ev êriş sûcê şer a bê hevseng bin.”

Xebatên yekane navenda ku nexweşên penceşêrê lê tên dermankirin rawestiyan

Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê ragihand ku Nexweşxaneya Dostaniya Tirkiye û Filistînê ya ku yekane navenda ku nexweşên pençeşêrê li Şerîda Xezayê lê tên dermankirin, ji ber êrîşên Îsraîlê xebatên xwe rawestand. Midûrê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus di parvekirina xwe ya li ser hesabê xwe yê medyaya dîjîtal da diyar kir ku Nexweşxaneya Dostaniya Tirkiye-Filistînê niha nikare bixebite û ji bo xilaskirina jiyanê banga piştevaniya lezgîn kir.

Di parvekirina li ser hesabê medyaya dîjîtal a Doktorên Sînornenas (MSF) de hat ragihandin ku ji ber êrîşa 30'ê Cotmehê ya li Nexweşxaneya Dostaniya Tirkiye û Filistînê, xisareke mezin li qata sêyemîn a tesîsê ketiye. Di nivîsê de hat gotin, "Nexweşxaneya Dostaniya Tirkiye-Filistînê ji îro pê ve ji ber kêmbûna sotemeniyê û gelek êrîşên ku bandorê li tesîsê dikin, xizmetên xwe rawestandiye. Ev nexweşxaneya dewletê ya yekane ya li Xezeyê ye ku nexweşên penceşêrê lê dikarin bên dermankirin û bi dehan kes jiyana xwe ji dest dan. Nexweşên penceşêrê niha di xetereya cidî de ne."

'Zarok av û xwarinê dixwazin'

Komîserê Giştî yê Ajansa Alîkarî û Xebatê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Penaberên Filistînî yên li Rojhilata Nêzîk (UNRWA) Philippe Lazzarini, diyar kir ku ew îro cara ewil hat Xezayê û wiha got: "Dema ku min li Xezayê gel û bi taybetî jî zarokan dît ez matmayî mam. Zarokên li Xezayê xwarin û avê dixwazin. Ez li cihên ku piştî rageşî zêde bûn serdan kir, rastî rewşeke wek ya Xezayê nehatim."

Philippe Lazzarini bal kişand ku armanca serdanê ew bû ku bi tîma kar a ajansê re hevdîtin pêk bîne û rêzdariya xwe ji hemû xebatkarên eniya pêş re diyar bike û wiha got:  "Karmendên UNRWA, bi taybetî jî piştî mirina 70 karmendên me li Xezayê bedelên giran didin. Philppe Lazzarini pirsa ku dê UNRWA li Xezayê xebatên xwe bidomîne yan ne, wiha bersivand: "Helbet peyama min ew e ku divê UNRWA li cem penaberên Filistînî yên li Xezayê bimîne." Philippe Lazzarini balkişand li ser pirgirêkên xurek, av û sotemeniyê, diyar kir sotemeniya li Xezayê her tişt e û wiha got: "Ji ber ku bê sotemenî, em nikarin jenerator firin, nexweşxaneyan û avê pompe bikin."

Li Xezayê 11 firinên nan hatin hilweşandin

Ofîsa Koordînasyona Karûbarên Mirovî ya NY’ê UNOCHA, ragihand ku ji 7’ê Cotmehê û vir ve li Xezayê 11 firinên nan hatine xerakirin. UNOCHA ragihand ku 6 ji firinên hatine rûxandin li Xezayê, 2 li Cibaliye, 2 li Herêma Navîn û yek jî li Xan Yûnisê ne. UNOCHA ragihand ku ji roja Çarşemê ve, tenê 9 firin li Xezayê kar dikin û dema gel "bi seaten di rêzan de” diseknîn, rastî, “rastî êrîşên hewayî” tên. Di daxuyaniyê de hat dest nîşan kirin ku firînên nan ji UNOCHA’yê ard distînin, lê ji ber kêmbûna sotemeniyê di domandina xebatên xwe de zehmetiyan dikşînin.