Xizmên windayan li aqûbeta Şîrîn Bayram pirsîn

Şaxa ÎHD'ê ya Amedê û xizmên windayan, di hefteya 771'emîn a çalakiya xwe de aqûbeta M. Şîrîn Bayram ê 27 sal berê di bin çavan de hat windakirin, pirsîn.

Amed- Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê û xizmên windayan, di hefteya 771'emîn de çalakiya xwe ya bi dirûşma "Bila windahî bên dîtin û kujer bên darizandin" li dar xistin.

Di çalakiya li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya li Parka Koşuyoluyê de, malbatan pankartên bi wêneyên xizmên xwe yên hatine windakirin hilgirtin. Vê hefteyê aqûbeta M. Şîrîn Bayram ê di 2'ê Mijdara 1996'an de li navçeya Amed Pasûrê bi darê zorê hat windakirin pirsîn.

Xwişka Mehmet Şîrîn Bayram, Halîme Bayram ku beşdarî çalakiyê bû axivî û der barê têkoşîna ji bo windayan de got: “Tevî ku  27 sal derbas bûn jî me tu xeber ji birayê min negirt. Ev 27 sal in em li aqûbeta wî dipirsin. 27 salên din jî di ser re derbas bibe em ê li aqûbeta wî bipirsin û dest ji têkoşîna xwe bernedin.”

Bavê Mehmet Şîrîn Bayram, Mustafa Bayram jî got: “Ez dixwazim aqûbeta lawê xwe hîn bibim. Ez dixwazim faîl bên dîtin û girtin.”

‘Gundiyan tevî zextan jî cerdevanî qebûl nekir’

Endamê ÎHD’ê Bawer Çîndemîr serpêhatiya windakirina Mehmet Şîrîn Bayram xwend. Bawer Çîndemîr diyar kir ku Mehmet Şîrîn Bayram di 15’ê tebaxa 1978’an de li gundikê Bîra Zeyna ya navçeya Pasûra Amedê tê dinyayê. Bawer Çîndemîr da zanîn ku dewlet diavêje ser gund û zextên giran li gundiyan dike û dixwaze bi darê zorê gundiyan bike cerdevan. Bawer Çîndemîr anî ziman ku gundî zilma cerdevanan qebûl nakin û gundê wan tê şewitandin û gundiyan ji warê wan derdixin. Bawer Çîndemîr destnîşan kir ku Mehmet Şîrîn Bayram di 2’yê Mijdara 1996’an de dema diçe gund serdana mala apê xwe tê binçavkirin û ji wê rojê ve agahî jê nayê girtin.

Piştî serpêhatiya windakirinê hat xwendin, ji bo hemû windayan çalakiya rûniştinê lidarxistin.