Êrîşên Îsraîlê bênavber berdewam dikin

Di êrîşên Îsraîlê yên ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li ser Xezayê berdewam dikin de, mirov dikare bibêje ku bajar bûye goristanek mezin. Bangên ji bo rêxistinên navneteweyî jî her dem tên dubarekirin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê ji 7’ê Cotmehê ve heta niha bênavber berdewam dikin. Wezareta Tendirustiyê ya Filistînê ya Xezayê, di daxuyaniya dawî ya der barê êrîşên Îsraîlê li Xezayê ragihand ku hejmara kesên di êrîşan de jiyana xwe ji dest dane bûye 22 hezar û 600, hejmara birîndaran jî bû 57 hezar û 910’an.

Li gorî nûçeya ajansa Filistîn WAFA’yê; Îsraîlê bi şev li taxa El-Menara ku beşa navenda Xezayê li Başûrê Deyr el-Belah a li rojavayê bajarê Xan Yunus cih digre, êrîşî 2 malên ku sivîl tê de diman kir. Di êrîşan de piranî zarok jî di nav de herî kêm 15 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes birîndar bûn. Çavkaniyên ji nexweşxaneya Şehîdan a Aksa li Deyr el-Belah diyar kirin ku ji sibeha roja Înê ve heta derengiya şevê 35 kesên ku jiyana xwe ji dest dane û nêzî 60 kesên birîndar anîne nexweşxaneyê.

Îsraîlê bi ser malan de girt

Li gorî nûçeyên WEFA’yê Îsraîlê di saetên şevê de li ser Nablus, Beytullahim, Selfît û Qudusê de girtin. Cihê ku herî dijwar serdegirtin lê hat jiyîn Nablus e. Li gorî agahiyên ku hatine bidestxistin li gundê Tel ê Rojhilatê bajar di navbera leşkerên Îsraîlê û ciwanan de pevçûn derketine. Di heman demê de li ser qampên koçberan ên leşkerî li Balata li Nablus ve girtin. Di nûçeyê de cih hat dayîn ku li herêma El-Meacin a Nablus leşkeran li ser mal girtiyê Filistin Gassan Zukan de girtin û ziyan gihandine tiştên wan. Leşkerên ku ketine çapxaneya El-Menahel ziyan gihandine amûrên li wêderê. Di serdegirtina qampa koçberan a Şufat li Bakûrê Qudus di navbera hêzên Îsrail û Filistinê de şer derket. Bajarokê Karave li rojavayê Selfit û gundê Îskaka ên rojhilat de bû hedefa serdegirtinan. 

Hejmara miriyan her diçe zêde dibe

Li gora daneyên Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Derya Spî-Awropayê; ji sedî 4’ê nufusa Xezayê di êrîşên Îsraîlê de mirine û winda bûn yan jî birîndar bûne. Di daxuyaniya nivîska ya rêxistinê de ji tê diyarkirin ku ji sedî 4’ê nifûsa Xezayê ango zêdeyî 90 hezar mirov mirine yan jî birîndar bûne yan jî winda ne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku bi êrîşên ji hewa û bejahî ve tesîs û bînesaziyên Zîvala Xezayê nêzî ji sedî 70 tune bûne.

Nêzî 70 hezar avahî hilweşiyan          

Li gel êrîşan 1,9 milyon Filistinî, ji ber kêmaniya cihên bicihbûnê ji cihên xwe bûne. Li herêmê 67 hezar û 946 avahî bi temamî hilweşiyan, 179 hezar û 750 avahî beşek ji wê ziyan dîtine. Di nava tesîsên di êrîşên Îsrailê de hedef dikin de 318 dibîstan, 1612 tesîsên sanayî, 32 nexweşxane, 57 kilinîk û 89 ambulans ji di nav de 169 tesîsên tendirûstiyê, 201 mizgeft, 3 dêr û 169 ofisên ragihandinê hene. 

Şewb belav dibe

Fona Alîkariya Zarokan a Netewên Yekbûyî (UNICEF) der barê geşedanên dawî yên li Xezayê de daxuyaniyek nivîskî da û da zanîn ku tenê di nava hefteyekê de bûyerên îshala zarokan ji sedî 50 zêde bûne, ji sedî 90’ê zarokên di bin 2 salî de bi xelayê re rû bi rû ne. Di daxuyaniyê de hat gotin ku divê demildest agirbesta mirovî bê îlankirin û îfadeyên ‘şerê ku li Xezayê zêde bûye, çerxa bêxwarinî û nexweşiyê derxistiye holê gef li 1,1 milyona zarokan kiriye. Di daxuyaniyê de cih daye îrektorê Îcra Catherine Russell û wiha got: “Li Xezayê pêşeroja bi hezaran zarokan di metirsiyê de ye. Cîhan nikare tiştek neke û lê nebîne. Divê tundiya li dijî zarok û êşa ku dikşînin bi dawî bibe.”

‘Xeza tune bû’

Bijîjkên sînornenas (MSF) li ser hesabê xwe yên medyaya dijîtal daxuyaniyek parve kir. Koordînatorê Projeya Xeza Jacob Burns da zanîn ku tabloya metirsîdar a ji bo Filistînê li holê ye û Xeza tune bûye. Mixabin careke din jiyana Filistîniyan li vê derê zehmet e.” Jacob Burns got: “Li Xezayê yek ji pirsgirêkên herî mezin, hebûn, gelek birîndar û nexweşxane di nava kaosê de ne. Nexweşxaneya Nasî êdî ne nexweşxane ye, hê zêdetir kampa xwesipartinê ye. Hinek nexweşên ku di nava xwînê de ne li erdê entube dikin.”