Li Şehbaya pêşengeha wêneyên jinan hat vekirin

Bi dirûşma "Şoreşa jinan bi hunerê dixemile" Tevgera Hîlala Zêrîn li ser asta kantona Efrîn-Şehba-Helebê pêşangeha wêneyan lidarxist.

Şehba- Tevgera Hîlala Zêrîn li ser asta kantona Efrîn-Şehba-Heleb pêşengeha wêneyan bi dirûşma "Şoreşa jinan bi hunerê dixemile" yekem car li parka wargeha Berxwedan a navçeya Fafîna kantona Şehbayê lidardixe. Ev pêşengeh di bin sîwana hemleya cîhanî ya azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi diruşmeya "Ji Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî" tê lidarxistin. Di pêşengehê de xelkê kampê û endamên sazî û dezgehan amade bûn. Park bi wêneyên ku rola jinan di warê civakî, aborî, leşkerî û siyasî de temsîl dike, hatibû xemilandin.

‘Em ji hebûna gel hêza têkoşînê digrin’

Pêşengehê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre Rêvebera Tevgera Hîlala Zêrîn Efrîn-Şehbayê Şêrîn Reşîd axivî. Şêrîn Reşîd di axaftina xwe de bal kişand ser armanca wan bi vê pêşangehê û got: "Di vê rewşa zehmet û derfetên kêm de me xwest pêşangehek bi destên jinan vekin. Ev pêşengeh li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Armanca me ew e ku gel hunera bi destên jinan tê hunandin bibîne. Têkoşîn û berxwedana me kêlî bi kêlî didome. Em ji hebûna gelê xwe hêza têkoşînê digrin. Her wiha em ê azadiya fizîkî ya Rêber Apo misoger bikon, ji ber azadiya wî kilîta çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e."

Piştre pêşangeh ji aliyê dayika pakrewan Edem dîmeşqî, Xedîce Horo ve hat vekirin û kesên çûn serdanê li wêneyên ku hatine pêşkêşkirin mêze kirin. Her wiha hat diyarkirin ku di rojên pêş de dê ev pêşangeh li Helebê jî were vekirin.