Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê di roja 43’an de ne

Îsraîl li Xezayê dorpeç û êrîşên xwe yên li ser nexweşxaneyên ku bi hezaran kesan xwe spartinê û tên dermankirin, didomîne.

Navenda Nûçeyan- Ji 7’ê Cotmehê ve êrîşên Îsraîlê li ser Xezayê bênavber didomin. Di daneyên ku herî dawî Wezareta Tendirustiyê ya Xezayê parve kirin de hat diyarkirin ku 4 hezar û 710 jê zarok, 3 hezar û 160 jê jin bi giştî 11 hezar û 500 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane. Ji ber dorpêç û êrîşan hejmara mirî û bîrîndaran bi navber tê dayîn.

Artêşa Îsraîlê, li dijî bajarê Xan Yûnis ê li başûrê Zîvala Xezayê ku bang li sivîlan kir vala bikin, êrîş pêk anî. Ajansa fermî a Filistînê WAFA’yê, di nûçeya xwe de diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê li dijî avahiyên sivîlan ên li Xan Yûnisê li ser hev êrîş pêk anîne. Di êrîşê de piranî zarok bi giştî 26 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dane û bi dehan kes jî birîndar bûne.

Nexweşxane hatin hedefgirtin

Artêşa Îsraîlê ku nexweşxaneyan jî dorpêç dike, hem ji hewayî hem jî ji bejahî bi topan êrîşî derdora Nexweşxaneya Endonezyayê ya li bakurê bajêr kir. Di heman demê de Kampa Penaberan a Cibaliya û Mizgefta Mezin a li Kampa Penaberan a El Megazî jî bû hedefa êrîşên Îsraîlê. Her wiha li gorî agahiyên ku ji herêmê hatine, balafirên şer ên Îsraîlê maleke malbata Ebû Hîlal a li bajarê Refahê yê Zîvala Xezayê jî hedef girtiye.

Nexweşxaneya Vefa bi êrîşên hewayî hat hedefgirtin

Artêşa Îsraîlê, duh êvarê li Zîvala Xezayê Nexweşxaneya Vefa ku wek navendeke rehabîlîtasyonê ya kal û pîran tê bikaranîn jî hedef girt. Îsraîl, nexweşxaneya li Taxa Zahra ya li başûrê Xezayê jî bombebaran kir. Hat diyarkirin ku di êrîşê de midûrê nexweşxaneyê Mîthat Muhaysîn jiyana xwe ji dest daye û hinek bijîşk û nexweş jî birîndar bûne. Li gorî agahiyan, li nexweşxaneyê nêzî 80 kesên extiyar dihatin dermankirin.

‘Li nexweşxaneya Şîfayê mirov bi mirinê re rû bi rû ne’

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê Eşref el-Qudrayê, di daxuyaniya xwe ya dawî ya nivîskî da wiha got: "Li Nexweşxaneya Şîfa ya ku ji aliyê Îsraîlê ve hatiye dorpêçkirin zêdetirî 7 hezar mirovên me hene. Xwarina ku tê dayîn tenê têra 400 kesan dike. Nexweşên li nexweşxaneyê birçîbûn û êşê dikşînin. Kesên ku ji cih û warên xwe bûne perçeyek nan jî nikarin bînin.” Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “4 jê pitikên prematûre 51 nexweşan jiyana xwe ji dest dan. Hêzên dagirker binesazî, bîrên avê û şebekeya oksîjenê ya Nexweşxaneya Şîfayê rûxandin. Hezar û 500 personelên tenduristiyê, bi sedan nexweş û zêdetirî 7 hezar kesên ji cih û warên xwe bûne li nexweşxaneyê bi mirinê re rû bi rû ne.”

Ji TTB’yê kampanya

Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB), ji hemû saziyên tenduristiyê yên li cîhanê re "ji bo aştî û tenduristiyê hîn zêdetir banga têkoşînê bidin destpêkirin" kampanya îmzeyan da destpêkirin. Di metna kampanyayê de ev daxuyanî hat dayîn: "Em wek bijîjk/xebatkarên tenduristiyê, bang li Neteweyên Yekbûyî dikin ku ji bo Îsraîl ji ber sûcên li dijî mirovahiyê li Dadgeha Cezayê ya Navneteweyî were darizandin, berpirsyariyên xwe pêk bînin.

'Danûstandineke qismî pêk hat'

Ji aliyeke din ve şîrketên telekomunîkasyonê yên li Filistînê ragihandin ku wan bi qismî dest bi pêşkêşkirina xizmetguzariyên pêwendî û înternetê bo deverên curbicur ên Zîvala Xezayê ku roja Pêncşemê qut bûne, kirine. Di daxuyaniya nivîskî de hat gotin ku piştî bi riya UNRWA’yê ji bo penaberên Filistînî yên li herêmên curbecur ên Zîvala Xezayê mazot hatiye dabînkirin, xizmetên ragihandinê yên sabît û înternet qismî hatine dayîn. Hat diyarkirin ku di heyama pêş de berdewamiya xizmetguzariyan bi vî awayî, girêdayî peydakirina bi rêkûpêk a miqdarek têr sotemeniyê ye.

UNRWA: Sotemenî nema

Komîserê Giştî yê UNRWA’yê Philippe Lazzarinî jî di axaftina xwe ya li Cenevreyê de diyar kir ku ji ber nikarin alîkariyê ji bo bakurê Xezayê bişînin rewş gelekî dijwar e û wiha got: "Ji bo piraniya xizmetên bajêr sotemenî nemaye." Philippe Lazzarinî diyar kir UNRWA êdî li herêmê nikare tiştek bike û beriya ku dorpêça dawî pêk were karwanek şandine Nexweşxaneya Şîfayê.