Şêniyên Mexmûrê li dijî tecrîdê meşiyan

Şêniyên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şermezarkirina qedexeyên hevdîtinê meşeke girseyî li dar xistin.

Mexmûr- 24 sal in li girtîgeha Îmraliyê li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tecrîda girankirî tê meşandin û ji 25’ê Adara 2021’ê ve jê agahî nayê girtin. Serlêdanên hevdîtinê yên malbat û parêzeran bi hinceta cezayên “dîsîplînê” yan tên astengkirin an jî bêbersiv tên hiştin. Herî dawî parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê di 6’ê mijdara 2023’an de ji bo hevdîtinê serî li Dadgeriya Înfazê ya Bursayê dan. Piştî serlêdanê parêzer hîn bûn ku di 31’ê Cotmeha 2023’an de li muwekîlê wan Abdullah Ocalan ji bo 6 mehan cezayê qedexeya hevdîtina bi parêzeran re hatiye birîn.

Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî tecrîd û qedexeyên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê ferzkirin û ji bo piştgirîdayîna ‘Meşa Azadiyê’ ku sibê li Gemlîka navçeya Bursayê bê lidarxistin, meşek girseyî li dar xistin.

Meşê li ber deriyê Saziya Malbatên Şehîdan dest pê kir heta ber deriyê Neteweyên Yekbûyî domiya. Di meşê de bênavber dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Kes nikare roja me tarî bike’ û ‘Bijî Berxwedana Îmraliyê’ hatin berzkirin. Beriya ku daxuyanî were dayîn ji bo tevahî cangoriyên azadiya Kurdistanê deqeyek rêz hat girtin. Piştî rêzgirtinê endamê Meclisa Gel a Mexmûrê Ehmed Şehbaz Nêrwehî axivî.

‘Fikrên Rêbertî wê desthilatdariya dewleta Tirk têk bibe’

Ehmed Şehbaz Nêrwehî diyar kir ku dewleta Tirk bi girankirina tecrîd û ferzkirina qedexeyên hevdîtinê hiqûqa navneteweyî binpê dike û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker dixwaze di vê sedsalê de Rêberê me ji gel qut bike û komara xwe careke din nû bike. Lê bila bizanibin ku fikrên Rêbertî wê rê nede ku dewleta Tirk komara xwe ji nû ve nûjen bike û wê desthilatdariya wan bişkîne. Serkeftin a gelê Kurd e. Em dubare ‘Meşa Azadiyê’ ya ber bi Gemlîkê ve silav dikin.”

Meş bi dirûşman bi dawî bû.