Jinên Yemenê ji bo mafê xwe yê hatine astengkirin têkoşînê dikin

Jinên Yemenê ku bi hinek zextên sînordarkirina geştê re rû birû mane, ji bo mafê xwe yê bingehîn, dest ji têkoşînê bernadin.

HALA AL-HAŞÎDÎ

Yemen- Li Yemenê Husî, di meha Tebaxa sala 2022’an de biryarek ku jin ji derveyî welat, di nava bajarên Yemenê de geştê bikin û azadiya tevgerkirinê qedexe dikin weşand. Biryar di astek zêde de bandor li jiyana jinan kir, qedexe bû sedem ku gelek jin firsandên kar winda bike. Sînordarkirina geştê û azadiya tevgerê ne tenê rewşa aborî, di heman demê de bandor li perwerdeya jin û firsendên kar dike.

‘Jin ji qadên civakê tên dûrxistin’

Seroka Weqfa Kervana Jinan Gaza Yahya diyarkir ku sînordarkirina tevgerê di astek zêde de tê astengkirin, biryar statuya jinan di civakê de lewaz dike û rola wan biçûk dixwe û got: “Jinan di şoreşa Sibatê de rolek berbiçav lîstin. Di gihandina serkeftina şoreşê de rolek mezin a jinan heye. Armanca girtina biryarê ewe ku jinan ji qadên civakî dûr bixe. Biryarên ku jiyana jinan sînordar dikin bi zanabûn derdixin û armanca wan jinan di civakê de bê îradekirin e.”

 ‘Di ferqa dîroka têkoşîna jinan dene’

Gaza Yahya da zanîn ku di salên 1970’an de jinan pêşengtî ji çalakiyan re dikir û wiha dom kir: “Karkerkên fabrîqaya tekstilê, ji bo parastina Sana, şikandina dorpêçê û ji bo beşdarî pevçûnê bibin çûyîn, di 1968’an de hêzên qralyeta Yemen Komriyên ku li Sana xwe veşartin xistin dorpêçê. Husî di ferqa dîroka têkoşîna jinên Yemen deye û bi derxistina zagonên sînordarkirinê û binpêkirinan hewldidin pêşî li dubarebûna wê bigrin. Bi armanca astegkirina beşdariya jinan di qada civakê de mafê jinan binpê dikin.”

Gaze Yahya destnîşan kir ku divê jin li dijî vê derbikevin û got: “Pêvajoya ku Hêza Husî û çekan kontrol bikin, derket holê ku pêşeroja jinên Yemenê di her qonaxê de wê tarî bibe. Husî dixwaze dîroka têkoşîna jinên Yemenê tune bike. Saziyên Navnetewî, partiyên siyasî, hikumet, rêxistinên mafê mirovan, rêxistinê mafan ên Navnetewî divê bi van binpêkirina re hevrû bibe û rola xwe bilîzin.”

‘Ev cihêkarî deveyi zagoniye’

Dadger û aktivîsta mafê mirovan Îşrak Al-Maktarî amaje bi wê yekê kir ku  Husiyan ev biryara ku li herêmên dibin kontrola xwe de girtin bi giştî bandorê li jin û xebatkarên jin ên di civaka sivîl de dike. Biryara ku hatî girtin bi giştî bandorê li xebatkarên jin ên  çandî, aborî, perwerde û tendirûstiyê dike û wiha got: “Ev cihêkarî û dûrxistin derveyî zagonêye. Biryara ku hatî girtin Yemen di asta civaka navnetewî de derbarê jinan de qebulkirî , hevkariyên ku li xwegirtine tê wateya gavek şûnde. Gelek rêxistin û saziyên navnetewî di ferqa bê mafiyên ku tên jiyankirin dene.”   

 ‘Bandor li her qada jiyanê dike’

Îşlak Al-Maktarî bi bîrxist ku sînordarakirina tevgera jinan ya geşt û gihandinê ne tenê bandor li jinan, bandor li hemû komên di civakê de kiriye û got: “Ev biryar di heman demê de bandor li dahata malbat û mafê pêşxistina serbixwe, mahremiyet û mafê azadiyê dike.  Biryarên xwe bi xwe didin û li vê zêde ev jinên ku di beriya şer û piştî şer de piştgiriya malbatan dike piranî bandor li rewşa wan a aborî û jiyana wan dikin.”