Li Swîsreyê li cihên vekirî qedexeya burkayê hat pejirandin

Li Swîsreyê Parlamentoya Federal pêşnûmeya qedexekirina lixwekirina burkayan yê li cihê vekirî qebûl kir.

Navenda Nûçeyan – Li Parlamentoya Federal a Swîsreyê, li ser pêşnûmeya qedexekirina lixwekirina burkayan li gelemperiyê dengdan hat kirin. Pêşnûme bi 151 dengên erê li hemberî 29 dengên na hat qebûlkirin. 6 parlementer jî bêalî man.

Di pêşnûmeyê de ji ber sedemên tenduristiyê yan jî li cihên weke balafir û îbadetxaneyên rû girtin weke îstîsna hate nîşandan. Li gorî pêşnûmeqanûnê bi  destûra rayedaran dê di hin xwepêşandanan de i rû bên girtin. Kesên ku qedexeyê binpê bikin, dibe ku heta 1000 frankên Swîsre bên cezakirin. Ger qanûn bikeve meriyetê wê li hemû kantonên Swîsreyê derbasdar be.

Li Swîsreyê, hukûmetê di Cotmeha 2022’an de pêşnûmeya qanûnê pêşkêşî Meclisa Federal kir, ku ji bo kesên ku bi temamî rûyê xwe digirin, mumkun dike ku cezayên pereyan were birîn. Li Swîsreyê di 7’ê Adara 2021’an de li cihên giştî ji bo qedexekirina lixwekirina burkayan referandûmek hat kirin. Qedexeya burkayê ji sedî 51,2 dengan hatibû qebûlkirin.