Bi hezaran kes qetlîamên Parîsê protesto kirin

Di pêşengiya TJK-E de bi deh hezaran kes li Parîsê bi meşekê komkujiyên jinên pêşeng protesto kirin.

Navenda Nûçeyan - Bi pêşengiya TJK-E,Kurdistaniyên li Ewropayê û dostên wan Sakîne Cansiz (Sara), Fîdan Dogan (Rojbîn) û Leyla Şaylemez (Ronahî) ku di sala 2013’an de li paytexta Fransa Parîsê hatin qetilkirin, û ji bo Emîne Kara (Evîn Goyî) Mîr Perwer û Abdurrahman Kizil ku di sala 2022'an de hat qetilkirin meşiyan.

Di meşê de qetlîamên ku Fransa weke “sira dewletê” eşkere nekir, hatin protestokirin û edalet hat xwestin. Jin, hunermend, siyasetmedar û gelek aktîvîst ji bajarên cuda beşdarî meşê bûn. 

Girseya gel wêneyên kesên hatin qetilkirin û pankarta “Ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî” hilgirtin û ji Gare du Nord heta Qada Republique meşiyan.

Senatorên Fransî bi pankarta "Pêwîste hikûmeta Fransayê sirên dewletê ji holê rake" beşdarî meşê bûn. 

'Jin, jiyan, azadî' li dijî tarîtiyê

Di meşê de jinan li pişt pankarta "Li dijî tarîtiyê Jin Jiyan Azadî " meşiyan. Girse heta Qada Republique meşiya û li vir mîtîngek li dar xist. Mîtîng bi merşa Ey Raqîb û deqeyek rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna demokrasiyê destpê kir û bi axaftinan berdewam kir.