Li Sûdanê li dijî destdirêjî û tundiya zayendî kampanya hat destpêkirin

Li Sûdanê ji ber nakokiyên di navbera Artêşa Piştgiriya Lezgîn û Hikûmeta Sûdanê de li dijî tundiya zayendî û destavêtinê yên li dijî jin û zarokên keç "Kampanyaya bi hev re ya li dijî destavêtin û tundiya zayendî" hat destpêkirin.

SELME EL-REŞÎD

Sûdan - Li Sûdanê ji ber pevçûnên berdewam ên di navbera Artêşa Piştgiriya Lezgîn û Hikûmeta Sûdanê de rewşa mirovahî gav bi gav xirabtir dibe. Di dema ku ji destpêka şer û vir ve koçberî dest pê kiriye, tundiya zayendî û destavêtinên li dijî jin û zarokên keç zêde bûne. Ji destpêka pevçûna di navbera Artêşa Piştgiriya Lezgîn a Sûdanê û Hikûmeta Sûdanê de, li 6 eyaletan 189 bûyerên destavêtinê hatine ragihandin. Hat diyarkirin ku piraniya kesên ku destavêtin li wan hatiye kirin zarokên ji 18 salî biçûktir in. Di vê çarçoveyê de di 15’ê Çileyê de “Kampanyaya bi hev re li dijî destavêtin û tundiya zayendî” hatibû destpêkirin.

Rêbazên tekoşînê pêş dixin’

Nashwa Issa ya ku derbarê kampanyayê de agahî da ajansa me got: “Kampanya însiyatîfek e ku komek jinên ji pêkhateyên cuda yên Sûdanê dicivîne. Bi kampanyayê re em dixwazin rêbazên li dijî destdirêjî û tundiya zayendî pêş bixin. Di van şert û mercên dijwar de, ji bo şikandina bêdengiya li ser mijarên destavêtin û tundiya zayendî ya di pevçûnan de, em ê hewldanek domdar biafirînin.”

‘Em bêdengiyê red dikin’

Nashwa Issa di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku li Sûdanê bi pêvçûnan re kuştin, ji cîhê xwe bûyîn, cîh guhertin û gendelî gelek pêş ketine û wiha pê de çû: “Lê destavêtin û tundiya zayendî ya herî bi êş e û binpêkirina rûmeta mirovî berdevam dike. Em jî li dijî van sucan bêdengiyê red dikin û em diyar dikin ku denge xwe bilnd bikin. Em difikirin ku divê bûyerên binpêkirinê bên eşkerekirin û hişyarî li ser mijarê bê kirin. Ji bo piştgiriyê me bang li medyayên di asta  navneteweyî û heremî kir. Di bangewaziya xwe de me xwest ku dengê kesên sax maye were bihîstin û li dijî van sûcên hovane têbikoşin.”

‘Divê hişyarî bê avakirin’

Nashwa Issa derbarê mekanizmaya xebatê de ev agahî parve kir: “Armanca me sereke em ji bo jinên Sûdanê ewlehiya têrker bidin avakirin. Her wiha me daxwaz kir ku demildest mekanîzmaya zextê ji bo rawestandina şer bê avakirin û piştre qanûnên têkildarî mafên jinan bên rojevkirin. Girîng e ku ji bo mexdûrên destavêtinê xizmetên tibî, derûnî û civakî bên dayîn. Li ser zehmetiyên heyî gihandina xizmetan hêsankirin û pêşxistin girîng e. Em girîngî didin kampanyayên ku li ser medyayê  di mijara destdirêjî û tundiya zayendî bêdengiyê dişkîne. Di heman demê de pêdivî pê heye ku kesên rizgarbûyî werin parastin û hişyarî li ser berfirehiya pevçûnê were bilind kirin.”

‘Em dixwazin hewldana têkoşînê bi hêz bikin’

Nashwa Issa bal kişand ser giringiya bi hêzkirina mekanizmayên hevkarî û koordînasyonê û got: “Bi vê mekanîzmayê di asta xwecihî, herêmî û navnetewî de bi pirsgirêkên destdirêjî û tundiya zayendî re têkoşînkirin giring e. Di kampanyayan de parvekirina zanîn û ceribandinên sazî û rêxistinan girîng e. bi kampanyayê bi girêdanbûna pevçûnên Sûdanê em dixwazin hewldana têkoşîna li dijî destdirêjî û tundiya zayendî bi hêz bikin. Ji ber ger hewldan bi hêz bibe, wê li ser rewşa heyî bandorek erênî û berfireh ava bike. Ji bo şikandina  bêdengiya li beramberî destdirêjî û tundiya zayendî, divê kampanyayên hişyarîkirinê werin zêdekirin. Bi hevkariya koordînasyonê re, wê ceribandin werin parvekirin, bertekên hiqûqî emê pêşbixin.”

‘Jin di girtina mafê xwe yê zagonî de zehmetî dikêşin’

Nashwa Issa wiha got: “Ji bo parastina mafê jinan, ji bo cezakirina failên tundî û destdirêjîê divê zagon werin pêkanîn. Di pêvajoya kampanyayê de zoriyên ku em rastî tên hene. Ji derveyî belgekirin û şopandina sûcan, derbarê ên ku di bûyerên destdirêjîê de sax rizgar bûne di avakirina piştgiriya berfireh de em hinek zehmetiyan jiyan dikin. Ji ber bi temamî nebûna saziyên fermî yên weke polîs û dadgeh ên ku di jiyanê de mane li herêmên pefçûn piştî îxbar dikin di girtina mafê xwe yê zagonî de zehmetiyan dikêşin. Di heman demê de jî hejmarek zêde ya nexweşxaneyan ji derveyî xizmetê ne.”

Nashwa Issa herî dawî xebatên plana kampanyayê bi van gotinan anî ziman: “Sala bûrî ji 15’ê Nîsanê heta niha ku pevçûn destpêkir derbarê bûyerên destdirêjî û tundiya zayendî hatin jiyankirin de, me raporek ya îstatîstik pêşkêş kir û ev rapor bi hewldana koma xebatê hate bi lezkirin. Di demên pevçûnan de belgeyên ku derbarê binpêkirinên tundiya zayendî û destdirêjîê de hatîn amadekirin, ku rastiyên xeternak derxistî holê  ji rapor û analîzan pêktên. Di asta 6 eyaletande 189 bûyerên destdirêjîê hate belgekirin. Ji sedan 46 ên ku rastî destdirêjîê hatine temenê wan di navbera 11-45 salî de ne.”