Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 40’emîn didome

Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî destpêkirin bi dewirgirtina koma 40’emîn didome.

Mexmûr - Ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawîkirina tecrîda li Îmralî, li Wargeha Penaberan ya Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr), di 20’ê Tirmeha 2023’an de çalakiya nobetê hatibû destpêkirin. Çalakiya nobetê bi dewirgirtina koma 40’emîn didome. Beriya merasîma dewirgirtinê ji bo tevayî cangoriyên azadiyê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê koma 39’emîn Mizgîn Kara daxuyanî da.

‘Tecrîda ku tê meşandin di şexsê Rêber APO de li ser tevayî mirovahiyê ye’

Mizgîn Kara diyar kir ku ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelê Kurd li her deverê cîhanê dinava çalakiyan de ye û got: “Tecrîda ku tê meşandin di şexsê Rêber APO de li ser tevayî gelê Kurd û mirovahiyê ye. Ji ber ku Rêbertî ne tenê rizgarkerê gelê Kurd di heman demê de yê mirovahiyê ye jî. Di roja îro de ne tenê gelê Kurd ji bo Rêbertî dinava çalakiyan de ye, herkesê ku fikir û felsefeya Rêbertî ji xwere wek bingeh girtî dinava çalakiyan de ye. Li dervey welat dostên gelê Kurd jî dinava çalakiyan de ye. Ji vir em dizanin Rêbertî buye rêberê cîhanî û têkoşîna wî ji herkesê re buye hêviya jiyanê.”

‘Bêdengiya heyî piştrastkirina hevkariya bi dewleta Tirk re ye’

Mizgîn Kara di dewama axaftinên xwe de destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker bi êrişên xwe yên li hemberî gelê Kurd sûcê şer dike û wiha got: “Dewleta Tirk a faşîst li çiyayên Kurdistanê li hemberî gêrîlayên azadiyê hemu cûre teknîk û çekên qedexekirî bikartîne, li Bakurê Kurdistanê bi girtin û pêkanînên xwe yên li beramberî cenazeyên şehîdan, li Rojavayê Kurdistanê jî bi hedefgirtina çavkaniyên jiyanê û giştî talana li ser xaka Kurdistanê sûcê şer dike. Li beramberî wî jî bêdengiya navneteweyî ya heyî nîşan dide ku ne tenê dewleta Tirk a dagirker dijminahiya gelê Kurd dike hemu dewlet û saziyên ku xwe wek saziyên mafên mirovan binav dikin êrişî civaka me dike.”

‘Emê bi hêviya ku Rêbertî ji me re afirandî agirê serkeftinê pê bêxin’

Mizgîn Kara di dawiya axaftinên xwe de ev tişt got: “Li hemberî kiryarên dewleta Tirk a dagirker berxwedana Rêbertî û gêrîlayên Kurdistanê dibe bersiva herî mezin ji bo dagirkeran. Ne bi 50 salan, ne bi 500 salan, ne dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wî ne jî tu hêzek din a cîhanî nikare vê tevgerê tune bike û me ji Rêbertî qut bike. Ne tenê 4 dîwarên Îmralî hezar dîwarên Îmralî jî hebin emê xwe bigihînin Rêbertî, emê bibin çûkek, masiyek an jî dilopek ya baranê, emê xwe bigihînin Rêbertî û bi fîzîkî azad bikin. Wekî Rêbertî dibêje; “Hêvî ji serkeftinê binirxtire.” Emê bi hêviya ku Rêbertî ji me re afirandî, agirê serkeftin û azadiyê li ser çiyayên Kurdistanê mîna Kawayê Hesinkar pê bêxin û tola şehîdên xwe hilînin.”

Merasîma dewirgirtinê bi dewirgirtina koma 40’emîn û dirûşmeyan bi dawî bû.