Nora Merîno ya enternasyonalîst: Rêber Apo rêberê gelan û jinan e

Nora Merîno ya enternasyonal bal kişand li ser tecrîda girankirî ya hêzên navnetewî dimeşînin û 26 sal in li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê meşandin û got ku Ocalan bi paradîgmaya xwe bûye rêberê gelan û jinan.

DÎREN ENGÎZEK

Navenda Nûçeyan – Di 9’ê Cotmeha 1998’an de bi derketina ji Sûriyeyê re komploya navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir û 15’ê Sibata 1999’an ji aliyê hêzên hegemonîk ve hat dîlgirtin. Ji wê rojê ve heta niha ket 26 salan ku li Girava Îmraliyê di bin mercên giran û tecrîdê de tê girtin.

Ber bi 26’emîn salvegera komploya navneteweyî re li hemû cîhanê jin, ciwan û gel li dijî vê komployê têdikoşin. 35 meh in bi tu awayî agahî ji Abdullah Ocalan nayê girtin, serlêdanên parêzeran û malbatê ji bo hevdîtinan nayên qebûlkirin. Li dijî komployê kesên xwedî lêgerîna azadiyê, bi çalakiyên cuda ji bo azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd di nava hewldanan de ne.

Çalakiyên ku li çar aliyên Kurdistan û cîhanê hatin lidarxistin, grevên birçîbûnê yên li girtîgehan dest pê kirine, daxuyaniyên ku ji aliyê parêzvanên mafên mirovan, tevgerên demokratîk, şoreşger û kesayetan ve tên dayîn, hemû bi daxwaza bidawîbûna tecrîdê ne.

Li ser tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, em bi endama Komîteya Amadekar a Katalan a Enternasyonalîst Nora Marîno re li ser têkoşîna gelê Kurd û hemû enternasyonalîstên cîhanê axivîn.

‘Şoreşa Rojava bala her kesê kişand’

Nora Merîno, bal kişand ku Şoreşa Rojava weke şoreşa gelan û jinan li hemû cîhanê hatiye nasîn û got: “Şoreşa Rojava bala hemû kesên azadîxwaz, bi rûmet û yên di lêgerîna jiyanê de bûn, kişand ser xwe. Piştî ku me Şoreşa Rojava nas kir, di rastiyê de me ev jî ferq kir ku bi paradîgmayek ev şoreş bi pêş ketiye. Vê paradîgmayê jî mînakên wê li cîhanê tunebûn.”

Nora Merîno, diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd vê paradîgmayê ji dîroka gelan û jinan girtiye û wiha domand: “Di esasê xwe de ya girîng ew bû ku bi vê awayê sentez kir û pêşkêşî gelan kir. Tevgerên şoreşger ên li cîhanê bi vê awayê paradîgmayek tam ava nekirine. Ji ber vê jî tevgerên heyî, ji pirsgirêkên vê sedsalê re, bi taybetî yên ekolojîk, tendirustî û jinan re nikaribûn paradîgmayek ava bikin. Piştî Şoreşa Rojava her kesê dît ku Rêber Apo bi paradîgmaya ku ava kiriye ji bo lêgerîna her kesê bûye bersiv û vê yekê zindî dihêle.”

‘Gel paradîgmaya Rêbertiyê ji bo xwe weke çareserî dibînin’

Nora Merîno, bi gotinên; “Dema em bi hevalên enternasyonalîst ên ji derdorên cuda re nîqaşan dikin, dibînin ku paradîgmaya Rêber Apo çawa lêgerîna wan zindî kiriye” anî ziman ku wate û têkoşîna Abdullah Ocalan ji sînorên Kurdistan û Rojhilata Navîn derbas bûye. Nora bal kişand ku ramanên Rêberê Gelê Kurd sînoran derbas kirine û got: “Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn tê wateya vejînê lê dema mirov wî tenê weke rêberê van gelan bibîne kêm dimîne. Li Ewropayê, ji Elmanya heta Katalanyayê, ji Emerîkaya Başûr heta Afrîkayê gelên cuda hene. Van gelan ji derveyî navendên modernîteya kapîtalîst, paradîgmaya rêbertiyê ji bo civakên xwe weke çareserî dibînin.”

Nora Merîno, di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Li gorî min a rast ew e mirov Rêber Apo weke rêberê gelan an jî rêberê jinên cîhanê bibîne. Di vê serdema em dijîn de di her warî de em vê rastiyê dibînin. Em jin, ciwan û enternasyonalan di konferansên navneteweyî de dibînin. Hemû di lêgerînan de ne. Dixwazin hînî paradîgmaya Rêber Apo bibin, di jiyana xwe, civaka xwe, welatê xwe û çanda xwe de pêk bînin. Lêgerîneke wiha ya enternasyonalan heye. Ew rêber Apor weke rêberê gelan pênase dikin.”

‘Tecrîd bi awayê bê hiqûq tê pêkanîn’

Nora Merîno, diayr kir ku enternasyonalîst bi paradîgmaya civaka xwedî azadiya jinan, ekolojîk û demokratîk, dîroka xwe zêdetir lêkolîn dikin û wiha domand: “Dixwazin rêxistinbûna xwe li gorî paradîgmaya Rêber Apo biguherînin. Dixwazin riyên cuda vekin. Ji bo rewşa rêbertiyê, di warê mafên mirovan de rojevek û hesasiyet çêbûye. Tevî tecrîda ku bi awayeke bêhiqûq tê meşandin jî Rêber Apo bi têkoşîna xwe hem dibe çareserî hem jî hêvî.”

Nora Merîno diyar kir ku tevgerên cuda, bi taybetî yên anarşîst, femînîst û reel sosyalîst, bi niyeta baş û armancên xwe dixwazin tiştek bikin lê rê û rêbazên pergala heyî bi kar tînin û wiha dirêjî da gotinên xwe: “Di analîzkirina rast a pirsgirêkan û çareseriyeke tam de bi ser neketin. Enternasyonalist her ku paradîgmaya rêbertiyê nas dikin; bi rê û rêbazên cuda, analîz dikin, civakan nas dikin û dîrokê hîn dibin. Paradîgmaya rêbertiyê, têgehên ku heta niha me ji wan bawer kiribû, weke têgeh zelal bûn, serûbin kir. Nîşan da ku pêdivî bi pênaseyek nû heye. Wî ji me re got ku pêwist e mirov ji nû ve têgehên jiyan, azadî, têkoşîn û dîrokê pênase bike. Rêbertî dema vê pirsgirêkê dinirxand, yan jî dema jê re li çareseriyê digeriya, têkiliya wê ya dîrokî û civakî ji hev nediqetand. Civakên cuda, di mijar û astên cuda de pirsgirêkan dijîn. Paradîgmaya Rêber Apo rê û rêbazan nîşanî van civakan dide.”

‘Jin dixwazin paradîgmaya Rêber Apo zêdetir nas bikin’

Nora Merîno, diyar kir bi taybetî paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê nêzîkatiya wî ya ji bo jinan balê dikişîne û wiha axivî: “Hem ji aliyê dîrokî û hem jî di aliyê civakî de mijara jinê bi kûrahî dest digre. Rol dide jinan, ji ber vê sedemê jin dixwazin paradîgmaya Rêber Apo zêdetir nas bikin. Ew yek di nava tevgerên cuda de nîne. Jin di nava dîroka şoreşan de bi awayekî bi wêrek têkoşîn meşandin û pêşengî kirin. Lê ji ber ku ji pergalê qut nebû, wek encam di vê pêvajoya şoreşê de guhertin çênebû, ji ber ku di jinê de jî guhertin çênebû." Her wiha Nora Merîno, da zanîn jinên ji parzemînan cuda ji paradîgmaya Abdullah Ocalan hêvî û hêz digrin.

Em dikevin sala 26’emîn a komploya 15’ê Sibatê

Nora Merîno, komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê ku ji bo  Rêberê Gelê Kurd hatibû pêşxistin wiha nirxand: “Di vê 15’ê Sibatê de 25 salên esareta Rêber Apo bi dawî dibe û dikeve sala 26’emîn. Pergala kapîtalîst kesayetiya Rêbertî, têkoşîna wî û hemû nirxên ku ew nûnertî dike ji bo xwe wek xeteriyek dît. Ne tenê Tirkiyeyê, ji bo welatên NATO û welatên nûnertiya modernîteya kapîtalîst dikin ji xwe re wek xeterî dîtin. Bi vê tirsê fikirîn ku ger Rêber Apo bê dîl girtin, dê têkoşîna wî bi dawî bibe. Lê wekî ku plan kirin pêk nehat, di dawiya 25 salan de Rêber Apo têkoşîn û kesayetek wisa afirand ku li hemû cîhanê jî belav bû. Her ku çû Rojhilata Navîn û Kurdistanê derbas kir. Rêbertî beriya ku bê dîl girtin, bawerî û hêzek wisa di gel de afirand ku, dikarin ev hemû astengî û zehmetiyan bi vê têkoşînê derbas bikin.”

Nora Merîno, da zanîn Abdullah Ocalan Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê weke zayînek nû digre dest û wiha got: “Li vir Rêber Apo hemû xeletî, hemû rastiyên dîrokî û civakî bi awayekî kûrahî nirxand. Bi vî awayî paradîgmayeke nû ji gelên cîhanê re da qezençkirin. Di dîrokê de mînaka ku tecrîda 25 salin li dijî Rêber Apo tê meşandin û têkoşîna ku ew nîşan dide nîne. Ev jî di qada navneteweyî de gelek balê dikişîne.”

'Rêber APO bi berxwedana xwe re komplo vala derxist’

Nora Merîno, wiha got: “Ev 25 sal in modernîteya kapîtalîst di pêşengiya dewleta Tirk de hewl da dengê Rêber Apo qut bike. Ya rast ev e ku em binkêtina modernîteya kapîtalîst û dewleta Tirk dibînin. Em binkêtina komployê dibînin. Armanca komployê ne tenê dîl girtina Rêber Apo bû. Qutkirina deng, reng, fikir û têkoşîna Rêber Apo ya ji cîhanê bû. Lê Rêber Apo bi berxwedana xwe re armanc vala derxist.”

Nora, da zanîn ji Amerîkaya Latîn heta Hîndîstan, ji Ewropayê heta Asyayê ji her derê mirov dixwazin bi paradîgmaya Civaka Demokratîk xwe birêxistin bikin û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Ev ji bo hemû dewletan tirsek mezin avadike. Dibînin ku ev têkoşîn tenê Rojhilata Navîn nagire nava xwe. Dibînin ku ev têkoşîn dê li Asya, Amerîka û Elmanyayê di astên cuda de pêş bikeve. Li Rojhilata Navîn jî gelên cuda xwedî li Rêber Apo derdikevin. Gelên Ereb, Ermenî û Suryaniyan zêdetir xwedî derdikevin. Bêguman Şoreşa Rojava, bi taybetî li Bakurê Kurdistanê jî geşedan çêdibin. Xwedî derketina di navneteweyî de, berxwedana li zindanan; hemû bi berxwedana li Îmraliyê pêş dikevin. Ev jî hemû pergala modernîteya kapîtalîst ditirsîne.”

Nora Merîno: Nikarin pêşiya Rêber Apo bigrin

Nora Merîno, bal kişand li ser tecrîda girankirî ya 35 meh in li Îmraliyê tê meşandin û wiha got: “Dixwazin bi her awayî bandora Rêber Apo asteng bikin. 25 salan hewl dan dengê wî qut bikin, lê her ku wext derbas bû bandora wî zêde bû. Nikarin pêşiya  Rêber Apo bigrin. Ev tecrîda girankirî ta 35 mehan nîşaneya modernîteya kapîtalîst e. Û di heman demê binkêtina wan e. Binkêtina armanca komployê ye. Divê gelê Kurd, azadîxwazên enternasyonalîst û hemû kesê ku paradîgmaya Rêbertiyê wek çareserî dibîne, li dijî komploya navneteweyî çi ji destê wan tê bikin.”

'Enternasyonaslîst, ciwan û jin xwedî li kampanyayê derketin’

Nora Merino, kampanyaya 'Ji Abdullah Ocalan re azadî û ji pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî’ ku di 10'ê Cotmehê de ji aliyê akademîsyen, rêveberên sendîkayan û nûnerên partiyên siyasî ve li deverên cuda yên cîhanê hat destpêkirin nirxand û wiha got: "Kampanyaya ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dest pê kir, hem li Kurdistanê û hem jî li derveyî welat bi awayekî pir bi hêz dest pê kir. Çalakiyên ku li 74 welatên cuda hatin destpêkirin, welatên cuda û mirovên cuda jî tevlî bûn. Tevgerên enternasyonaslîst, ciwan û jin jî pir zêde xwedî li kampanyayê derdikevin. Pirsên wekî ez dikarim çi bikim, li welatê xwe, rêxistina xwe, civaka xwe dikarim çi bikim, ji bo rewşa Rêbertî dikarin hesasiyete çawa avabikin û rola Rêber Apo di raya giştî ya navneteweyî de çawa dikarim bidim naskirin, tên kirin. Ji xwe re mîsyonek wiha dibînin."

'Divê hemû kes îqna bibe ku em ê îsal tecrîdê bişkînin'

Nora Merîno, da zanîn bi ‘Kampanyaya Azadiyê' ku hate dest pê kirin de di jin, ciwan û siyasetmedaran de hesasiyet avabûye û destnîşan kir tiştên hatine kirin ne têrker in û tenê meş û daxuyaniyên çapemeniyê têra şikandina tecrîda Îmraliyê neke. Nora Merîna ya got, “Divê hemû kes îqna bibe ku em ê îsal tecrîdê bişkînin, divê em ji Rêber Apo agahî bigrin. Divê em bi lezgînî li ser rewşa Rêber Apo agahî bigrin. Divê hemû kes li gorî vê rol û mîsyonekê bide xwe. Piştre jî divê em azadiya wî ya fîzîkî pêkbînin," bal kişand pêwîstiya hîn bêtir çalakiyên afirîner û şêwazên xwedî derketine heye.

Nora Merîno, da zanîn divê dost, gelê Kurd û civakên cuda li bajar, gund û taxên xwe dikarin çi ji bo Rêberê Gelê Kurd bikin, nîqaş bikin û wiha got, “Tenê di medya dijîtal û çapemeniye de rojev avakirin, ne têrker e. Ji vê zêdetir divê em bi paradîgma û têkoşîna Rêber Apo re di xwe de guhertinan çêbikin. Rêber Apo, dibêje: 'Ez azad im. Hûn min fêm dikin û pêkbînin.' Divê em zêdetir Rêber Apo fêm bikin û fikrên wî bi cih bînin. Tecrîd çiqas girantir bibe, divê bersiva me jî ewqas mezin be.”

'Divê çalakiyên zêdetir balkeştir bên kirin’

Nora Merîno, der barê afirînerî, dewlemendî û bibandorbûna çalakiyên tên kirin pêkanîn de meşa dirêj a li Fransayê mînak nîşan da û wiha got: “Meşa ku li Bakurê Fransayê dest pê kir, wê li 25 bajaran, 25 rojan bidome. Ev çalakî temsîla dîlgirtina Rêbertî ya 25 salan dike. Çalakiyên bi vî rengî bandorên cuda diafirîne û wê li ser  gelên Bakurê Fransayê û gelê Kurd bandorek girîng avabike. Divê çalakiyên zêdetir balkeştir bên kirin û divê hemû kes ji pirs bike ka di vê kampanyayê de rol û mîsyona min çi ye. Divê kes li benda kesê nemîne û hemû kes reng û însiyatîfa xwe tevlî vê kampanyayê bike.”

Nora, meşa dirêj a ku enternasyonalîst dê di 10’ê Sibatê de pêkbînin nirxand û wiha got: “Meşa ku îsal ê 8’emîn bê li dar xistin, cara yekem di sala 2017’an de hat li dar xistin. Her sal di meha sibatê ji welat, çand û gelên cuda li hev dicivin û vê meşê li dar dixin. Ji bo zêdetir Tevgera Azadiya Kurdistanê nas bikin û xwedî li têkoşîna gelê Kurd derbikevin li hev kom dibin. Di heman demê de bi yekkirina deng, reng û hêza xwe ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêbertî vê meşê li dar dixin. Her sal li Ewropa û derveyî Ewrupayê bi rojên meş û civîn çêdibin. Ziman ferq nake. Em ji bo armancek hevpar kom dibin. Em di van civînan de hêz û zimanek hevpar diafirînin.”

Meşa Enternasyola wê li Baselê dest pê bike

Nora Merîno, diyar kir meşa dirêj wê di 10’ê Sibatê de li bajarê Basel ê Swîsreyê dest pê bike û salnameya çalakiyan wiha ragihand: “Em ê di 11’ê Sibatê de meşek mezin li dar bixin, wê ciwanên enternasyonalîst û gelê Swîsre beşdar bibin. Em ê di 12’ê Sibatê de li Fransayê dest bi meşa xwe bikin û ber bi Strasburgê ve bimeşin. Wê 15’ê Sibatê li Strasboûrgê, hem meşa enternasyonalîstan, hem meşa li Bakurê Fransayê ku 25 rojan li 25 bajaran domdike û hem jî meşa dirêj a ciwanan a ku dê li bajarê Manheîm ê Elmanyayê destpê bike, li vir bi dawî bibe. Em ê meşek hevpar li dar bixin û wê bi mîtîngekê bi dawî bibe. Hem enternasyonalîstên ku ji welatên cuda tên û hem jî gel, ciwan û jinên Kurd nîşan bidin ku em komploya navneteweyî û dîlgirtina 25 salan a Rêbertî qebûl nakin. Dîsa di 16’ê Sibatê de li Strasbûrgê bi armanca misogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêbertî konferansek bê lidarxistin û meşvanên her sê meşan beşdarî konferansê bibin. Komplo çawa pêş ket, bersiva jin û gelê Kurd ji vê komployê çi bû, ev komplo ji bo gelê Kurd tê çi wateyê. Ev mijar wê bên nîqaşkirin. Têkildarî pergala Îmraliyê û têkoşîna Rêbertî ya bi vê sîstemê re parêzerên Abdullah Ocalan wê mafê axaftinê bigre. Dîsa li ser navê her sê meşan wê axaftin bên kirin. Hevalên me yên ji akademiya modernîteya demokratîk wê li ser rola Rêber Apo û girîngiya têkoşîna navneteweyî axaftin bikin. Wê bernameyek çandî bê kirin û bi vî awayî bi dawî bibe."

Banga beşdarbûna mîtînga 17'ê Sibatê

Nora Merîno, herî dawî banga beşdarbûna mîtînga mezin a 17’ê Sibatê ya li bajarê Koln a Elmanyayê kir û wiha got: “Yên ku beşdarî meşên dirêj bibin, wê bi reng û dengê xwe beşdar bibin. Divê ciwan, jin û li kîjan civakê dibe bila bibe kesên xwedî lêgerîn; kesên lêgerîna wan e jiyanek hîn xweştir, bi rûmet û azad heye, bi awayekî xurtî beşdar bibin. Divê em bi vê meşê pirek avabikin ku bi her awayî deng û têkoşîna me bigihêje Îmraliyê. Em dîwarên Îmraliyê hilweşînin û tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo rakin. Em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin."