Xizmên Windayan di hefteya 778’an de daxwaza edaletê kirin

ÎHD û Xizmên Windayan di çalakiya xwe a 778’an de aqubeta Abdullah Duşkun ku di sala 1994’an de li Cizirê hatibû qetilkirin pirsîn.

Navenda Nûçeyan- Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Xizmên Windayan li Amedê çalakiya xwe a bi sernavê ‘Bila winda werin dîtin, kiryar werin darizandin’ li darxist.

Şaxa ÎHD’a Amedê û xizmên windayan di çalakiya xwe ya hefteya 778’emîn de li pêşiya Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşûyolû ya li navçeya Rezanê hatin cem hev. Malbatên bi wêneyên xizmên xwe yên hatine qetilkirin û windakirin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de kiryarên Abdullah Duşkun ê di sala 1994’an li navçeya Cizîra Şirnexê de hatiye binçavkirin û piştî 3 rojan cenazeyê wî hatiye hate dîtin pirsîn.

Bê sedem binçavkirin

Çîroka Duşkun Rêveberê ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz xwend. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Abdullah Duşkun ji aliyê polîsên cilên sivîl ve di 16’ê Nîsana 1994’an de bêyî ku sedem nîşan bidin binçav kirin û wiha hate gotin: “Piştî bûyerê sê rojan şofêrê seyareyekê got min cenazeyek li derdora mala xwe dît. Malbat li ser vê yekê hatin Nîsêbînê ji aliyê muxtarê gunde ve saet û cilên Abdullah Duşkun radestî wan kir. Malbatê zanî ku cenazeyê Abdullah Duşkun li gund hatiye definkirin.”

‘Di pêvajoya hiqûqî de pêşketinek çênebû’

Di daxuayniyê de heta bibîrxistin ku derbarê definkirina Abdullah Duşkun li gund muxtarê gund xeber daye cenderme û piştî kar û bar bicihkirine defin kirinê û wiha hate gotin: “Li ser vê yekê dayîka Abdullah Duşkun çû qereqolê û di wêneyên di girtegên dozgeriyê li cihê bûyerê de kurê xwe teşhis kir. Beriya ku cenaze were veşartin di wêneyê ku ji aliyê dozgeriyê ve hatî kişan de dihat famkirin ku gule li serê Abdullah Duşkun dane. Malbatê serlêdana dozgeriyê kir, lê belê di pêvajoya hiqûqî de tu pêşketinek çênebû.”

Çalakî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.