Diyanetê dîsa jinan hedef girt

Serokatiya Karûbarên Diyanetê li ser pirsa li ser jiyana karker a jinan wiha bersivand: "Karkirina jinê bi destûra hevjînê wê ye."

Navenda Nûçeyan – Serokatiya Karûbarên Diyanetê di bersiva pirsekê de dîsa jin û zarok kir hedef.

Di malpera Diyanetê de di beşa "Malbat û Ol de Rehbertî" de bertek nîşanî pirsa"Karkirina jinê bi destûra hevjînê wê ve girêdayî ye?" hat dayîn. Diyanetê diyar kir ku karê jinan bi destûra mêrê wan e û wiha bersiv da: "Li gorî ayetên têkildar, aliman pêwîst dîtine ku jin guh bide daxwazên rewa yên hevjînê xwe. Di vê çarçoveyê de. karkirina jinê jî bi destûra mêrê wê ye.”