Jinên Libnanê yên ji ber êrîşan reviyan di şert û mercên giran de dijîn

Jinên ku ji gundên başûrê Libnanê ji ber topbarana Îsraîlê koç kirin, koçî bajarê Tîre bûn û li dibistanên giştî yên bajar dimînin. Jinên koçber diyar kirin ku li vir rastî gelek zehmetiyan hatin.

FADIA JUMAA

Beyrûd - Hejmara kesên ku ji ber topbarana berdewam a Îsraîlê ji gundên başûrê Libnanê koçber bûne zêde bûye. Hat diyarkirin ku hejmara kesên malên xwe terikandine 72 hezar û 436 e. Hat ragihandin ku hinek ji koçberan derbasî herêmên başûr bûne, hejmareke zêde jî koçberî bajarê Beyrûdê bûne, hejmarek jî li bajarê Tîre û navçeyên derdorê bi cih bûne.

Li gorî Yekîneya Rêveberiya Afatê ya Federasyona Şaredariyên Tireyê, piranî hejmara koçberan jin û zarok in. Koçberên ji ber krîza aborî û şert û mercên giran ên demsala zivistanê di nava şert û mercên zehmet de dijîn, ji pêdiviyên jiyanê yên weke germkirin, cereyan, stargeh, av û xwarinê bêpar in. Jinên li navendên stargehê yên bajarê Tirê dimînin serpêhatiyên xwe ji ajansa me re vegotin.

'Em di şert û mercên giran de dijîn'

Enas Nayîf Tehînî, dayika sê zarokan e ya mezin 5 salî ye û ji bajarokê Eyta El-Şeab li başûrê Libnanê ye, diyar kir ku ew beriya 3 mehan neçar mane gundê xwe biterikînin û wiha got: “Li bajarê Tire ku ez lê koçber bûm, ji aliyê dibistanên ên dewletê  ve hinek alîkarî hatin pêşkêşkirin lê pêwîstiyên me bi temamî nehatin bicihanîn. Bi hatina zivistanê re ji bo ku em cereyanê bi jeneratoran bimeşînin pêdiviya me bi sotemeniyê heye. Em di şert û mercên giran de dijîn. Zarokên me nikarin biçin dibistanê. Ez dixwazim vegerim malê lê mala min vê dawiyê di encama topbaranê de wêran bû."

'7 kes di odeyekê de dijîn'

Yek ji jinên koçkirî Sîham Aqel Hemmûd şert û mercên jiyana wan bi van gotinan anî ziman: "Ez ji bajarê xwe Beyt Lev hatim sirgûnkirin. Ez pêşî bi malbata xwe re 17 rojan li bajarê Burc Rahal mam. Dibistana dewletê li bajarê Burc Rahal berî mehekê 7 kes di odeyekê de dijîn, carna ev hejmar dibe 12, xizmetên ku ji me re tên pêşkêşkirin têrê nakin û hewcedariyên me nagirin, ne betaneyiyên me yên zivistanê hene ne jî ji bo ku me ji sermaya zivistanê xwe biparêzin malên me yên germ hene. Tuwalet têr nake û em li benda serşokê ne, em li vir di bin şert û mercên dijwar de dijîn. Ji ber şer em neçar man koç bikin û me demsala çinîna zeytûn û hejîran derbas kir. Berê min debara xwe bi vê xebatê dikir lê niha karê min rawestiyaye, xelkên ku li gundên tên topbarankirin dimînin jî êş û azarê dikşînin û berdêla şer bi canê xwe didin. Di êrîşan de 2 kurên min jiyana xwe ji dest dan. Pirsgirêka derûnî ya keça min jî heye, ez ji şer natirsim û hê jî mirov li bajêr dijîn, du kurên min û malbatên wan hene, em tevî 6 zarokên xwe û malbatên xwe koçber bûne. Malbat ji ber şer ji hev belav bûn.

3 malbat di heman odeyê de dimînin

Zeyneb Alî Nasrallah a ji bajaroka Beyt Lev jî diyar kir ku di destpêka şer de koçberî bajarê Tîrê bûne  wiha pê de çû: “Li dibistaneke dewletê odeyek ji me re hat veqetandin. Em bi 3 malbatan re heman odeyê parve dikin. Neviyên min 5 salî û kêmtir in. Hinek ji wan pitik in ku ji ber nikarin şîr bigrin pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene. Li odeyan ne germkirin, ne cereyan, ne ava germ heye. Em ji bo tuwalet û serşokê bi saetan dikevin rêzê. Zarokên me êdî nikarin perwerdeya xwe bidomînin. Sê keçên min ên li zanîngehê diwendin ji ber şer û xirabûna rewşa aborî dest ji xwendina xwe berdan.”

Di tengasiyê de dijîn

Zeyneb Salih ku bi tena serê xwe debara 5 zarokên xwe dike bal kişand ser şert û mercên zehmet ên ku dijîn û wiha got: “Ji ber ku hevjîna min mir, ez bi tena serê xwe li zarokên xwe dinêrim. Em bi dayik, bav û zarokên xwe re ji bajarokê Eyta El-Şeab hatin bajarê Tîre û em li vir li dibistaneke fermî hatin bicihkirin. Em hemû heman odeyê parve dikin. Bi hatina zivistanê re li dibistanê, av, cereyan û mazot têra serşokê û germkirina odeyan nake. Em li vir gelek zehmetiyan dikişinin.”