Pirtûka Gurbetellî Ersoz wergerî zimanê Fransî hat kirin

Pirtûka bi navê “Min dilê xwe li çiyayan neqiş kir” ku ji rojnivîsên Gurbetellî Ersoz pêk dihat û bi tirkî hatibû çapçirin li zimanê Fransî hat wergerandin.

Navenda Nûçeyan- Rojnivîska “Min dilê xwe li çiyayan neqiş kir” ku di navbera salên 1995 û 1997’an de ji aliyê Gurbetellî Ersoz a yekemî gerînendeya giştî ya weşanê ya jin e li Tirkiyeyê, hatibû nivîsandin, ji aliyê Les Éditions d'en Bas ve ji bo zimanê Fransî hat wergerandin û weşandin.

Çalakiya danasîna pirtûkê wê di 29’ê Îlonê de be

Çalakiya danasîna pirtûkê wê 29’ê Îlonê saet 18.00’an li Le Pavîllon a Lozana Swîsreyê bê lidarxistin. Edîtorên Les Éditions d'en Bas Pascal Cottin û Jean Richard û midûrê berê yê Musée des Beaux Arts Bernard Fibicher wê di çalakiyê de biaxivin.

Gurbetellî Ersoz a yekem gerînendeya weşana giştî ya jin e li Tirkiyeyê, dema ku gerînendehiya weşana giştî ya Ozgur Gundemê dikir, ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê hat girtin û îşkencekirin, piştre beşdarî refên PKK’ê bû. Rojnivîska Grubetellî Ersoz ku tê de bîranînên xwe yên şer, helbest û xwerexneyên di navbera salên 1995-1997’an de vedibêje, bi navê “Min dilê xwe li çiyayan neqiş kir” derket. Gurbetellî Ersoz di 8’ê Cotmeha 1997’an de li Herêma Federal a Kurdistanê di 32 saliya xwe de di pevçûne dke jiyana xwe ji dest dabû.