Yekitiya Jinên Ciwan bi civînekê têkoşer Viyan Soran bi bîr anî

Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Hesekê bi boneya salvegera têkoşer Viyan Soran civînek li dar xist.

Hesekê-Leyla Walî Huseyîn bi nasnav Viyan Soran 2’ê Sibata 2006’an bi armanca şikandina komploya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir. Îro bi boneya 18’emîn salvegera şehadeta Viyan Soran Yekitiya Jinên Ciwan li gulistana xwendinê bi tevlibûna 50 jinên ciwan civîn hat lidarxistin.

Hola civînê bi pankartên bi nivîsa "Kes nikare roja me tarî bike", "Jin Jiyan Azadî" û "Bê Serok jiyan nabe" hatibû xemlandin.

Civîn bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, paşê beşek ji parêznameya pêncemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ji aliyê endama Yekitiya Jinên Ciwan Leyla Hisên ve hat xwendin.

‘Divê em asta têkoşîn û berxwedaniyê bilind bikin’

Paşê Endama Rêveberiya Yekitiya Jinên Ciwan Leyla Mihemed axivî û wiha got: “Rêber Ocalan azadiya jinan di felsefeya xwe de esas girt, ji ber ku jinên ciwan dînamîkên civakê ne. Di vê pêvajoya hesas de pêwîst e em li xwe vegerin û xwedî li destkeftiyên têkoşer Viyan, Sakîne, û Bêrîtanan derkevin. Komploya li dijî Rêber Ocalan îro di hedefgirtina jinên pêşeng berdewam dike lewma di vê pêvajoyê de divê em asta têkoşîn û berxwedaniyê bilind bikin. Her wiha ji bo ku em bikaribin xwe nas bikin û destkeftiyên xwe biparêzin pêwîst e em parêznameya rêbertiyê bixwînin û xwe tê de kûr dikin. Em şehîd Viyan Soran bi bîr tînin û em ê şopdarên keda wê bin. Em weke jin şehîd Viyan Soran mînaka jinên bi hêz û fedakar dibînin. Em dixwazin azad bijîn rêbertî dibêje "Ger azadî hêsan bûya Ronahî û Viyanê agir bi bedena xwe nedixistin."

Civîn bi nîqaşên li ser jiyana Viyan Soran û parastina nirxên şoreşê her wiha şikandina tecrîda li ser Badulah Ocalan bi dawî bû.