Kombûna Jinan a Zenûbiya êrîşên dewleta Tirk şermezar kir

Meclisa Kantona Tebqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya êrîş û sûcên dewleta Tirk ên li ser çar aliyê Kurdistanê şermezar kir.

Navenda Nûçeyan- Meclisa Kantona Tebqayê ya Kombûna Jinan a Zenûbiya daxuyaniyekê êrîşên dewleta Tirk ên li ser çar aliyên Kurdistanê şermezar kir. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Kantona Tebqayê, endamên nivîsgeh û komîteyên jinan û partiyên siyasî di daxuyaniyê de amade bûn. Daxuyanî ji aliyê endama meclisa kombûna Jinan a Zenûbiya Necah El Hisên ve hat xwend.

‘Emê têkoşîna xwe berdewam bikin’

Di daxuyaniyê de êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, sûcên li herêmên dagirkirî têne kirin, êrişên kîmyewî yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, her wiha darvekirina çalakvanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve şermezar kirin û wiha hate gotin:

“Pergalên despot û çewsîner ji bo tesfiyekirina dozên bindest û têkbirina şoreşên azadiyê yên li dijî zilmê di nava pêşbirkê de ne. Her çendî dem dirêj bibe û fedakarî mezin bibin jî em ê têkoşînê berdewam bikin heta em hêviyên gelên xwe yên ji bo azadî, edalet û rûmeta mirovahiyê pêk bînin.”

Di daxuyaniyê de bang li rêxistinên navneteweyî yên îdiaya mirovahiyê hate kirin ku erk û berpirsyariyên xwe li hemberî sûcên li dijî gelê Kurdistanê têne kirin bi cih bînin û hesab ji sûcdaran bi bixwazin.