Zarokên ji erdhejê zirarê dîtine: Me bêriya dibistanên xwe kiriye

Li bajarê Tahanaut ê Mexribê zarokên ku malên wan xisar dîtine diyar kirin ku jiyana li konan zehmet e û gotin ku wan bêriya dibistanên xwe kirine

RAJA KHAYRAT

Mexrîb- Li Mexribê di 8’ê Îlonê de erdheja bi pileya 7 a ku navenda wê herêma Al-Huz a Marakeşê bû, ziyanên mezin bi xwe re anî. Li gorî daneyên dawî, 2 946 kesan jiyana xwe ji dest dane, 6 hezar û 125 kes jî birîndar bûne. Li 5 herêman nêzî 50 avahî bi temamî yan jî beşên wan rûxiyane.

Li bajarê Tahanaut jî erdhejzedeyên ku malên wan zirarê dîtine, li kon, dibistan û stadyûman hatine bicihkirin. Erdhejzedeyên ku hemû pêdiviyên wan nehatine bicihanîn, ji bo betaniye, cil û amûrên metbexê, neçar dimînin biçin ji malên xwe yên ku xisarê dîtine bigrin. Li ser riya navçeya Asniyê jî ji bo bicihbûna erdhejzedeyan avakirina konan didome.

‘Ez ji neçarî li mala xwe ya xisardîtî xwarinê çêdikim’

Jina bi navê Latîfa Aît Qufikir, got ku jiyana li konan zor e û diyar kir ku ji bo amûrên ku pêdiviya wan pê heye bigrin, jiyana xwe dixin xeterê dikevin malên xwe û got: “Ez nikarin zarokên xwe têr bikim. Tevî ku bi xeter e jî dikevim malê, xwarinê çêdikim. Êvaran jî em xwe bi xwarinek hindik têr dikin.”

‘Dê rewşa zarokên me çawa be’

Latîfa Aît Qufikir, diyar kir ku ew dixwazin vegerin malên xwe û jiyana wan asayî bibe û wiha axivî:  “Ji ber ku hê dibistan venebûne, em nizanin dê rewşa zarokên me çawa be. Li hinek herêman, xwendekar di konan de ders dibînin. Li bajarê Tahanautê jî zarok hê ji dibistanê bêpar in.”

‘Min pir bêriya dibistana xwe kiriye’

Xwendekarê pola 8’an Nihad Ad-Obalal jî got ku ji ber dibistan tune ye nikare biçe û got: "Min bêriya dibistana xwe kiriye. Ger dibistan vebe jî ji ber erdhejê ez newêrim biçim dibistanê. Ger wiha bidome em ê ji perwerdeyê bêpar bimînin.”

‘Ez dixwazim vegerim mala xwe û biçim dibistanê’

Xwendekarê pola 9’an Abdul Rahman Ad Bin Yussef, bal kişand ser zehmetiya jiyana li konan û diyar kir ku du xeyalên wî hene, yek jî çûyîna mala xwe ye yek jî ya dibistanê ye. Li ser dema erdhejê wiha got:

"Ez li odeya xwe dirêjkirî bûm, ji nişkave min dengek bilind bihîst. Pêşî min got qey erdhejeke biçûk e lê bi demê re her çû dijwar bû. Hinek beton ji banê mala me ket ser milên min lê min zirar nedît. Dûre ez bi malbata xwe re derketim derve.”

‘Ez dixwazim perwerdeya xwe bidomînim’

Xwendekara pola 7’an Hadîca Lachkar jî diyar kir ku di erdhejê de pîra wê apê wê û hinek xizmên wan jiyana xwe ji dest dane û got ku mala wan bi temamî rûxiyaye. Hadîca Alchkar, got ku zêdetir alîkarî ji gundên li herêma Al Huz re dişînin, kes herêma Tahanaut nafikire û alîkarî ji wan re nehatiye şandin. Hadîca Lachkar got: “Sala borî ji ber sedemên malbatî min dest ji perwerdeya xwe berdabû û gelek bi ber diketim. Îsal naxwazim heman rewşê bijîm.”

Xwendekara dibistana navîn a pola 2’yemîn Zainab Wakrîm, a ku bi malbata xwe re di konan de dimîne got ku ji ber nikare biçe dibistanê xemgîn e. Zainab Wakrîm, diyar kir ku tevî ku bi xeter e jî carna neçar dimînim biçim malê.

Ji bo perwerdeyê xebat didomin

Rayedarên dibistana Seretayî ya Îbn Habus, diyar kirin ku ji bo ji nû ve dest bi perwerdeyê bikin 4 polên ku 3 mamoste bi dorveger ders bidin hatine amadekirin û diyar kirin ku dê polan bi awayê kon û kabîneyên mobîl ava bikin.

Jinên erdhejzede jî diyar kirin ku kon li gorî mercên demsalê nîn in, bal kişandin ku bi hatina zivistanê re dê jiyana li konan zehmetir bibe.