TJA: Divê demildest Gultan Kişanak bê berdan

TJA'yê ji ber ku dema girtinê ya dirêj a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak xelas bûye jî nayê berdan bertek nîşan da û ev bang kir: “Gultan Kişanak dîl tê girtin, bila demildest bê berdan.”

Navenda Nûçeyan- Bi pêşengtiya Tevgera Jinên Azad (TJA) li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Amedê têkildarî tevî dema girtinê ya dirêj a Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak xelas bûye jî nayê berdan, daxuyanî hat dayîn. Ji daxuyaniya ku pankarta “Gultan Kışanak û girtiyên di zindanan de vîna me ne” hat vekirin de endamên jin ên HEDEP û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) jî piştgirî dan. Hevseroka HEDEP’a Amedê Pinar Sakik Tekîn di daxuyaniyê de axivî û got ku dema jin ji bo jiyana azad têdikoşin, îqtîdara faşîst a AKP-MHP’ê êrîşên xwe zêdetir dike. Pinar Sakik Tekîn destnîşan kir ku zextên li ser jinên Kurd ên siyasetmedar zêdetir dibin, da zanîn ku bi taybetî bêhiqûqiyên li girtîgehan li dijî jinan tên kirin êdî veguherîne îşkenceyê.

‘Armanca hikûmetê ew e ku nasnameya rêxistinî ya jinan krîmînalîze bike’

Pinar Sakik Tekîn a got: “Îro mekanîzmaya 'dadwerî' ya desthilatdariyê ya ku dijminatiyê li Kurdan dike, di bingeha xwe de armanc dike ku bi doza Komploya Kobanê hêz û têkoşîna rêxistinî ya ku jinan di civakê de ava kiriye û bi pêş xistiye bişkîne. Her wiha ji ber ku nekaribû bi rejîma qeyûm ew nasnameya rêxistinî ya jinan tune bike niha armanc dike ku bi krîmînalîzekirinê vê yekê bike”, diyar kir ku bi taybetî polîtîkayên êrişan ên weke sûcdarkirina xebatên ku em dimeşînin, binçavkirin û girtina siyasetmedarên jin ên Kurd, ji vê armancê ne serbixwe ye.  

'Dîlgirtina Gultan Kişanak didome’

Pinar Sakik Tekîn, dozên girtina HDP'ê û Kobanê bi bîr xist û diyar kir ku ji 168 jinan re qedexeya siyasî tê xwestin û wiha axivî:

‘Rêhevala me, aktîvîsta TJA’yê û Hevşaredara me ya Bajarê Mezin a Amedê Gultan Kişanak a ku îro di çarçoveya doza Kûmpasê ya Kobanê de ku tevî 168 jinan tên darizandin, tevî girtina wê ya antîdemokratîk û li gorî hiqûqa wan diviyabû ku bihata berdan jî 7 sal di ser de derbas bûye lê nayê berdan. Ji ber ku ev 7 sal in bi awayekî bêhiqûqî girtineke ‘îstisna’ ye divê demildest Gultan Kişanak bê berdan.”

'Girtina Huda Kaya nîşan dide ku êrîş nehatiye guhertin'

Pinar Sakik Tekîn, diyar kir ku girtina Huda Kaya nîşan dide ku êrîşa li dijî siyaseta demokratîk nehatiye guhertin û wiha got: “Em wek jin dibêjin; em ê hemû li dijî desthilatdariya paşverû ya faşîst a AKP-MHP’ê ya ku hewl dide azadî û rêxistinbûna jinan di nava tecrîdê de bihêle ne. Mînaka vê ya herî dawî jî bi girtina parlamentera HDP’ê ya serdema borî Huda Kaya hat jiyîn. Em girtina Huda Kaya û ya hemû jinên têkoşer ku li dijî faşîzmê li ber xwe didin şermezar dikin. Li dijî vê hişmendiya paşverû ya li dijî têkoşîna jinan em dibêjin; em hemû Gultan Kişanak in, Mukaddes Kubîlay, Sara Kaya, Dîlek Hatîpoglu, Zeynep Bîngol, Sabîte Ekîncî, Hulya Alokmen Uyanık, Nûrhayat Altûn, Rojbîn Çetîn, Leyla Guven, Ayşe Gokkan û Huda Kaya ne. Em xwedî heman hest û heman rêxistinbûyînê ne ku bi biryardariya têkoşînê ya gelek hevriyên xwe yên jin ku bi pêş dikeve ye. Heta ku hilm û nefesa me têr bike, heta her cihê ku dengê me bigihîje û her dem em ê gotina ‘jin, jiyan, azadî’ bibêjin û biqîrîn.

Cemîle Turhalli Balsak: Pêvajoyeke êrîşa li dijî jinan hat destpêkirin

Hevberdevka Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê ya HEDEP'ê Cemîle Turhalli Balsak jî anî ziman ku dema darizandina li Meletiyê berdewam dikir, doza duyemîn hatiye vekirin û got ku pêvajoyeke êrîşa li dijî jinan hatiye destpêkirin. Cemîle Turhalli Balsak, diyar kir ku li dijî HDP'ê doza kûmpasê hatiye vekirin û wiha got:

"Em dizanin ku îro dewletê ji jinên Kurd  re şer îlan kiriye. Qada îro ku dikare vê yekê weke qilifa herî baş bi kar bîne, daraz e. Daraz îro wek gopalê hikûmetê tê bikaranîn. Li dijî jinên ku di siyaseta demokratîk de îsrar dikin êrişên cidî hene. Li hemberî hevserokatiyê êrîş hene. Êrîşên li dijî Gultan Kişanak, Sabahat Tuncel û Ayla Akat Ata ne ji vê cuda ne. Muxalif ji aliyê wan ve weke dijmin tên dîtin. Mudaxeleya parastinan tê kirin. Li vir em êrîşên li ser tevgera jinên Kurd û tevgera siyasî ya Kurd dibînin. Gultan Kişanak 7 sal in girtî ye, li gorî qanûnên xwe jî tevnagerin. Girtina 7 salan derbas nake. Tişta ku îro tê kirin tundiya darazê ye. Ya ku îro ji bo Huda Kaya tê kirin, berdewamiya vê yekê ye. Huda Kaya gotiye, 'Têkoşîna herî baş, bi qasî îbadetê bi nirx e'. Îro ji ber ku di vê xalê de ye hat girtin.”

Piştî daxuyaniyê, jinan dirûşma “Jin, jiyan, azadî” berz kirin.