Li dijî êrîşên li ser rojnamegeran Komîteya Lêkolînê hat avakirin

Ji aliyê Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), Rêxistina Mafên Mirovan û komek rojnamevan ve, têkildarî êrîşên dewleta Tirk ên li ser rojnamegerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, komîteyek lêkolînê hate avakirin.

ŞÎRÎN MIHEMED

Qamişlo – Dewleta Tirk ê heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hedef digire peymanên navnetewî tune dihesibîne û rojnamegeran qetil dike. Bi hevkariya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA), Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê û komek rojnamevanên ji Misirê, Komîteya Lêkolînê ya êrîşên li dijî rojnamegeran hat avakirin. Endama Rêveberiya Yekîtiya Ragihandina Azad Avîn Îbrahîm hem li ser êrîşên li dijî rojnamegeran û hem jî li ser armanca Komîteya Lêkolînê ya hatiye avakirin axivî.

Avîn Îbrahîm, da zanîn ku êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin û got, “Rojnamegeran êrîşên dewleta Tirk ji hemû cîhanê re radigihînin û ji ber vê jî dibin hedef. Ji ber ku rastiyan radixe ber çavan tê xwestin dengê wan bê qutkirin. Ji destpêka şoreşa Rojava heta niha bûne hedef. Heta niha 27 xebatkarên çapemeniyê bûne hedefa êrîşan. Gelek xebatkar hatin qetilkirin, hinek jî bi birîndarî ji êrîşan rizgar bûn. Îsal 6 xebatkarên çapemeniyê bûn hedefa êrîşan.” 

Êrîş dê bên lêkolînkirin

Avîn Îbrahîm bi bîr xist ku dewleta Tirk di 23’ê Tebaxê de wesayîta xebatkarên çapemeniyê yên kanala JIN TV hedef girt û got, “Di êrîşê de xebatkarekî çapemeniyê jiyana xwe ji dest da û nûçegihanek jî birîndar bû. Yekîtiya Ragihandina Azad ku êrîşên dewleta Tirk eşkere kir, biryar da ku bi hevkariya Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê Komîteya Lêkolînê ya ji bo lêkolînkirina hedefgirtina rojnamegerên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bê avakirin. Komîte di bin serokatiya Rojnamegerê Misrî Ehmed El-Amîd de hat avakirin."

Komîte dê raporekê amade bike

Avîn Îbrahîm diyar kir ku komek rojnameger û parêzvanên mafên mirovan ên Sûriye û Misirê jî di nava komîteyê de cih digirin û wiha dewam kir: "Komîte wê pêşî li ser êrîşa dewleta Tirk a li ser wesayîta JIN TV ku xebatkarên çapemeniyê tê de bûn raporekê amade bike. Tê payîn ku sazî û pisporên ji Suriyeyê û derve jî dê beşdarî vê raporê bibin. Komîte dê di belgekirina sûcên li dijî rojnamegeran, aşkerekirina kiryaran û cezakirina wan, diyarkirina berpirsên êrişê û çekên di êrişê de hatine bikar anîn de jî xebatê bimeşîne.”

Rapor wê ji saziyên navneteweyî re bê şandin

Avîn Îbrahîm bal kişand ku piştî temamkirina raporê dê encamên lêkolînê ji rêxistinên mafên mirovan û rêxistinên navneteweyî yên ku bi azadiya raman û derbirînê û parastina mafên mirovan re eleqedar in re bên şandin û got ku komîte dê t li hember kesên ku bi awayekê rasterast an jî ne rasterast di nav vê sûcê de digrin edbîrên pêwîst ên qanûnî bigire. Di dawiyê de Avîn Îbrahîm got ku ew ê hemû rastiyan li ser hedefgirtina rojnamegeran li Bakur û Rojhilatê Sûriyê eşkere bikin.