Meşa Mezin a Azadiyê di roja 3’an de ye

"Meşa Mezin a Azadiyê" ku ji bo fîzîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bi du aliyan ve hatiye destpêkirin, dewam dike. Meşvan li bajaran de bi coşek mezin tê pêşwazî kirin.

Navenda Nûçeyan-“Meşa Mezin a Azadiyê” ku ji bo fîzîkî azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya siyasî ya pirsgirêka Kurd bi du baskan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 3’yemîn de didome.

Meşa li Şaxa Qersê  danê sibehê ji Îdirê bi çepik û dirûşmeyan ber bi navçeya Bazîd a Agirî  ve hatin rêkirin. Meşvanên ku li Bazîdê ji aliyê gelek kesan ve hatin pêşwazîkirin, piştî meşa 3 kîlometre ya li navenda navçeyê daxuyanî dan çapemeniyê.

'Em tecrîdê qebûl nakin'

Parlamenterê Partiya DEM’ê ya Bedlîsê Huseyîn Olan di daxuyaniya çapemeniyê de axivî û got: “Ev bajar bajarekî qedîm û berxwedêr e. Ehmede Xanî got divê em bibin yek. Îro bi milyonan Kurd bi hev re tekoşînê didin. Meşa azadiyê ya ku me îro da destpêkirin azadiya Birêz Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd e. Ev meş ji bo şikandina tecrîda li ser Birêz Ocalan e. Bi tecrîdê re li her qadê welat wêranî rû da. Em vê tecrîdê qebûl nakin, em dixwazin pirsgirêka Kurd çareser bibe.” Huseyîn Olan diyar kir ku ew ê tecrîdê bişkînin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd pêk bînin.

'Divê li vir azadî bê ragihandin'

Piştre jî tirba Ehmede Xanî ya li navçeyê hate ziyaretkirin. Ji Kongreya Îslama Demokratîk Mahmut Taniş li vir axivî, têkildarî têkoşîna jiyanê ya Ehmedê Xanî agahî da. Mahmut Taniş got: "Her tim di nava têkoşîna li dijî zilmê bû. Di têkoşîna gelê Kurd de cih girt. Jiyana xwe bi têkoşînê derbas kir. Yek ji pêşengên damezrîner ên medreseyên Kurdî bû ku ji bo Kurdan cihekî girîng e. Ji bo zarokên kurdan Nûbihar nivîsand. Şêx Ehmedê Xanî di eynê wextê de fîlozof bû. Ehmedî Xanî evîndarê azadiyê bû. Ji bo Kurdan Ehmedê Xanî her tişt e. Ger rojekê Kurd azad bibin, divê ev azadî li vir bê ragihandin. “Ehmedê Xanî ji bo me pêşeng e, nîşana yekîtiyê ye.

'Yê ser bikeve em in'

Meşvanên Şaxa Qersê piştî civîna li navçeya Bazîd a Agirî ber bi Giyadînê ve ketin rê. Heyet li navçeyê hat pêşwazîkirin û piştre daxuyanî da. Parlamentera Partiya DEM'ê Sebahat Erdogan Saritaş li vir axivî û bal kişand ser têkoşîna azadiya gelê Kurd û got: "Hemû serhildan ji bo azadiya Kurdistanê bû. Lê belê ji ber ku yekîtî pêk nehat, negihiştin armanca xwe. Ehmedê Xanî her tim bal kişand ser têkoşîna azadiya Kurdistanê. Yekitiya Kurdan girîng e." Sebahat bi bîr xist ku Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 25 sal in di bin tecrîdê de tê ragirtin û got: "3 sal in tu xeber ji Birêz Ocalan nayê girtin. Ev li dijî hiqûq û mirovahiyê ye.  Malbat û parêzer bi rêyên dijmirovahî tên astengkirin ku biçin girtîgehê. Em armanca xwe dizanin. Kurd paradîgmaya wekheviyê hembêz dikin û naxwazin bê serok bimînin. Em ji bo azadiya fîzîkî ya Birêz Ocalan ketin rê. Nikarin van mirovan birêz Ocalan ji bîr bikin. Em ê li dijî şerê taybet ê qirêj parastina paradîgmaya azadiyê bidomînin. Hûn nikarin dengê Birêz Ocalan bibirin, em ê bi ser bikevin.”

Baskê Wanê li Colemêrgê ye

Baskê “Meşa Mezin a Azadiyê” yê Wanê li navçeya Gever ya Colemêrgê bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir, Hevseroka Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran ya Medê (MED TUHAD-FED) Emîne Kaya, ji derveyî parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), gelek nûnerên saziyên sivîl ên civakî di baskê meşê de cih digrin, li rêxistina bajar a Gever a DEM Partî hatin ba hev. Meşvan bi çepik û dirûşmeyan hatin pêşwazîkirin. Meşvan gihan Colemêrgê. Şandeya ku îro li bajar bi gel re hat ba hev, wê sibe ber bi Şirnexê ve bikevin rê.