‘Em ê şaredariyên xwe careke din ji qeyûman bigrin'

Jinen ji DEM partî yên xebatên xwe yê hilbijartinê didomînin gotin “Dê qeyûm biçin û em ê werin' û anîn ziman ku dê şaredariyên xwe yên îradeya bi milyonan kesan xesp kirine paş de bigrin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji bo ku namzedên di hilbijartina xwecihi ya 31'ê Adarê li Tirkiyeyê bê lidarxistin nîşan bide, wê bi pêş hilbijartinên ku li 50 navendan bên lidarxistin diyar bike. Wê di pêş hilbijartinan de parlamenter, endamên Meclisa Partiyê, Meclisa Jinan, Meclisa Ciwan û rêveberên navçeyan, nûnerên saziyên civaka sivîl peywirdar bin. Piştî diyarkirina namzedan wê starta xebatên hilbijartinên xwecîhî bê dayîn. 

HDP’ê di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019’an de şaredariyên 3 bajarên mezin, 5 bajar, 45 navçe û 12 bajarok jî di nav de bi giştî 65 şaredariyan bi dest xist. Hezar û 230 endamên meclisên şaredariyê, 101 endamên meclisa giştî ya bajar a HDP'ê hatin hilbijartin. Lê tevî şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê 5 jê bajar, 33 jê navçe û 7 jê şaredariyên bajarokan bi gistî li ser 48 şaredariyên HDP’ê qeyûm hatin avêtin. Li şaredariyên ku qeyum hatin avêtin 807 jê HDP'î endamtiya hezar û 139 endamên meclisê hat betalkirin.  Îradeya bi milyonan hilbijêran bi qeyûman hat binpêkirin.

‘Me bi gel dest bi têkoşînê kir em ê bi gel bidomînin’

Methiye Çakmak a ji DEM Partiyê ani ziman ku ne tenê di hilbijartinan de divê her dem li cem gel bin û got: “Ji hilbijartinê heya hilbijartineke din em diçin ba gel. Di vê xalê de rexneya ku gel dike rast e. Divê em bi gel re yek bin û bi hev re qezenc bikin. Divê em ji nexweşî, pirsgirêkên wan û tiştên ew dijîn agahdar bin. Bi vê awayê em dikarin vegerin ruhê rexistinkirî yê salen 90'î û salên 2000’î.” Methiye Çakmak anî ziman ku wan bi gel re dest bi têkoşînê kirine û dê bi gel re têkoşînê bidomînin û wiha got:

“Ji bo vê divê em destpêkê li hev guhdarî bikin û li gorî wê xebatê bimeşînin. Ev partî partiya gel e. Îro kî namzed be jî wê gel dengê xwe bide wî/ê. Ji ber ku hemu însanên me ne lê divê destpêkê em malbatên xwe qezenc bikin. Vê yejê jî bi xebatên bi awayê ku em li ba wan bin em ê pêk bînin. Lazim e em bi şev û roj kar bikin. Divê em bi awayekî dirust, rêhevalî û rasteqîn xebatê bimeşînin. Bi ruhê yekitiyê em ê qeyûman bişînin.”

‘Dê qeyûm biçin’

Evîn Yelboga jî ani ziman ku jin xwedî hêza guhertin û veguhertinê ne û got: “Armanca me jî li hemu qana belavbûna temsiliyeta hevbeş e. Ji bo qeyuman bişînin em ê pir bixebitin. Di vê xalê de gelek kar dikeve ser milên me jinan. Divê ji bo xebatên rêveberiya xwecihî em jinan teşwîq bikin. Em di wê baweriyê de ne ku em ê bi ser bikevin. Wê kolan bi kolan, mal bi mal xebatên me bidomin. Ez bang li jinan dikim ku beşdarî xebatan bibin û xwedî li vîna xwe derkevin. Wê qeyûm biçin em ê werin.”

 

‘Bi hêza xwe ya cewherî em ê vê pêvajoyê bi ser bixin'

Kurdê Altun jî anî ziman ku ew ê bi xebat û vîneke mezin şaredariyên xwe bigrin. Kurdê Altun bal kişand ku jin dê di pevajoya hilbijartinê de tiştê ji destê wan tê bikin û wiha domand:

“Di vê pevajoya hilbijartinê de çi ji destên me were em ê bikin. Weke jin heta dawiyê em li gel partiya xwe û têkoşîna xwe ne. Em li pişta vîna xwe ne û ji bo ji nû ve wê vegerînin em ê her tiştî bikin. Ji serkeftinê wêdetir şanseke me nîn e. Bila gelê Kurd paşve neçe, bila xwedî li vîn û zimanê xwe derkeve. Tişta ku bihêle em bijîn û mezin bibin ev e. Em dixwazin di nava hevgirtinê de bin, li gund û bajarên xwe xebatan bimeşînin. Em bi hev re bişixulin û bi hev re bi ser bikevin. Em ê li pişt têkoşîn û doza xwe bin. Ji bo vê xebatê bimeşînin. Em ê bi hêza xwe ya cehwerî û vîna xwe vê pêvajoyê bi ser bixin. Ji me hemûyan re serkeftin!”

‘Em ê bi hevgirtinê karê xwe bidomînin’

Gulistan Atasoy jî anî ziman ku divê ruhê hevpar ê di salên 90’î de hebû, ji nû ve bê avakirin û destnîşan kir ku êrişên bi pergalî yên li ser partiya wan encax bi vî ruhê hevpar bê derbaskirin. Gulistan Atasoy wiha got:

“Bi taybetî divê em di ferqa vê de bin, desthilatdariya li Tirkiyeyê navendî dibe, polîtîkayên zextê yên li ser gelan û bi taybetî li ser jinan her ku diçe zêde dibin. Ev yek herî zêde jî li erdnîgariya Kurdistanê jin û ciwanên Kurd bi bandor dike. Ji aliyekî ve dixwazin bi polîtîkayên koçberiyê vê derê bê nasname bihêlin, li aliyê din jî bi polîtîkayên xwe yên ku destkeftiyên jinan tune dihesibîne hemu êrişên xwe di nav hev de didomîne. Nîşaneya vê jî bi rejîma qeyûmê ya du pêvajoyan e didome xwe nîşan dide. Ji lewre di hilbijartina ku nêz dibe de tişta divê em destpêkê bikin ew e ku xwedî li vîna xwe û nasnameya xwe derbikevin.”

‘Rêveberiyên xwecihî riya demokrasiya xwecihî ne’

Gulistan Atasoy anî ziman ku rêveberiyên xwecihî riya avakirina demokrasiya xwecihî ne û got: “Di pêvajoyeke bi vê rengî de ku desthilatdariya otorîter a navendî xwe di hemû warê jiyanê de nîşan dide, em neçar in ji nû ve demokrasiyê ava bikin, jinan bikin kirde û têkoşîneke ku vê pêk bîne bimeşînin. Divê mîna salên 2000’î ku me şaredariyan bi dest xist em piştevaniya hevpar di derfetên îroyîn de ji nû ve ava bikin. Destpêkê em qeyûman tevî ferasetên wan ji Kurdistanê bigrin û bavêjin û paşê rêveberiya bajêr a demokratîk ku em ê bi çanda xwe ava bikin bi hev re biafirînin. Banga me li jinan û ciwanan ew e ku werin em mil bidin hev. Bi hev re dawî li van polîtîkayên înkar û îmhayê bînin. Werin em bi hev re bajarên xwe birêve bibin.”

‘Em ê destkeftiyên xwe ji nû ve bigrin’

Beybûn Aslan jî anî ziman ku li hemberî êrişên li ser destkeftiyên jinan û polîtîkayên şerê taybet ew dibêjin “em li vê derê ne.” Beybun Aslan wiha got: “Em jin li her derê ne û ji bo bidestxistina destkeftiyên xwe em ê her tiştî bikin. Her hevala jin a namzed dê kolan bi kolan xebatan bidomîne. Gelê Kurd li ruhê berê digere û ev pêvajo ji nû ve bidestxistina wî ruhî ye. Baweriya me bi hêza me û vîna me heye. Weke jinên ciwan çi ji destên me bê em ê bikin. Em ê destûr nedin kesên dixwazin dest daynin ser vîna me. Em ê bi xebat û biryardariya xwe destkeftiyên xwe ji nû ve bigrin.”