Hejmara kesên li Xezayê jiyana xwe ji dest dan bû 27 hezar û 238

Kesên ji ber êrîşên Îsraîlê ên li ser Zivala Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 27 hezar û 238.

Navendda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê ên li ser Zivala Xezayê 120 roj e bê navber didome. Wezareta Filistînê ê li Xezayê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de derbarê êrîşên Îsraîlê de agahî da.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hêzên Îsraîlê di 24 seaten de li Zivala Xezayê 107 Filistînî kuştine û 165 Filistînî jî birîndar kirine. Ji 7’ê Cotmehê ve hejmara Filistinîyên ku jiyana xwe ji dest dane bûye 27 hezar û 238 û hejmara birîndaran jî bûye 66 hezar û 452. 

Berdevkê Wezareta Tendirûstiyê ê Filistînê Eşref el-Qudra destnîşan kir ku hîn di bin kavilan de û li kêlaka rêyan de gelek mirî hene lê ji ber astengkirina hêzên Îsraîlê xebatkarên tendirûstiyê û hêzên erkdarên parastina sîvîl nikarin xwe bigihînin cenazeyan.