‘Hêzên Rizgariya Efrînê wê bajarê me rizgar bikin’

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê dijîn anîn ziman ku baweriya wan bi Hêzên Rizgariya Efrînê heye rojekê dê Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û gotin: “Em ê rûxmê hemu şert û mercan berxwedana xwe bidomînin.”

HESNA MIHEMED

Şehba - Di 6 salên koçberiya gelê Efrînê û bicihbûna wan li kantona Şehbayê, dewleta Tirk jiyana sivîlan hedef digre û êrîşên xwe li ser wan didomîne. Seranserî herêmên li ser xetên sînor ji navçeya Şêrewa heya gundewarên kantona Şehbayê êrîş dike. Di rojên dawî de, dewleta tirk û çeteyên girêdayî wî derdora wargeha Berxwedan a bi hezaran penaberên Efrînê tê de bi cih bûne, topbaran dike. Dewleta Tirk hemû pîvan û zagonên navneteweyî binpê dike û êrîşên xwe nêzî wargehên koçberan pêk tîne.

Jinên Efrînê yên koçber ên di kampa Berxwedan de berxwedana xwe didomînin derbarê êrîşên dewleta tirk li ser kantona Şehbayê, nerazîbûnên xwe anîn ser ziman û diyar kirin ku wê piştevaniya hêzên xwe bikin û li dijî êrîşan berxwedanê bidomînin.

'Hêzên me wê Efrînê ji dagirkeriyê rizgar bikin'

Merûşê Reşîd diyar kir ku wê piştevaniya zarokên xwe bikin û bi xwîna pakrewanan Efrînê ji dagirkeran rizgar bikin û got: "Me ji Efrînê koçber kirin û li şûna me bi cih bûn. Em niha li kampa Berxwedan têkoşîna xwe didomînin û ji êrîşên dijmin tu carî natirsin. Ji ber nasnameya me Kurd e, hemû dewleta dixwazin me tune bikin. Axa Sûriyeyê tê dagirkirin, divê Hikumeta Şamê li hemberî vê yekê bêdeng nemîne. Em ji van êrîşan tu carî natirsin. Em hêza xwe ji şervan û zarokên xwe digrin û bawer in ku yên Efrînê rizgar bikin Hêzên Rizgariya Efrînê ne. Em bi berxwedana xwe piştgiriya wan dikin. Em dayikên Efrînê tu carî berxwedana xwe li kampan ranawestînin heya em Efrînê rizgarkirî bibînin. Serkeftin soza me ye."

'Hemû zagonên cîhanî bin pêk dike'

Rengîn Birîmo jî teqez kir ku Erdoxan hemû zagonên cîhanî derbas dike û kampan hedef digre û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk li Efrînê êrîşî me kir û ev 6 sal in em li kampan û li kantona Şehbayê koçber dijîn û berxwedana xwe berdewam dikin. Ji ber armanca me vegera Efrînê ye. Erdoxan seranserî herêmên Rojava hedef digre, di êrîşên dawî de dewleta Tirk derdora kampê hedef girt. Di cîhanê de qedexe ye ku kamp bên hedefgirtin û êrîş li ser wan çêbibe lê Erdoxan hemû zagon û pîvanên cîhanî derbas dike û êrişê derdora kampan dike. Em piştgiriya hêzên xwe dikin. Em ê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk bisekinin û têkoşîna xwe bi îsrar bidomînin. Em tu carî Efrînê ji Erdoxan re nahêlin û hêviya heye em dizanin vegera Efrînê nêz e."

'Em ê terka Efrînê nekin'

Sîham Xelîl jî bal kişand ser zehmetiyên ku di kampan de dikşînin û got: "Em di kampan de berxwedana xwe rûxmê hemû şert û mercên jiyanê didomînin. Zivistanek bi sir û seqem li ser me re derbas dibe, dorpêç jî li ser me heye rûxmê hemû zehmetiyên ku em dikşînin dewleta Tirk êrîşên xwe pêk tîne. Armanca dewletên dagirker ew e ku berxwedan û vîna me li Şehbayê lawaz bikin her wiha em careke din ji Şehbayê koçber bibin da ku Efrînê ji bîr bikin lê tu carî em terka Efrînê nakin. Bila rêxistinên mafên mirovan ên cîhanî bi erka xwe rabin û dagirkeriyê ji xaka Sûriyeyê derxin, ji ber ev axa me ye û em ê tê de bimînin."