Xwişka çeteyekî DAIŞ: Divê malbatên DAIŞ’ê vegerin welatên xwe

Xedîce Silêman xwişka çeteyekî DAIŞ’ê ye dibêje ku divê dewlet berpirsiyariya hemwelatiyên xwe yên li kampên El-Hol û Roj bigrin û wan hemûyan ji ber ku bi riyên derqanûnî derbasî xaka Sûriyeyê bûne, dadgeh bikin.

EBÎR MUHEMED

Dêrik- Di dema têkbirina DAIŞ’ê di Adara 2019’an de li Baxoza Sûriyeyê ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk HSD’ê ve, malbatên DAIŞ’ê xwe radest kirin. Ji wê demê ve heta niha bi hezaran jin û zarokên malbatên DAIŞ’ê ku ji 60 welatên cuda ne, piraniya wan Sûriye û Iraqî ne li kampa El-Hol a Hesekê û Roj a Dêrikê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine bicihkirin. Li herdu kampan, nêzî 52 hezar û 500 kes hene ku piraniya wan jin û zarok in. Tevî bangên Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bo hilgirtina dewletan ji berpirsyariya vegerandina hemwelatiyên xwe lê di vê mijarê de dubendî heye.

Xedîce Silêman 56 salî ye ji Afrîkaya Başûr e, xwişka endamekî rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst e ku paşê di operasyoneke li dijî DAIŞ’ê de li Sûriyeyê hatibû kuştin. Xedîce îdia dike ku ew ji bo îqnakirina birayê xwe yê DAIŞ’î ji bo vegere Afrîkaya Başûr, di sînorê Tirkiyeyê re di sala 2015’an de derbasî Sûriyeyê bûye.

 ‘Ew tundrew in ol û baweriyeke ji ya xwe cuda qebûl nakin’

Xedîce Silêman behsa tecrubeya xwe ya hebûna di nav DAIŞ’ê de dike û wiha dibêje: “Min dît ku ew li ser her tiştî hişk in. Ez li Afrîkaya Başûr hatime dinyayê, em rêzê ji hemû ol û baweriyan re digrin û qebûl dikin lê dema ez hatim nava DAIŞ’ê, min dît ku ew tundrew in û kesekî ji xwe cuda qebûl nakin. Ji ber ku li ber çavên jinên li wir amade ne, ez kafir im û ne hêja me ku zarokên birayê xwe bibînim.”

‘Zarokan bi ramanên tund perwerde dikin’

Xedîce Silêman bawer dike ku divê zarokên DAIŞ’ê vegerin welatên xwe ji bo ku dûrî ramanên tund û radîkal jiyana normal bijîn û wiha pê de diçe: “Jinên DAIŞ’ê bi min re şer dikin, ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku ev zarok projeya xîlafeta hatinê ne û fikra şandina wan red dikin.

Der barê zarokan de, ew hê jî ferq û cudahiyê naxin navbera rastî û şaşîtiyê, ji ber vê yekê divê welat zû wan bigrin, wan rehabîlîte bikin û tevli qonaxên perwerde û pêşveçûna normal bikin.

Zarok hê jî di hawirdoreke ne xwezayî de mezin dibin û ger li kampê bimînin dê bibin kesên radîkal û tundrew. Bi taybetî li kampa El-Hol beşa herî mezin a zarokan hişk in û her xirabiyan dikin.”

‘Em bi riyên derqanûnî ketine Sûriyeyê’

Xedîce Silêman destnîşan kir ku divê kesên tawan li dijî welatiyên resen ên Sûriyeyê dikin bên darizandin. Her wiha dibêje ku divê jin û zarokên DAIŞ’ê li welatên xwe bên cezakirin ji ber ku bi awayekî derqanûnî derbasî xaka Sûriyeyê bûn û wiha bi dawî kir: “Çareya herî baş ew e ku ev hemû malbatên DAIŞ’ê vegerin welatên xwe û li wir bên darizandin ji ber ku ji welatê xwe hatine vê derê. Divê vegerin û li gorî zagonên welatê xwe bên darizandin, ji ber ku hebûna wan li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bilî metirsiyê, barekî mezin e. Em bi riyên derqanûnî ketine Sûriyeyê û ev yek weke sûc tê dîtin.

Dubendiya dewletan!             

Di pêvajoya vegerandina hemwelatiyên biyanî û Ereb de ji bo welatên xwe, li gel welatan dubendî heye, hejmarek kes tên pêşwazîkirin û yên mayî jî li vir di kampê de tên hiştin.