Şengala ku DAIŞ’ê têk bir bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ye

Êrîşên dagirkeriya Tirk û hevkarên wê di serî de PDK’ê yên li ser Şengalê bênavber berdewam dikin. Bi riya van êrîşan dixwazin plana fermana 2014’an pêk bînin. Lê berxwedan, sekn û helwesta civaka Êzidî hemû êrîşan vala derdixe.

MEDYA HAWAR

Şengal – Di 3’yê Tebaxa 2014’an de DAIŞ’ê li dijî civaka Êzidî ya Şengalê fermana 74’an pêk anî. Di fermana ku bi piştgiriya hinek welatan pêk hat de bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin. Yekem hedefa DAIŞ’ê jî jinên Êzidî bû. Bi hezaran jin ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatin revandin û firotin. Êzidiyên ku bi çarenûsa xwe re tenê hatin hiştin bi qirkirineke mezin re rû bi rû man.

Pêşmergeyên ku qaşo ji bo parastina civaka Êzidî li Şengalê bûn, pişta xwe dan Êzidiyan û reviyan. Di wê pêvajoya ku Êzidî tenê hatin hiştin de hêzên HPG’ê û YJA-STAR, YPJ û YPG’ê di navbera Rojava û Şengalê de korîdora mirovî vekirin û civaka Êzidî ji qirkirinê rizgar kirin. Plan û armancên li ser Şengalê pûç û vala derketin. Li gel paqijkirina çeteyên DAIŞ’ê di Şengalê de civaka Êzidî hêzên xwe yên parastinê YBŞ û YJŞ’ê ava kirin. Bi demê re rêveberiya xwe ya xweser jî ava kirin. Li ser raman û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, modela modernîteya demokratîk a xweseriyê xwe ji nû ve ava kirin.

Êrîş li dijî pêşengên Êzidî hatin kirin

Plana ku di 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk nehat bi riya êrîşên hewayî û peymana 9’ê Cotmehê dixwazin wê temam bikin. Ev êrîş û xiyanetên ku tên kirin hemû bi destên heman hêzan in, hêza ku bi navê DAIŞ’ê xwest civakê tune bike, îro bi êrîşên ji hewayî ve hewl dide pergala ku civakê daniye tune bike. Ev êrîş hemû bi hevkarî û piştgiriya hêzên derve û hundir ên wekî PDK’e tên kirin. Di êrîşan de bi taybetî pêşengên Êzidiyan tên hedefgirtin. Ji van Mam Zekî, Seîd Hesen, Zerdeşt Şengalî, Merwan Bedel û Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr û bi dehan kes hatin şehîdxistin. Ev êrîş hemû li ser esasê plana 3’ê Tebaxa 2014’an de pêk tên û hewl didin civaka Êzidî bitirsînin, gav paşve bi wan bidin avêtin. Di helwest û sekna civaka me ya Êzidî de, berovajî, çiqas berdêl bidin hewqas bihêztir dibin, dibin xwedî xeta rast, xeta xwe û dijminê xwe baş ji hev derxistine û nas dikin.

Iraq nikare yekparetiya Iraqê biparêze. Eger Iraq li gorî pîvan û siyaseta Iraqê biçe û nekeve pêy berjewendiyên xwe, wê ev êrîş li ber çavan li ser civaka Êzidî neyên kirin. Çima ax û erdnîgariya Şengal û Êzidiyan ji dewleta Osmanî re tê vekirin ku êrîş bike? Sedem çi ye ku li ber çavan balafirên dagirkeriya tirk tên û pêşengên Êzidiyan şehîd dixin? Ev hemû encamên plan û siyasetek in. Dixwazin nasname, bawerî, çand û dîroka Êzidatiyê tune bikin.

Yên êşên mezin kişandin jin bûn yên bûn hêz jî jin in

Yên ku herî zêde bedel dane  jinên Êzidî ne, di vê fermanê de jî wisa bûn. Ên ku di bazaran de hatine firotin, ên ku rastî destdirêjiyê hatin jinên Êzidî bûn. Ji ber vê yekê êdî fikir û felsefeya Serok Abdullah Ocalan ji jinên Êzidî re bûye çîrûskek. Li ser vê çîrûskê û xeta azadiyê jinan dest bi jiyanê kir. Êdî xwe bi rêxistin kirin. Ji bo ku bikaribin tola xwe ji dijmin bistînin û rê li ber fermanan bigrin hedef û armancên jinên Êzidî bi vê yekê dest pê kirin. Jinên Êzidî tu caran koletiyê û lîstikên li ser Şengalê qebûl nekirin, civaka xwe teslîmî tu kesî nekirin. Avakirina TAJÊ û parastina leşkerî YJŞ hêviya hemû jinên Êzidî ye. Îro di Şengalê de kar û xebat berfirehtir dibin û hejmara jinên têkoşer zêde dibe.

Li Şengalê ji aliyê siyasî bigre heta leşkerî û di her warî de civakî xwe bi rêxistin kiriye, vîneke ji êşa xwe daye avakirin. Civakê xwe gihîştandiye asteke wisa ku îro dikare li ser fikrekî xwe bi rêxistin bike, xwe bi rê ve bibe biparêze û li cîhanê bide nasîn. Bi salan e her kesê hewl da civaka Êzidî bi kar bîne û bi rê ve bibe. Lê niha xwerêvebirina civaka Êzidî bi saya fikir û felsefeya Serokê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûye mînak di cîhanê de.

Xweseriya Demokratîk mînak e

Civaka Êzidî rê nade ku siyaset li ser Şengalê pêk bên. Divê Iraq jî di nava xwe de siyaseta tunekirinê nede meşandin. Civaka Êzidî ji bîr nekiriye ku li ser axa Iraqê derb li Êzidiyan hatiye xistin. Peymana 9’ê Cotmehê ku bi plana PDK Tirkiye û Iraqê hatiye kirin, yek ji êrîşên herî berbiçav e. Plan û biryareke ku tê de vîn û nêrîna civaka Êzidî nebe, wê neyê pêkanîn. Civaka Êzidî vê peymanê weke berdewamiya plana fermanê dibîne. Civaka Êzidî her dem alîgirê aştî û aramiyê bû li nava Iraqê. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Şengalê, ji bo ku statuya xwe bi Iraqê bide qebûlkirin, bi riyên aştiyane pir hewl da. Ji bo ku Êzidî bikaribin bi mafên xwe û hiqûqa xwe hem di aliyê parlamentoyê de hem jî di aliyê leşkerî û siyasî de bi dest bixin, nimûne rêveberiya Xweseriya Demokratîk pêşkêş kir.

Helwesta vê civakê her dem ew bû ku heta dawî têbikoşe. Çiqas bedêl bidin jî tu carî gav bi şûn ve navêjin. Civak gihîştiye wê astê ku dizane heger îro berdêl nedin, neçar in xwe teslîmî cihekî bikin. Teslîmkirin jî mirina bi saxî ye. Civaka Êzidî wê qebûl nake. Civaka Êzidî ne tenê îro bedêl daye. Di dîrokê de ji bo nav û baweriya xwe gelek caran bedel daye. Civaka Êzidî li ber her cure êrîşan rawestiyaye. Armanc û hedefa wê ew e ku bikaribe gelê xwe û erdnîgariya xwe biparêze û xweser bijî. Statuya Xweser bi Şengalê li ser rûyê erdê dide qezenckirin. Tenê gotina ‘Êzidî û Iraqî ne’ têra vê civakê nake. Di warê bawerî û şêwaz de cuda ne. Êzidî di nava tevahî civakê de xwedî nasname ne. Bi êrîşên tirsonek, bi êrîşên esmanî gelek bedêl dan, tu carî ne hêzek, ne siyaset û ne jî leşkerek nikare vîn û baweriya Êzidiyan tune bike.

Modela xweseriyê pêşî li qirkirinê digre

Şengalê xwe li ser raman û felsefeya serok Abdullah Ocalan ava kiriye. Modelek welê yê ku civak bikare xwe bi rêve bibe, bibe ya xwe bi xwe. Modeleke ji bo xweparastin û pêşîgirtina li hemberî hemû siyaseta li derve tên meşandin e. Civaka Êzidî xwe aydî vê paradîgmayê dibîne. Bi vê paradîgmayê rê nade ku siyaseta îmha û înkarê li ser bê kirin. Ev paradîgma pêşiya qirkirina mirov û gelan digre.

Rêveberiya Xweser, TAJÊ û PADÊ, aliyên leşkerî YBŞ/YJŞ’ê tev dizanin ku siyaset û rêbazên ji bo tunekirina Êzidiyan wê bi rêbazên cuda bidomin. Ji bo wê jî asta têkoşînê di Şengal de em dikarin bibêjin ku di lûtkeyê de ye. Peymana 9’ê Cotmehê, trafîkên hevdîtinên di nava Tirkiye PDK û Iraqê de nîşaneya wê ne. Dewletekî faşîst ku li ser qirkirina mirovan mezin bûye, li cihekî pergaleke demokratîk bibîne wê ji bo xwe xeter dibîne û çi ji dest were dike. Ev e rewşa dewleta Tirk a niha.

Yên li dijî DAIŞ’ê şer kirin bi êrişên dewleta Tirk re rû bi rû ne

Di 24’ê Adara 2017an de cara yekemîn çiyayên Şengalê ji aliyê balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker ve hat bombebarankirin û di encamê de zarokê bi navê Gênco şehîd bû. Di vê êrîşê de Geliyê Kersê, Herêma Amûd û Derê hatin topbarankirin. Ew êrîş li wir nesekinî heta îro jî bêdengiya herêmî û cîhanî didomin. Bi dehan cih tên bombebarankirin. Nexweşxane, mal û hwd. Hêza ku li hemberî DAIŞ’ê şer kir û tune kir tê hedefgirtin û endamên wê tên şehîdxistin. Civaka Êzidî bi hêz vîn û baweriya xwe li ber xwe dide.

Gel li berxwe dide: Dê li ber xwe bide

Di 17’ê meha Îlonê  de balafira bêmirov ya dewleta Tirk li Serdeşta çiyayên Şengalê wesayîdeke Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ku sê fermandar û pêşengên civaka Êzidî tê de bûn, hedef girt. Dîndar Avesta, Pîran Pîr û Çiya Feqîr di encama Êrîşê de şehîd bûn. Hersê şehîd bi merasimeke girseyî hatin oxirkirin. Civaka Êzidî helwesta xwe pir zelal diyar kir. Di helwesta civaka Êzidî de sozdayîna xeta şehîdan hebû. Civaka Êzidî di oxirkirina hersê şehîdên xwe de soza tolhildanê da. Bi girseyeke mezin berê xwe dan şehîdgehê û bi dirûşmên şehîd namirin û berxwedan jiyan e bersiv dan êrîşan. Di helwestên dayik û jinan de diyar dibû ku tu hêz nikare vîna vê civakê bişkîne. Dayikan digot “Ger 100 kes ji me şehîd bibin em ê 200 kesan li hêza xwe zêde bikin. Ew nikarin me tune bikin. Em ê bi keda şehîdan ber bi jiyana bi rûmet ve bimeşin.” Helwesta civaka Êzidî ev e.