Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 13’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kiribû, bi dewrgirtina koma 13’emîn didome.

Mexmûr – Çalakiya nobetê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 20’ê Tîrmehê de hatibû destpêkirin, du meh peyxwe hişt.

Çalakiya ku bi biryardarî didome şevê din ji aliyê koma 13’emîn ve hat dewrgirtin. Beriya merasîma dewrgirtinê ji bo cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin û piştî rêzgirtinê li ser navê koma 12’emîn Mehmesalih Kadunî axivî.

‘Di şexsê Rêbertî de gelê Kurdistanê hemu tê tecrîdkirin’

Mehmesalih Kadunî di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got: “Ev du sal û nîv e ji Rêbertî tu agahî nayê girtin. Li hemu qadên ku gelê Kurd lê jiyan dike ji bo şikandina tecrîdê çalakiyên cur be cur têne meşandin. Me jî wek gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî li dijî tecrîdê dest bi çalakiyan kiriye û em ê çalakiyên xwe bi şêwazên cuda bidomînin heta ku em tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin dişkînin. Tişta ku ji me tê xwestin wek gelê Kurd û wargeha Şehîd Rustem Cûdî em ê bikin ji bo ji demê re bibin bersiv. Di şexsê Rêbertî de gelê Kurdistanê hemu tê tecrîd kirin, ji bo şikandina wê tecrîdê pêwîste helwestek xurt û baş nîşan bidin ku ji bo em wek gel bibin bersiv ji gêrîlayên ku îro li ser çiyayên Kurdistanê şer dikin. Herwiha divê gel û gêrîla bibe yek û bi şerê gelê şoreşgerî tecrîda li ser Rêbertî tê meşandin bişkînin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dirûşmeyên ‘Bijî Serok APO’ û ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ bi dawî bû.