Zarokên Qampa Tel Al-Samen amadekariya pêşerojek bê şer dikin

Perwerdekarên ku li Kampa Tel El-Samen a dikeve Bakurê bajarê Reqayê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû şert û mercan ji bo pêşeroja zarokan pêk tînin, diyar kirin ku ew hewl didin şarezayên zarokan ên weke stranbêjî û wênesaziyê pêş bixin.

YUSRA AL-EHMED

Reqa - Dewleta Tirk di sala 2019’an de bajarê Grê Spî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeê dagir kir. Di dema ku bi hezaran kes ji ber dagirkeriyê neçar man koçber bibin, ji bo koçberan qampa Tel El-Samen a ku 6 hezar û 600 kes heye 30 kîlometre dûrî bajarê Reqayê hate avakirin. Rêveberiya kampê ku ji bo çareseriya pirsgirêkên kampê berdewam dike, dibistanek ji zarokan re vekir. Rêvebera dibistanê Xadice El-Casim, mamoste Hana Îsmaîl El-Eqrab û xwendekar Avîn Xelîl têkildarî rewşa perwerde û hîndekariya zarokan ji ajansa me re axivîn.

Hejmara zarokan zêde dibe

Xadice El-Casim di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku wan îsal dibistana seretayî û dibistana amadehî li kampê vekirine û diyar kir ku hejmara xwendekaran zêde bûyeû wiha berdevam kir: “Di havînê de ji ber nebûna xizmetguzariyên bingehîn ên wekî ceyran û avê, gel rastî zehmetiyan dihat. Di zivistanê de jî sermaya zêde jiyanê neyînî bandor dike. Rêveberiya kampê ewlehiya laşî û perwerdehiya xwendekaran dabîn dike, ji malbatan re jî  ji bo ku li hember zarokên xwe xwedî berpirsiyarbin  perwerdeyên hişyariyê û rehberiyê tê dayîn.”

Kon ne li gor avhewayê ye

Mamoste Öğretmen Hana Ismaîl Al-Aqrab jî wiha got: "Kesên ku ji cîh û warê xwe bûne di kona ku dimînin ne ji bo havînê ne jî ji bo zivistanê guncav e. ji ber rewşa evhewayê zarok her tim dibin xeteriyê de ne. Di demen bahozê de xelk ditirsin ku konên wan biqete, de dema baranê de jî metirsiya lehiyê dijîn. Madeyên şewatê xeterî bi xwe re tîne. Sala borî ji ber şewata ku derket zarokek 8 salî jiyana xwe ji dest da. Di laşê 4 xwendekaran de jî şewat çêbû. Ji ber ev rewşa ku tê jiyîn di zarokan de tirs û panîk dide avakirin.”

‘Em ji bo zarokan hewil didin’

Hana Îsmaîl El-Eqrab di berdewamiya axaftina xwe de di bernameya dibistanê li ser girîngiya zêdekirina çand û exlaq de wiha got: “Polştîkayên şerê taybet ên dewleta Tirk li ser Grê Spî di derûniya zarokan de bandorek hişt. Em hewl didin ku nirx û prensîbên exlaqî di zarokan de xurt bikin, pirsgirêkên ku ew di malbatê de û bi hevalên xwe yên polê re li dibistanê dijîn bi rêkûpêk çareser bikin û cîhek ewle ji wan re peyda bikin. Rûxmê êş, şert û mercên dijwar ên koçberiyê jî gelek xwendekar hene ku bi saya keda xwe di xwendina xwe de bi ser dikevin. Em hewl didin bi çalakiyên ku li kampê tên li dar xistin hunerên zarokan ên weke stranbêjî û wênesaziyê pêş bixin.”

‘Ez dixwazim wegerim mal û dibistana xwe’

Yek ji xwendekaran 15 salî Avîn Xelîl jî got: "Bi hatina zivistanê re jiyana me di konên ku em tê de dijîn gelekî zehmet dibe." Di rojên baranê de em nikarin têkevin konan de. Lê ji ber nexweşiyên kronîk ên ku ji ber sermaya zêde çêdibin, ji bo xwe ji sermayê biparêzin em neçar in di konan de bimînin. Ez dixwazim Girê Spî azad bibe û vegerim mal û dibistana xwe.”