Li Îranê pêşnûmeqanûna ‘hîcabê’ ya cezayên giran dihewîne hat erêkirin

Li Îranê pêşnûmebiryara ku pêkanîna cezayê pere û girtîgehê li cihên giştî li gorî qanûna hîcaba bi zorê tevnegeriyane li meclisê bi 152 dengên parlamenteran hat erêkirin.

Navenda Nûçeyan- Li Îranê li ser pêşniyara darazê ku bi sernavê ‘piştgirîkirina îfet û çanda hîcabê’ bi îmzeya serokomar Îbrahîm Reisî ji aliyê hikumetê ve hat amadekirin şandin meclisê û ket dengdanê.

Pêşnûme bi 152 dengan hat erêkirin

Pêşnûme ji 201 parlamenterên ku li meclisê amade ne li beramberî 34 dengên na bi 152 dengan hat erêkirin. 7 parlamenter jî bê alî deng bi kar anîn. Biryar dan ku zagon sê salan were ceribandin. Ji bo zagon bikeve meriyetê herî dawî divê ji aliyê konseya parastina zagona bingehîn ve ku der barê zagonên ji meclisê derbas dibin de lêkolîna dawî dike ve were erêkirin. 

Pêşnûme piştî serhildanê hat amadekirin

Pêşnûme zagona mijara gotinê piştî ku Jîna Emînî di 16’ê Îlona 2022’an de li Tehranê bi hinceta ‘porê xwe baş nenixumandiye’ ji aliyê polîsên exlaq ve hat qetilkirin, serhildana ‘Jin Jiyan Azadî’ ya bi pêşengiya jinan dest pê kir de hat amadekirin. 

Kar û barên wezaretan dikare were qedexekirin

Li gorî pêşnûmeyê; jinên ku li gorî quralên hîcaba bi zorê tevnegerin, di qonaxa yekem de wê bi peyamên kurt û hinek rêbazan werin hişyarkirin. Ên ku li gorî hişyariyê tevnegerin û cara duyem pêkanînên weke wê cezayê pere bidin, ger ev ceza di nava mehekê de neyê dayîn wê pere bi awayek otomatîk ji hesabê banqeya kes were kişandin pêk bînin. Ger bi sedemên cuda neyê dayîn wê hesabê banqeyê û kar û barên banqeyê werin qedexekirin. Îtiraza  cezayan wê di nava 10 rojan de were kirin.

Girtin jî tê pêşbînîkirin

Di rewşa ku cara çaremîn hişyariyê li ber çavan negirin de ji derveyî cezayê pere, ji aliyê dozger ve wê doz were vekirin û ger pêwîst bike tê pêşbînîkirin ku were girtin.

Kar û bar di çarçoveya zagonê de ye

Kar û barên ku ne li gorî qanûnê tevbigerin, wê di çarçoveya pêkanînan de bi demkî were mohurkirin û baca ku ji aliyê dewletê ve tê dayîn wê were qutkirin. Kesên ku di kar û xebatên civakî, siyasî, çandî, hunerî û werzîşî de cih digrin der barê yên ku li gorî zagonê tevnegeriyane, wê cezayê pere, derketina ji xebatên pîşeyî û di qonaxa dawî de bi daxwaza girtinê wê doz were vekirin.

Di pêşnûmeyê de hat diyarkirin ku li hemberî jinên li gorî qurala hîcaba bi zorê tevnegeriyane yên ku sûcên weke heqaret, neheqî, gef, êrîş û binpêkirina veşartina jiyana taybet di çarçoveya zagonan de wê ji aliyê dozger ve doz lê were vekirin.