Meclîsa Jinan a DBP’ê: Heta şikandina tecrîdê em ê têkoşînê bidomînin

Berdevka Meclîsa Jinan a DBP’ê Aynur Sarica bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Heta ku tecrîd neyê şikandin û Ocalan bi awayê fîzîkî azad nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin.”

Amed – Berdevka Meclîsa Jinê ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Aynur Sarica li Buroya Şêwirmendiya Navendî ya Giştî civîna çapemeniyê li dar xist. Aynur Sarica derbarê rojeva jinan de nirxandinan kir û bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.

‘Armanca bingehîn ew e ku fikrên Birêz Ocalan negihêje gelan’

Aynur Sarica diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê roj bi roj kûrtir dibe û got: “Tecrîd her ku kûr dibe, li gelê Kurd, civak û Rojhilata Navîn belav dibe. Armanca sereke ya tecrîda girankirî ew e ku fikir û ramanên Birêz Ocalan negihêje gelan. Heta tecrîd neyê şikandin û Birêz Ocalan bi awayê fîzîkî azad nebe em ê têkoşîna xwe bidomînin û mezin bikin.”

‘Kûrbûna tecrîdê bandora xwe li girtîgehan jî dike’

Aynur Sarica diyar kir ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye û got: “Kûrbûna tecrîdê bandora xwe li girtîgehan jî dike. Herî dawî girtiyên jin ên li girtîgeha Agiriyê bi bendikê berazan rastî îşkenceyê hatin û bi mirinê hatin gef kirin. Ne tenê li Agiriyê li hemû girtîgehan îşkence û zext heye. Jinên têkoşer tu carî paşde gav navêjin. Em li girtîgehê jî bin, ji derve jî bin emê têkoşîna xwe mezin bikin.”

‘Jinan li tu derê astengiyan nas nekirin’

Aynur Sarica di yekemîn salvegera qetilkirina Jîna Emînî de bi bîr anî û got: “Ev çirûskeke biçûk bû û bi felsefeya ‘Jin Jiyan Azadî’ li hemu cîhanê belav bû. Rejîma molla û hêzên serdest li Îranê dîsa xwe nîşan dan. Di bîranîna Jîna Emînî de bav û apê wê jî di nav de bi hezaran kes hatin binçavkirin. Tê xwestin ku jin bên astengkirin. Jinan li tu devera cîhanê bi taybet li Îranê astengî nas nekirin.”

‘Dixwazin bi Barzanî, Kurdan parçe bikin’

Aynur Sarica bal kişand ser nerazîbûnên li dijî PDK’ê û wiha got: “Em weke Kurd di nava yekîtiyê de ne û em ê bi yekitiya xwe xwe bidin nasîn. Ya ku Serokê Dewleta Tirk û Barzanî yê PDK’ê dixwazin şer e. Hem di warê aborî û hem jî di warê siyasî de kêm bûne. Ji bo vê jî dixwazin bi şer xwe nîşan bidin û xwe di nava gel de bigirin. Êrişî her derê dikin. Weke DBP’ê ev hefteyek e em di çalakiyê de ne û em îxanetê qebûl nakin. Me li Silopiya, Gever, Îzmîr û Mêrsînê çalakî li dar xistin. Li hemberî van çalakiyan êrişî gel kirin. Yên ku 100 sal berê Kurdistan parçe kirin, îro dîsa hewl didin parçe bikin. Ji bo yekîtiya Kurdan xebat tên meşandin. Dema ku Kurd ewqas nêzî statuyê bûne, dixwazin bi Barzanî, Kurdan parçe bikin.”

‘Jin li her derê pêşengiyê dikin’

Aynur Sarica, diyar kir ku ew ê hêzên xwe bilind bikin û got: “Ger li cihekî şer hebe, herî zêde jin ji vî şerî bandor dibin. Jin li her derê pêşengiyê dikin. Em destkeftî û têkoşîna xwe mezin dikin. Em ê tu carî nehêlin hûn dest bidin destkeftiyên me. Emê destûr nedin ku hûn îxanetê li Kurdan bikin.”

‘Bi taybetî li ser jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet tê meşandin’

Aynur Sarica bal kişand ser polîtîkayên şerê taybet ên li Kurdistanê tên meşandin û got: “Bi taybetî li ser jinên Kurd polîtîkayên şerê taybet tê meşandin. Kesên ku li Geverê tecawiz li Esraya 13 salî kiribûn hatin berdan, Esra dawî li jiyana xwe anî. Ji ber ku got dengê wê nayê bihîstin. Li Mêrdînê 3 cerdevan tecawizê jineke 22 salî kirin. Ev cerdevan jî hatin berdan. Li Kurdistanê biryarên di berjewendiyên jinan de nayên girtin. Mêrên ku nêzî dewletê ne tên parastin. Ev êriş encama polîtîkayên şerê taybetin.” Aynur Sarica destnîşan kir ku pêkanînek din a şerê taybet bi kargo şandina cenaze û kincên kesên jiyana xwe ji dest dane ye.

Aynur Sarica kampanyaya “Bi Jin, Jiyan, Azadî re ber bi azadiyê ve”" ku ji aliyê Tevgera Jinên Azad (TJA) ve hatiye destpêkirin bi bîr xist û diyar kir ku li ku derê jin lê hebin ew ê têbikoşin.

Ji bo danişînê bang

Herî dawî Aynur Sarica banga beşdarbûna danişîna Berdevka Dem a TJA’yê Ayşe Gokkan ku wê di 22’ê Îlonê de li Nisêbînê bê dîtin û danişîna aktîvîsta TJA’yê Rojbîn Sevîl Çetîn ku wê di 28’ê Îlonê de bê dîtin, kir.